Soryaz
Soryaz, gihasoryaz, suryaz xwarineke herêmî ya parêzgeha Şirnexê ye. Dibe ku gihasoryaz li herêmên din bi navên din bên binavkirin.
Cemşîd Bender, ev xwarin bi navê suryaz tomar kiriye û di wergerên zimanê romî (tirkî) de herwiha suryaz tê bikaranîn.
Çiye gihasoryaz, soryaz an suryaz?
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Soryaz wekî peyv di wateya melezî, durehî, gibrîdî, zirbûniyê de ye. Bo mînak heger bavê yekê ne kivşe be jê re zirbav dibêjin. Dibe ku ev giya jî dişibe gihayekê din, lewra jî wekî soryaz/gihasoryaz/suryaz hatiye binavkirin. Ango giyayê melez.
Berkelî (melzemeyê xwarinê)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Soryazê bikelînin, bixaşînin. Bidarivînin û biguvêşînin. Di rûnbirêşkeke kûr an quşxaneyê de rûn bihelînin, soryaz û savarê hinekê biqelînin. Avê berdin ser, xwê pê werbikin û bidin ser. Kel bidawî bû, demekê derxûnê (devanga, kalpaxa quşxaneyê) venekin, bila tehma xwe bigire.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |