Skleroza enîfireh

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Multiple Sclerosis, MS, skleroza enîfireh an disseminated sclerosis yek ji nexweşiyên sîstema parastinê û neurolojîk e.

Xwe di sîstema parastinê û mejî de dide der. Mirov dikare bêje ji çewtî û kêmasiya sîstema parastinê tê. Selûlayên (hucre) neurolojîk bi qaşikên miyelîn tên dorpêçkirin û parastin. Îcar di vê nexweşiyê de sîstema parastinê van qaşikên miyelîn wekî dijmin dibînin û wan tehrîb dikin. Hin caran dîsa jî sîstema parastinê biserdikeve û nexweşî bêî ewçend ziyanê derbasdibe.

Cara pêşîn bi navê Jean-Martin Charcot kesekê Fransî di sala 1868'î de ev nexweşî tesbît û şîrove kiriye. Ev nexweşî xwedî gelek sîmptom, sedem û ziyanê ye, lewra bi navê Multiple Sclerosis hatiye binavkirin, ango skleroza enîfireh.

Hin sîmptomên skleroza enîfirehê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zêdepêwîstiya mîzê (inkontinans)
  • Di aliyeke laş de felcbûn
  • Di hestan de guherbarî
  • Xerabûn di axavtinê de
  • Xerabûn di têkûziya tevgerên laş ên rojane de
  • Kêm an dubare dîtin
  • Tîk
  • Tevlîheviya hiş

Nurolog bi gelek testên laboratûarê nexweşiyê binavdike.

Cureyên skleroza enîfirehê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Relapsing-remitting: Prognoz baş e lê nexweşî xwe dubare dike, ziyanan dihêle
  • Secondary progressive: Prognoz pirr xerab e û terapî êdî ne pirr gengaz e
  • Primary progressive: Pêşketin pirr kivşe ye
  • Progressive relapsing: Nîvenîv terapî biserdikeve

Terapî dikare bi salan bidome û serkeftin pêde pêde zêdedibe.