Here naverokê

Siyaset li Rojavaya Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Siyaseta li Rojavaya Kurdistanê pêşveçûna siyasî ya ber bi avabûna Rojavayê Kurdistanê ve di sedsala 21ê de ye.

Piştî rûxandina Împeratoriya Osmaniyan, li Sûrî jî dewleteke nû ava bû. Wek mandateya Fransayê dihate rêve birin. Hemû biryar di bin destê dîplomat û efserên Fransayî de bûn. Di mandateyîya Fransayê de hewlên kurdan ê sîyasî zêde nebûn. Çûnkî hemû Sûrî di heman rewşê de bû. Di serdema Fransayê de em dikarin bbêjin ku xebatên Xoybûnê hebûn, her wisa hinek parlamenterên kurd jî xebat ji bo gelê xwe dikir.

Piştî mandateyiya Fransayê li Sûrî xelas bû, azadiyeke zarokî li Sûrî peyda bû. Her çend givaşa Fransayê xelas bibe jî, vê carê jî efserên Sûrî b rêya kudetaya givaş li ser xelkê xwe dikir. Di bin atmosfereke wiha de li Rojavayê Kurdistanê jî, jiyana siyasî hêdî hêdî jîn dibû. Wî wextî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, deng û basên Partiya Demokrata Kurdistanê pirr popûler bûn. Jixwe hereketa Mela Mistefa Barzanî tesîr li her çar parçên Kurdistanê kir. Rojava jî yek ji wan herêman bû ku kete bin tesîra jiyana siyasî ya Başûrê Kurdistanê.

Her wisa PKKê jî tesîreke mezin li Rojavayê Kurdistanê kiriye. Li salên 1980yan de PKK li Efrînê bihêz bû lê piştî şoreşa Rojava di tevahiya Rojavayê Kurdistanê de bû xwedî biryar.

Xeta PDK-S (1957-)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1957ê li Rojavayê Kurdistanê yekem partiya siyasî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê ava dibe. Osman Sebrî sekreterê giştî yê yekemîn ê vê partiyê bû. Nûredîn Zaza jî serokê yekemîn ê vê partiyê bû. Rêya siyasetê bi vê partiyê li Rojavayê Kurdistanê hate ava kirin. Piştî vê partiyê gelek partî ji maka PDK-S veqetîn û partiyên nû hatine vekirin. Heta sala 2003ê ku Partiya Yekitiya Demokratîk hatiye ava kirin, partî hemû di bin tesîr û îdeolojiya PDK-Sê de bûn. Her çend partî ji aliyê xelkê rojavayê Kurdistanê hatibe ava kirin jî, gelek di bin tesîra PDK-Iraqê de bû. Ji ber wê her bûyera li nav PDK-Iraqê de diqewimî, tesîra xwe li PDK-Sê jî dikir.

Her wisa divê ev xal bê ronî kirin ku heta sala 2009ê di navê çi partiyên kurdan de peyva Kurdistan nehatiye bikaranîn. Li sala 2009ê ji aliyê Ebdulbasîd Hemo ve Partiya Yekitiya Kurdistanî li Sûriyê tê ava kirin. Her wisa li sala 2014ê ji aliyê Siûd el Molla ve partiya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya tê ava kirin. Ji bilî van, berevajî PDKên parçên din yên Kurdistanê de di nav PDK-Sê de peyva Kurdistanê tune.

Perçebûna PDK-Sê (1965-)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nîveka sala 1960ê de ji ber perçebûna PDK-Iraqê, PDK-S jî bû du çiq. Aligirên Mistefa Barzanî, bi navê PDK-S(Çep) grûba xwe ava kirin. Alîgirên Celal Telebanî jî bi navê PDK-S(Rast) grûba xwe ava kirin. Serokê PDK-S(rast)ê Hemîdê Hecî Derwêş bû ku li Şamê li gel Celal Telebanî tehsîla xwe kiribûn. Bi vî rengî partî bi awayekê defakto bû du parçe. Lê li sala 1970ê de bi hewldana Mistefa Barzanî, grûbeke nû ji vê partiyê derket û bi navê PDK-S partiya xwe ji nû ve damezrandin. Her wiha partiya xwe bi kurtî wek El Partî binav kirin. Her wisa Hemîdê Hecî Derwêş jî navê partiya xwe wek Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê guherand. Di vê perçebûnê de 3 partiyên sereke hatin ava kirin;

Hêjayî gotinê ye ku em bibêjin ev her sê xet ji PDK-S zayîn û ji van her sê partiyan jî gelek partî çêbûn. Di çanda siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de ji ber sedemên biçûk, partî vedibûn. Sedemên perçebûnê ne îdeolojîk bûn.

Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Partiya ku bi navê PDK-S mayî, ev partî ye. Li sala 1970ê hate ava kirin û heta niha jî çalak e. Partiya xwe bi kurtî wek 'El Partî' binav dikin. Serokên vê partiyê ev in;

  • Deham Mîro (1970-1973)
  • Hemîd Sîno (1973-1976)
  • Mistefa Îbrahîm (1976-1977)
  • Îlyas Remezan (1977-1978)
  • Kemal Ehmed (1978-1998)
  • Nesredîn Îbrahîm (1996-1998)
  • Mihemed Nezîr Mistefa (1998-2007)
  • Ebdulhakîm Beşar (2007-)

Li sala 1975ê grubek ji PDK-Sê veqetiya û bi heman navî partiyek ava kirin. Navê partiyê Partiya Demokrat a Kurdî Sûriyê ye.Avakerê vê partiyê Şêx Mihemed Baqî ye. Serokên vê partiyê ev in;

  • Şêx Mihemed Baqî (1975-1997)
  • Cemal Mihemed Baqî (1997-)

Li sala 1983yê grûbek din ji partiyê veqetî. Vê grûbê jî bi heman navî partiya xwe ava kir. Navê partiyê Partiya Demokrat a Kurdî Sûriyê ye. Lê di heman salê de navê partiya xwe wek Partiya Kar a Demokrat a Kurdî li Sûriyê guherandin. Avakerê vê partiyê Muhyedîn Şêx Elî ye.

Li sala 1988ê grûbek din ji vê partiyê veqetî û bi heman navî partiyek ava kirin. Navê partiyê Partiya Demokrat a Kurdî Sûriyê ye. Avakerê vê partiyê Îsmaîl Emo ye.

Li sala 1998ê grûbek din ji vê partiyê veqetin û bi heman navî partiyek ava kirin. Navê partiyê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê ye. Avakerê vê partiyê serokê berê yê PDK-Sê Nesredîn Îbrahîm e.

Li sala 2004ê grûbek din ji vê partiyê veqetin û bi navê Partiya Demokrat a Kurdî-Sûrî partiyek ava kirin. Avakerê vê partiyê Ebdurrehman Alûcî ye. Li sala 2012ê Ebdurrehman Alûcî mir û partî bû du parçe. Piştî sala 2012ê serokê vê partiyê Lezgîn Mehmûd Fehrî ye. Her wisa baskên din yê vê partiyê bi heman navî hate ava kirin û serokatiya wê jî Ebdulkerîm Sako dike.

Di encamê de partiyên ku ji maka PDK-Sê hatine ava kirin, ev in;

  1. PDK-S (El Partî)
  2. PDK-S (Şêx Mihemed Baqî)
  3. Partiya Kar a Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Muhyedîn Şêx Elî)
  4. PDK-S (Îsmaîl Emo)
  5. PDK-S (Nesredîn Îbrahîm)
  6. PDK-S ( Ebdurrehman Alûcî)
  7. PDK-S (Ebdulkerîm Sako)

Partiya Demokrat a Kurdî li Suriyê (Rast)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Baskê PDK-S yê rastê ji aliyê Hemîdê Hecî Derwêş li sala 1965ê hate ava kirin. Li sala 1983yê navê partiya xwe wek Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê guherand û heta niha jî ev partî heye. Ev partî ji layê îdeolojî ve nêzî tevgera YNKê ye. Her wisa têkiliyan wan li gel Partiya Bees jî baş bûn. Serokê vê partiyê Hemîdê Hecî Derwêş li sala 2019ê mir.

