Sikildanokê hewayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sikildanokê hewayê, sikildanok (bi îngilîzî:alveolus) navend e ji boy alûgora gazan a navbera xwîn û pişikê.

Hewa ji difin ber bi sikildanokan ve diherike,alûgorkirina gazan di nav kisikê sikildanokan de rû dide

Gava mirov ji difin henase digire, hewa ji gewrî, qirrik, borrîhewa, liqê borrîhewa derbas dibe û digihîje borrîkehewayê. Li kotahiya borrîkehewayê de kîsikên piçûk heye, ev pekhateyan wekî sikildanokên hewayê tê bi navkirin. Alûgora gazan a di navbera hewa û xwînê, di nav sikildanokên hewayê de rû dide[1].

Pêkhateya sikildanokên hewayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi şaxdayina borrîkehewayan, cogên sikildanokan peyda dibe[2]. Sikildanokên hewayê li devê cogê de wekî mîna gûşiya tirî girêdayî ne. Gûşiya sikildanokên hewayê wekî kîsikê sikildanokê tê bi navkirin. Kîsikê sikildanokê ji 20 heta 30 sikildanokên hewayê pêk tê. Sikildanokên hewayê bi şeweya gogî ye û tîreya wê bi qasî 200 μm (mîkrometre) ye[3]. Dîwarê sikildanokê qaîşokî ye, dema henasegirtinê, sikildanok fireh dibe bi vî awayê ji boy alûgorkirina gazan hê pirtir rûber peyda dibe. Dîwarê her sikildanokek, bi sikildanoka cinarê xwe ve bi navbeynkariya kunikan girêdayî ye, loma, hewa li gel coga sikildanokan, di navbera sikildanokan jî diherrike, bi vî awayê pestoya hewayê ya hemû sikildanokan yeksan dibe[3].Beravajiyê borrîkehewayan, dîwarê sikildanokên hewayê û coga sikildanokê, bê kirkiragî ne, lê çîna lûsemasûlkeyên wan ji ya borrîkehewayê stûrtir e[2].Di herdu pişikên mirov de bi qasî 300 mîlyon sikildanokê hewayê heye[4]. Ji ber hebûna sikildanokên hewayê, pêkhateya pişikan dişibe îsfencê(lûfik). Di nav pişikan de tevahiya rûberê sikildanokan bi qasî 70m2 ye[5]. Ev rûberê fireh alûgorkirina gazan hêsan dike.

Cog û dîwarê sikildanokên hewayê, ji sê cure xaneyan pêk tê[3]. % 97ê xaneyên sikildanokê ji cureya yekemîn a xaneyên sikildanokên hewayê pêk tê. Cureya yekemîn a xaneyên sikildanokê ji rûkeşexaneyên pahn ên yek rêzî pêk tê. Stûriya rûkeşexaneyên pahn bi qasî 25 nm (nanometre)ye û delînbariya wan a ji boy gazan, gelek zêde ye[3]. Cureya duyemîn a xaneyên sikildanokên hewayê, di nav rûkeşexaneyên pahn de belavkirî ne. Xaneyên cureya duyemîn, xaneyên derdanî ne. Ji boy kêmkirina rûtingijîna (bi îngilîzî: surface tension) sikildanokan, madeyên proteînî û fosfolîpîdî der didin[3]. Xaneyên hellûşênera gewre, cureya sêyemîn a xaneyên sikildanokê ye. Hellûşênerên gewre xaneyên koendama bergiriyê ne, di nav kîsikê sikildanokê, coga sikildanokê û borrîkehewayê de digere. Heke li gel hewayê, di nav hewayê de hokarên nexweşiyê jî xwe bigihînin nav sikildanokên hewayê, wê gavê ji aliyê hellûşênera gewre( bi îngilîzî: macrophage)ve tên têkşikestin[6].

Sikildanokên hewayê û alûgorkirina gazan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sikildanokên hewayê bi tora mûlûleyên xwînê dorgirtî ne. Dîwarên mûlûleyên xwînê ji çînek xaneyên rûkeş(rûkeşexane) pêk tê, ango pir tenik e. Dîwarê sikildanok û lûleyên xwînê, rasterast temasê hev dikin. Ev herdu dîwar bi hev re wekî “perdeya henaseyê” tê bi navkirin[4]. Tora mûlûleyên xwînê yên derdora sikildanokan, xwîna xwe ji xwînberok û xwînhênerokên pişik digirin. Xwîna nav xwînberokên pişikê kêmoksîjenî ye. Dema mirov henase digire, sikildanok dibin sikildanokên piroksîjenî. Ango xestiya oksîjena nav sikildanokên hewayê, ji ya xwînê zêdetir dibe, loma oksîjen ji kîsikê sikildanokan derbasî nav xwîna mûlûleyan dibe. Herwisa di nav mûlûleyên xwînê de xestiya karbona dîoksîde ji ya hewa yê nav kîsikê sikildanokan zêdetir e, loma karbona dîoksîd ji xwînê derbasî nav kîsikê sikildanokan dibe. Bi vê awayê asta rêjeya oksîjena nav mûlûleyên xwînê zêde dibe, karbona dîoksîda wê jî kêm dibe. Xwîna têroksîjenî bi navbeynkariya xwînhênerokan ji sikildanokên hewayê arasteyê dil dibe. Bi henasedayinê, hewayê bi karbona dîoksîde dewlemend û kêmoksîjenî, ji sikildanokan derbasî coga sikildanokan, paşê derbasî borrîkênhewayê dibe û ber bi dev û difin ve diherrike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  2. ^ a b McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  3. ^ a b c d e OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  4. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  5. ^ Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. ^ Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4