Seyîd Cefer Pîşeverî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Seyîd Cefer Pîşeverî
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Alley of Honor (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
Seyid Cəfər Pişəvəri û سید جعفر پیشه‌وریLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Communist University of the Toilers of the East (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Partiyên siyasî
Adalat Party (d) (-)
Communist Party of Persia (en) (-)
Democrat Party of Azerbaijan (en) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Seyîd Cefer Pîşeverî (bi azerbaycanî: Seyid Cəfər Pişəvəri, سید جعفر پیشه وری, Farisî: سید جعفر پیشه‌وری‎) (1893 – 11 Hezîran 1947) yek ji avakerê Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê ye li Îranê.

Li Xalxala bi ser Erdebîlê ve hatiye dinyayê. Di jiyana xwe de gelek xebat ji bo tirkên Azerbaycanê kiriye. Li salên 1900an de koçî Bakûyê kirine bi malbat ve û li wir gelek têkiliyên wî li gel bolşevîkan çêbûye. Fikrên bolşevikî di nav ramanên wî de cih girtî ye. Li sala 1920ê de bi alikariya sovyetan li Gîlanê bi rêberiya Mîrza Kuçîk Xanê Cengelî, Komara Sosyalîst ya Gîlanê hatiye ava kirin. Di vê komarê de Seyîd Cefer Pîşeverî wek wezîrê karên derve hatiye tayîn kirin. Piştî ruxana vê komarê çûye Taranê û li wir karê weşan û rojameyan kiriye lê piştî derbeya leşkerî ya Reza Şah Pehlewî ya di sala 1924ê de li hemû Îranê givaşa Reza Şah zêde bûye. Di encamê de jî li sala 1930ê de Pîşeverî hatiye girtin û 11 salan maye di zîndanan de. Şûnde di destpêka şerê duyem yê cîhanê de li sala 1941ê de sovyetan û brîtanî Îran dagir kir. Bi vê dagirkirinê givaşa Reza Şah hate pûç kirin. Wek gelek siyasetmedar, rojnamevan, serokeşîran Pîşeverî jî hate berdan. Piştî berdana wî çû Taranê û li wê derê karê rojnamevaniyê kir, dest bi weşana rojnameya Ajir kir. Li sala 1945ê de jî bi vexwendinan hindek rewşenbîrên Azerbaycanî diçe Tebrîzê û li wê derê bingehên Partiya Demokratîk ya Azerbaycanê ava dibe.

Di sala 1947an de çû ber dilovaniya Xwedê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]