Subhî Berekat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Subhî Berekat
Subhi barkat.jpg
biguherîneBelge

Subhî Beg Berekat El-Xalidî yan Subhî Berekat (bi erebî: صبحي بك بركات الخالدي‎, bi tirkî: Suphi Bereket; 1889, Antakya – 1939, Tirkiye) siyasetemdarekî sûrî ji Antakyayê bû,[1] ku li malbateke esil-tirk ji dayik bûbû.[2] Di dema mandaya Fransayê li Sûriyeyê de bû serokê Federasyona Sûriyeyê (28 Hezîran 1922 – 31 Berfanbar 1924) û serokê dewleta Sûriyeyê (1 Rêbendanê 1925 – 21 Berfanbarê 1925).

Yek ji sedemên ku Fransayê piştgiriya namzetitiya wî ya serokatiya bo Federasyona Sûriyeyê kir, ew bû ku bi eslê xwe ne ji Şamê bû û ne jî erebiya wî gelekî baş bû(zimanê wî yê dayikê tirkî bû) lewra wiha diyar dibû ku dê nebe gefeke nasyonalîst li ser Fransayê.[3]

Di destpêkê de hevkarê Îbrahîm Henanoyî bû di şoreşa wî de. Roleke giring di yekkirina dewletên Heleb û Şamê da lîst. [çavkanî pêwîst e] û di sala 1925an de dest ji serokatiya Sûriyeyê berda daku helwesta Fransayê li dijî çarenûsa dewleta [Dewleta Çiyayên Elewiyan elewî] û durzî protesto bikin,[çavkanî pêwîst e] ji ber Fransayê qebûl nekiribû tev li dewleta Sûriyeyê ya nû-damezirandî bike ji ber dibe bibe gef li ser dewleta Libnanê ya nû-damezirandî.

Jiyana Şexsî[biguherîne]

Berekat bi Xalîdeyê re zewicîbû; Qîza wan Suheyla Meqbûle bi siyaetmedarê tirk Refik Koraltan re û Zehra jî bi Siyasetmedarê tirk Vahit Melih Halefogluyî re zewicî.[4]

Wekî din[biguherîne]

  • Mandaya Fransayê li Sûriyeyê

Referens[biguherîne]

  1. Moubayed, Sami M. (2006). Steel & silk: men and women who shaped Syria 1900-2000. Bridge between the cultures series. Cune Press. pp. 200–202. ISBN 978-1-885942-40-1. Retrieved February 2012. Check date values in: |accessdate= (help)
  2. Bidwell, Robin (1998), "Barakat, Subhi (c.1886-)", Dictionary Of Modern Arab History, Routledge, p. 68, ISBN 1136162917, BARAKAT, Subhi (c. 1886-) Syrian Head of State. He was born into a Turkish family in Antioch and was educated in the local secondary school.
  3. Khoury, Philip (1987). Syria and the French Mandate: the Politics of Arab Nationalism, 1920-1945. Princeton, N.J.: Princeton University Press. p. 127.
  4. Empty citation (help)