Skunxa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Skunxa
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Skunxa navê serkirdeyekî îskîtî bû ku di dema Daryûsê Mezin de li Îskîtya serwerî dikir. Di nivîskên Bêstûnê de tê gotin ku Daryûs bi artêşe xwe derbasî welatê îskîtan dibe û wan dike bin hikûmdariya xwe de. Herwiha tê gotin ku gelê îskît îhanetê li Skunxa dike û wî dîl digirin. Ew piştre tê kuştin.

Di nivîskên Bêstûnê de qala Skunxa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • ″Şah Daryûs dibêje: Piştî wan ez li pey îskîtiyên ku serpoşên tûj didane serê xwe bi artêşekê çûme Îskîtya. Ew îskîtî ji min reviyan. Hinga ez gihame robarê, min bi hemû artêşa xwe ew derbas kir. Dûvre min bi awayekî tund li wan îskîtiyan xist; min (yek ji rêberên) wan dîl girt; ev girêdayî min bû, û min ew kuşt. Wan (yekî din) ji serkirdeyên wan, yê bi navê Skunxa girtin û ji min re anîn. Piştre min li gorî kêfa xwe serkirdeyekî din ji wan re hilbijart. Piştre satrapî bû ya min.″

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]