Stadyûma Amedê
![]() | Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (adar 2025) |

Stadyûma Amedê, Yarîgeha Amedê an jî Stadyûma Tahîr Elçî[1] stadyûmeke ku di sala 2018an de li navçeya Peyas a Amedê hatiye çêkirin. Stadyûma Tahîr Elçî malavaniya tîmên wekê Diyarbakırspor, Diyarbekirspor û Aktîvîteyên Sportîv a Amedê (Amedspor) dike.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Projeya ku di destpêkê de di sala 2008an de hate fikirîn, di sala 2014an de avakirina stadyûmê hatiye despê kirin. Proje ji aliyê TOKÎyê ve ji aliyê Wezareta Ciwan û Werzişê ve hatiye çêkirin.[2]
Her çiqas di qonaxa avakirinê de hatibe gotin ku dê navê stadyûmê Stadyûma Amedê Nû were kirin jî, piştre tenê wekê Stadyûma Amedê hat naskirin.[3]
Di demên dawî de ji bo ku navê stadyûmê wekê Stadyûma Tahîr Elçî were guhertin lê haye niha bi awayeke fermî nav nehatiye guherandin lê hinek komên alîgirên Amedsporê stadyûmê wekê Stadyûma Tahîr Elçî binavkirin e.[4][5]
Taybetî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Stadyûma Tahîr Elçî li ser qadeke 158 hezar û 353 mêtreçarçik hatiye avakirin ku kapasîteya stadyûmê 33 hezar kes e. Stadyûma Tahîr Elçî li gorî standardên UEFA û FIFAyê hatiye avakirin.
Li stadyûmê qadên wekê tablo, xwaringeh, kafeterya, salonên VIP, beşên weşana televîzyonê, beşa çapameniyê, parkên gerîdeyê, deriyên temaşevanan û werzişvanan hene. Li stadyûmê germkirina binê erdê heye û ji bo 2 hezar û 340 otomobîlan ku 306 ji van cihan ji bo kesên astengdar in, cihê parkkirinê heye.[6]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Duvar, Gazete (30 çiriya paşîn 2022). "Alîgirên Amedsporê dê navê 'Yada Tahîr Elçî' bikar bînin". Gazeteduvar (bi tirkî). Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ "Li Amedê dê stadyumeke mezin bê çêkirin". www.aa.com.tr. Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ "Navê stadyuma nû ya Amedê hat eşkerekirin - Nûçeyên Futbolê". web.archive.org. 30 tebax 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 30 tebax 2018. Roja gihiştinê 8 adar 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Gazetesi, Evrensel. "Alîgirên Amedsporê dê navê 'Yada Tahîr Elçî' bikar bînin". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ "Barîkat: Navê Stadyumê êdî Stada Tahîr Elçî ye". Amida Haber (bi tirkî). 30 çiriya paşîn 2022. Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ "Yarîgeha nû ya Amedê ev e." web.archive.org. 8 kanûna pêşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 kanûna pêşîn 2017. Roja gihiştinê 8 adar 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]