Stokholm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Stokholm
Stockholm Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajar
  • bajarê mezin
  • bajarê hanseatîk
  • bajarê beravê
  • bajarê herî mezin
  • paytext
  • jîngeh Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Stockholm Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala


Mertal
59°19′46″Bk 18°04′07″Rh / 59.3294°Bk 18.0686°Rh / 59.3294; 18.0686
ParzemînEwropa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletSwêd Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
Li beşa îdarî
Dema avabûnê
  • 1187 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
  • 187,16 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe984,748 (2022) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Saet
Koda postayê100 00–200 00 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê
  • 08 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperstart.stockholm Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Stokholm (bi swêdî: Stockholm), paytext û bajarê herî mezin ê Swêdê ye û mezintirîn devera bajarî ya Skandînavyayê ye. Li herêma şaredariyê nêzîkî 980.000 kes, li devera bajarî 2,1 milyon û li devera metropolê 2,4 milyon kes li bajêr jiyan dikin.[1] Bajêr li çardeh giravên li Gola Mälarenê (Mälaren) ku diherike Deryaya Baltîk dirêj dibe. Li derveyî bajêr li aliyê rojhilat û li ser peravê, zincîra giravên Komgiravên Stokholmê heye. Navenda bajêr ji Serdema Kevirî ve, di hezarsala 6ê b.z. de hatiye cihwarkirin û di sala 1252an de ji hêla dewletmendê swêdî Birger Jarl ve wekî bajarek hatiye damezrandin. Di heman demê de bajêr navenda Parêzgeha Stokholmê ye. Stokholm çend sed salan wekê beşek ji Swêdê paytextiya Fînlendayê kiriye (bi fînî: Tukholma).[2]

Stokholm navenda çandî, medyayî, siyasî û aborî ya Swêdê ye. Herêma Stokholmê bi serê xwe ji sêyeka dahata welat pêk tîne û ji aliyê dahata kesane ve bajêr di nav deh herêmên herî pêşîn ên Ewropayê de ye.[3] Stokholm wekî bajarekî alpha-global hatiye diyarkirin ku bajarê herî mezin ê Skandînavyayê ye û navenda sereke ya navendên pargîdaniyê yên li Skandînavyayê ye. Bajar cihê hinek zanîngehên payebilind ên Ewropayê ye ku zaningehên wek Enstîtuya Karolinska (Karolinska Institutet), Dibistana Aboriyê ya Stokholmê (Handelshögskolan i Stockholm), Enstîtuya Teknolojiyê ya KTH (Kungliga Tekniska högskolan) û Zanîngeha Stokholmê li bajêr in.[4] Merasîmên Xelata Nobelê ya salane û şahiyên li bajêr li Salona Konserê ya Stokholmê (Konserthuset) û li avahiya Şaredariya Stokholmê (Stadshuset) tê lidarxistin. Yek ji muzexaneyên herî bi qîmet ê bajêr, Muzexaneya Vasayê (Vasamuseet) ye ku li Skandînavyayê muzeya ne-hunerî ya herî zêde ye ku tê dîtin. Metroya Stokholmê ku di sala 1950an de hatiye vekirin, bi dekora rawestgehên xwe tê zanîn. Metroya Stokholmê wekê dirêjtirîn galeriya hunerî ya cîhanê hatiye binavkirin.[5]

Wêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Folkmängden per månad efter region, ålder och kön. År 2000M01 - 2023M04". Statistikdatabasen (bi swêdî). Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2023.
  2. ^ "Statistik och fakta om Stockholm - Stockholms stad". start.stockholm (bi swêdî). 8 hezîran 2023. Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2023.
  3. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 nîsan 2013. Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Stockholm School of Economics". www.hhs.se (bi îngilîzî). 20 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2023.
  5. ^ "BBC - Travel - Slideshow - Stockholm's underground subway art". web.archive.org. 6 nîsan 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 nîsan 2014. Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]