Sosina înka

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sosina Înka hat beralîkirin)
Alstroemeria-Aurea

Sosina înka, berfiya înka, zembeqa înka (Alstroemeria) navê cinsekê riwekan ê famîleya sosinên înka (Alstroemeriaceae) ye. Ji aliyê Carl von Linné ve bo xatirê riweknasê swêdî Claes Alströmer (1736–1794) bi navê Alstroemeria hatiye navdandin. 40 heya 65 endamên vê riwekê hene.

Ji welatên înkayan belav bûye. Beriya ku parzemîna Amerîkayê bê vedîtin, li Amerîkayê wekî înka û maya gelek şarezayî pêş ketibûn. Alstroemeria riwekeke pirrsalane ye ku demsalane (werzane) hêşîn e. Ji bo cinsê xwe berdewam bike, kokên xwe zêde dike. Li welatê înkayan ê Perûyê gelek tê dîtin. Hin celebên wê jî tên xwarin[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]