Sirgûnî

Sirgûnî behsa nebûna kesek an komek mirovan ji welatê wan dike ku dersinorkirin, qedexekirin, bêxwedîkirin, veguhastina bi zorê, zilm û zordariya dînî an siyasî, an şert û mercên netehemûlbar li welatê wan çê dibe, û dûr ve jî koçberî dikin.[1] Ji ber ve yekê, sirgûnî bi gelemperî ji ber sinordarkirinên li ser azadiya jînê ya kesane an jî ji dest gefên ji civat an hikûmetekê li dijî wan kesayetan, tê kirin. Lêbelê, berevajî dersinorkirinê, ji aliyê dewleta berpirsyarê sirgûnê ve, li cihê nû ku hatibû hilbijartin, ti sinordarkirinên din ku li dijî azadiya vê/wan kesayetî/kesayetan nikare were ferzkirin. Ji ber ku sirgûniya kesayetekî bi gelemperî bêrazîbûnî ye, sirgûnvan rewşa xwe yê di cihê nû wekî nexwestî û zordar dibînin. Ji ber ve yekê gelek sirgûnvanan bi gelemperî hewl didin ku zû vegerina welatê xwe gava ku sedema eslî ya sirgûnkirina wan ji holê ra dibe, bi mînak, hikûmeta welatê wan hatiye guhartin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Smith, William (1890). "Banishment (Roman)". Dictionary of Greek and Roman Antiquities (Çapa 3). rr. 136–137.