Silêbînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Silêbînî (navê wê bi tirkî Kömürcü) gundekî girêdayî navçeya Kercewsê ya Êlihê ye. Bela ku li derdorê vî gundî rejî derketî ye bi tirkî navê Kömürcü lê kirine. Li derdora wî gundê Hesarê, Bamîrê û gundê Ecibî hene. Av li mala tune lê kanîyeke wan heye ji vê kanîye avê tînin. Ev gund ji du taxa pêk tê, nave yekê Gundikê û navê yandi jî Derikê ye. Rexê Gundikê ji rexe navçeya Farqîna Amedê hatine. Gelhe wê li dora 200 mirovî pêk tê. Silêbînî bi gundê helbestvanê kurd ê herî navdar ku bi navê Cegerxwîne cîrane navê vî gundî Hasarê ye.

Perwedehî[biguherîne]

Xwendekarî vî gundî dibistana serî û dibistana navîn li vî gundî dixwenin lê ji bo dibistana amadehî bi servîsê diçin Inkafê.

Aborî[biguherîne]

Ev gund bi dimse û fêkî (tirî, hejîr, hinar û hwd.) nav da ye. Bi nemaze jî dimsa wê bi nav û deng e. Wekî din beru, tiuk û gihuj ji li wî gundî çê dibin. Mêşin jî li vî gundî xwedî dibin.