Li sala 1991ê grûbek ji vê partiyê veqetîn û bi heman navî yanî bi navê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê partiyek nû ava kirin. Serokê vê partiyê Ezîz Davud e. Li sala 2008ê vê grûbê navê partiya xwe guherandin û wek Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê binav kirin. Serokê vê partiyê ji sala 1992yê heta niha heman kes e.

Li sala 1998ê grûbeke din jî vê partiyê veqetî, navê partiya xwe kirin Partiya Welatparêz a Demokrat a Kurdî li Sûriyê. Serokê wê Tahir Sadûn Sifuk e.

Di encamê de ji baska rast a PDK-Sê sê partî çêbûn;

  1. Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
  2. Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê
  3. Partiya Welatparêz a Demokrat a Kurdî li Sûriyê

Partiya Demokrat a Kurdî li Suriyê (Çep)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî perçebûna PDK-Sê a li sala 1965ê grûba din a mezin baska çep ava kirin. Li sala 1965ê hate ava kirin. Lİ sala 1975ê navê partiya xwe wek Partiya Çep a Demokrat a Kurdî li Sûriyê guherandin. Lê di sala 1980ê de dîsa navê partiya xwe guherandin. Wek Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê binav kirin. Serokên vê partiyê ev in;

  • Salah Bedredîn (1970-2003)
  • Mistefa Cuma (2003-2005)
Perçebûna yekem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1975ê veqetîna yekem ji vê partiyê çêbû. Di encamê de Partiya Çep a Demokrat a Kurdî Li Sûriyê hate ava kirin.Avaker û serokê vê partiyê Îsmet Sayda ye. Serokên vê partiyê ev in;

  • Îsmet Seyda (1975-1991)
  • Yusuf Dîbo (1991-1993)
  • Xeyredîn Mirad(1994-2005)

Li sala 1982yê de Sebhetullah Seyda ji partiya Îsmet Seyda veqetî û bi navê Partiya Zehmetkêşanên Kurd li Sûriyê partiyek ava kir.

Li sala 2005ê grûbek din ji partiya Îsmet Seyda veqetî û bi navê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê partiyek ava kirin. Navê partiya xwe bi kurtasî wek Azadî didin nasîn. Serokên vê partiyê ev in;

  • Xeyredîn Mirad (2005-2011)
  • Mistefa Xidir Oso (2011-)

Li heman salê 2005ê Mistefa Cuma jî ji Partiya Azadî veqetî û bi heman navî partiya xwe ava kir. Navê partiyê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ye. Serokê wê jî Mistefa Cuma ye.

Perçebûna duyem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1977ê grûbek din ji vê partiye vebû. Bi navê Partiya Sosyalîst a Kurdî li Sûriyê partiyek ava kirin. Serokê wê Mihemed Salih Gedo bû. Li sala 2002yê ev partî belav bû.

Li sala 1998ê grûbek ji vê partiyê veqetî û bi navê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê partiyek nû ava kirin. Serokê vê partiyê Mihemed Mûsa Mihemed e.

Li sala 2002yê Mihemed Salih Gedo jî bi navê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê partiyek ava kir.

Perçebûna sêyem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1989ê grûbek bi serkêşiya Sadiq Şirnexî ji vê partiyê veqetî. Bi navê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê partiyek nû ava kir.

Perçebûna çarem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1992yê bi serokatiya Mistefa Osman, Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê ava kir.

Yekrêzîkirina partiyên PDK-Sê (1992-)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ewqas perçebûnên partiyên Rojavayê Kurdistanê li destpêka sala 1990an de pêwitiyên yekrêzikirinê derketine holê. Lê tesîra mezintir a li rojava her wekî berê me gotî, pêşveçûnên li Başûrê Kurdistanê bûn. PDK û YNK bi alîkariya hêzên navnetewî nêzîkbûn ava kirin. Di heman demê de tesîra xwe da parçeyên din jî ên Kurdistanê. Di encamê de li sala 1990ê partiyên nû û yekbûyî hatine vekirin.

