Subcomandante Marcos
Subcomandante Marcos | |
---|---|
![]() | |
Navê din |
|
Perwerde | Instituto Cultural Tampico |
Pîşe | Berdevk, nivîskar |
Rêxistin | Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst |
Sernav | Subcommander |
Dewr | 1994 - 2014 |
Malper | www |
biguhêre![]() |
Subcomandante Insurgente Marcos (sala hatiye dinê nayê zanîn)(di dawiyêda navê xwe guherande Delegado Zero), şoreşgereke û xwe bi avayê peyvdarê Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst (EZLN) ê dide naskirin.
Ji berve ku pir tê nasîn, ji aliyê pir kesan serokê herê giring a EZLN ê tê dîtin. Ji ber ku ji Emiliano Zapata ra commandante tê gotin, ji hurmeta Emiliano Zapata pêşnava subcommandante bi kar tîne.
Bi gorî hikûmeta Meksîka yê; navê Marcos yê berê Sebastian Guillen Vicente ye. Guillen çuye dibistana navîn a Instituto Cultural Tampico ya ku li herêma Tamaulipas Tampico ye û tê tehmînkirin ku ramana serxwebûnê li wir naskirîye. Paşê koçî Mexico City bûye û ji Meropolitan Autonomous University (UAM) mezûn bûye. Di heman zanîngehêda mastera felsefê jî kirîye û bi avayê profesor li vir xebitîye. Paşê ji bo ku xebata şoreşiyê bide destpêkirin ji zanîngehê veqetîyaye. Marcos qet nepêjirandîye ku ew Sebastian Guillen Vicente ye û malbata Sebastian Guillen Vicente jî qet ramanên xwe ji bo vê mijarê negotîye û di rastîye jî kes nizane ku çi hatiye serê Sebastian Guillen Vicente. Di sala 2001an da di wexta rêveçûna Mexicoyê da, Marcos ê UAM zîyaret kirîye û di axaftina xwe ya virda, gotîye ku herê kêm carekî ew li vir peyda bûye.
Marcos tim bi maskekî xuya dike û digere. Ji ber vê yekê kes nizane ku ew di rastiyêda sedî sed kîye.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.