Serxweşî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Serxweşî an sersaxî, karê çûna mala yê mirî ye. Pir kes hene ku cudatiyekê naxin navbera "serxweşî" û "sersaxi"yê.

Ev bêje, ji bêjeya "ser" û "xweş"ê hatiye holê, lê belê di kurmancî de wek term tê bikaranîn û bi wayeta ku mirov diçe mala kesê mirî û "sersaxî" dide xizm û mirovên malê.

Gava mirov diçe mala yê mirî, karê çûnê "serxweşî" ye, yanî mirov diçe serxweçiyê. Lê dema ku mirov li mala yê mirî ye, hingê "sersaxi"ye ango mirov dibêje "serê we sax be..."