Partiya Demokrat a Kurdî ya Yekbûyî li Sûriyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev partî li sala 1990ê bi beşdarbûna 4 partiyên kurd ava bû. Ev partî maka partiyên Yekitî ye. Demarê partiyên yekitî ji van beşdarbûnan ava bû.Serokê vê partiyê heta 1993yê Îsmaîl Emo bû. Navê vê partiyê bi kurtî PDKYSye. Partiyên ku beşdar bûn;

  • Partiya Demokrat a Kurdî Sûriyê (Muhyedîn Şêx Elî)
  • Partiya Demokrat a Kurdî Sûriyê ye (Îsmaîl Emo)
  • Partiya Zehmetkêşanên Kurd li Sûriyê (Sebhetullah Seyda)
  • Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê (Sadiq Şirnexî)

Li sala 1993yê hinek beşdarbûnên din çêbûn û her wisa pêwistiya guherandina navê partiyê çêbû. Partiya Yekitî bi vî avayî hate ava kirin.

Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1993yê bi beşdarbûnên nû partî dîsa hate saz kirin. Bi beşdarbûna Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê(serok:Mistefa Osman) Partiya Yekitî hate ava kirin.Serokên vê partiyê ev in;

  • Îsmaîl Emo (1993-2010)
  • Muhyedîn Şêx Elî (2010-)

Lê li sala 1999ê çanda parçebûna partiyên Rojava dîsa rû da û di encamê de ev partî jî bû du parçe. Di encamê de partiyek din ava bû.

Partiya Yekitî ya Kurdî li Sûriyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1999ê Partiya Yekitî ya Kurdî li Sûriyê ava bû. Serokên vê partiyê ev in;

  • Ebdulbaqî Yusif (2000-2003)
  • Hesen Salih (2003-2007)
  • Fuad Elîko (2007-2010)
  • Îsmaîl Hamî (2010-2013)
  • Îbrahîm Biro (2013-)

Parçebûn di nav vê yekitiyê de jî dewam kir. Li sala 2009ê de Ebdulbasît Hemo bi navê Partiya Yekitîya Kurdistanî li Sûriya ava kir. Hêjayî gotinê ye ku em bibêjin li Rojava yekem care ku partiyek peyva Kurdistan di navê partiyekê de tê bikaranîn.

Li sala 2014ê de partiya Ebdulbasît Hemo jî ji qedera siyaseta Rojava nekarî bifilite. Siud El Molla bi navê Partiya Demokrat a Kurdistan-Suriye ava kir.

Xeta PYD (2003-)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Partiya Yekîtiya Demokrat

Li sala 1999ê têkiliyên PKKê Abdullah Öcalan û Partiya Bees ji ber givaşa Tirkiye xerabûn û Öcalan ji Sûrî hate derxistin. Heta vê salê jî PKKê çi tevgerên fermî li Rojavayê Kurdistanê nekiribûn. Jixwe hereketa gerîlayî li Sûrî bêfeyde ye. Her der deşt in û cihên xweveşartinê tine ne. Lê piştî ev têkilî xerabûn, kesên nêzî PKKê xebatên xwe li Sûrî mezin kirin û piştî êrîşa DYAyê li Iraqê li sala 2003ê yê jî Partiya Yekîtiya Demokrat hate ava kirin.Serokên vê partiyê ev in;

  • Fuad Omer (2003-2010)
  • Salih Muslîm-Asya Ebdullah(2010-)

Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 2004ê de grûbek ji vê partiyê veqetî û bi navê Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê. Serokên vê partiyê ev in;

  • Kemal Şahîn (2004-2005)
  • Salih Sufî Biro (2005)
  • Huriya Nalîn Qenber (2005)
  • Fauzî Şingalî (2005-)

Partiyên din (2005-)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bilî xetên siyasî yên PDK-S û PKK, li sala 2005ê partiyên wek Şepêla Pêşeroj a Kurdî li Sûriyê ava bûn ku ev partiyên wiha ji xetên PDK-S û PKKê cudatir bûn. Ev hereket jî li sala 2011ê piştî kuştina Mişel Temo bû du parçe.

 Gotara bingehîn: Mala Êzdiyan

Piştî Şoreşa Rojava(2011-

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avabûna ENKSê(2012-

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avabûna Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê(2012-)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûk û lêkolîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Syria's Kurds. History, Politics and Society (2009), Jordi Tejel Gorgas
  • Suriye Kürdistanı'nda Savaş ve Devrim, Thomas Schmidinger, Yordam Kitap