Serşûnik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Marê serşûnik (latînî: Macrovipera lebetina), marekî bi jehr ku qama wî di navbera 100-180 cm diguhere. Ji ber ku serê wî weke şûnik pahn e ev nav lêhatiye danîn. Li Rojhilata Navîn, Başûrê Afrîkayê û Rojavayê Asyayê dijî. Li ciyên kevirokî, tahtokî, li nav zeviyan, rez û baxçeyan dihê dîtin. Bi guhandarên weke mişkan xwedî dibe. Weke gişên marên jehrdar ew jî nêçîra xwe bi granî bi şevê dike.

Marekî ovovivipar e, yanî çêlikên xwe bi rêya zayînê ji hêkên nava xwe bi zindî derdixe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]