Têgehên Hiqûqê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Hiqûq: Tevahiya normên ji aliyê qanûndanêr ve hatî danîn û hatî naskirin e." divê mirov 'dad'ê jî têxe nava vê pênasekirinê. Heke em 'dad'ê têxin nava vê pênaseyê wê bi vî awayî be: "Hiqûq, tevahiya normên ku ji bo dadê pêk bîne ji aliyê qanûndanêr ve hatî danîn û hatî naskirin e. Hiqûq, ew zanista normatîf e ku tevgerên kesayet, civak û dewletê, têkiliyên di navbera wan de; ji aliyê dezgehên desthilatdar ve li gor rê û rêzana wê tê derxistin, bi hêza giştî tê piştgirîkirin, bi awayekî giştî ji muxatabê xwe re dibêje tu yê vê bikî an jî vê nekî, ji bo vê jî hemû dibêtiyan bi normên di meriyetê de bi rêk û pêk dike. An jî hiqûq, tevahiya qanûnên ku civakê bi rêk û pêk dike û hêza mueyîdeyî ya dewletê diyar dike.

Bûyera Hiqûqî: Pêkhatina bûyereke ku hiqûqê encam pê ve girê dabe ew bûyereke hiqûqî ye. Ango heke bûyerek pêk bê û hiqûq encamên diyar bi wê ve pêkhatinê re girê bide ew bûyer dibe bûyera hiqûqî. Bûyerên hiqûqî di encama tevgerên mirovan de çêdibin.

Rêzika Hiqûqê: Ferman û qedexe û destûrên ku ji aliyê vîna beşerî ve hatine çêkirin û ji bo tevgerên beşerî bi rêk û pêk bikin û bi kotekê(cebirê) hatî mueyîdekirin e. Rêzikên hiqûqê, ji hemû rêzikên din ên civakê cudatir in.

Kiryar: Tevgera mirovekê/a xweyhiş.

Kiryara Hiqûqî: Di hemû gerdûnê de, bûyerên ku ji aliyê tevgerên xweyhiş ên mirovan ve pêk tên û bûyerên ku pergala hiqûqê encam pêve girê dayîn di bin navê kiryarên hiqûqî de kom dibin. Ango di kiryara hiqûqî de divê pergala hiqûqê encam pêve girê dabe, divê ji aliyê mirovekî xweyhiş/hişmend û xweyvîn ve hatibe kirin.

Daxuyana Vînê: Ji bo encameke hiqûqê ya berbiçav pêk bê, kesek daxwaz û vîna xwe bi kîjan rêyê be ferq nake ji bo cîhanê vebêje, diyar bike.

Kirariya Hiqûqî: Ji bo encameke hiqûqî ya berbiçav pêk bê kesek vê xwesteka xwe rabigihîne, daxuyana vîna xwe rabigihîne û di vê rewşê de.

Qanûndanêr: Di pênaseya wê ya teng de qanûndanêr, dezgeha ku di çêkirina qanûnan de desthilatdar e. Wek: parlemanto an jî dezgeha qanûndanînê. Di pênaseya wê ya berfireh de qanûndanêr, dezgeh û meqamên di afirandina hiqûqê û wek hiqûq naskirin de desthilatdar e.

Mueyîde: Dema ku kesek li gor rêzikan tevnegere, berteka li hember vê tê nîşandan e. Ev bertek li wî yê ku li dij rêzikê derketî xweş nayê.

Mueyîdeya Hiqûqî: Gava ku yek li dijî rêzikên hiqûqê tevbigere derdikeve holê, ji aliyê dezgehên desthildar(rayedar) ve tê sepandin û dîsa cebir(zorî, kotek)a ji aliyê rêzikên hiqûqê ve tê diyarkirin.

Norm: Pîvang û pîvanên ku têkildarî kirinên ku divê bên kirin an jî neyên kirin.

Maf: Ew berjewendiya ku ji aliyê hiqûqê tê parastin û deshilatiya sûdwergirtina ji vê parastinê dide xwediyê xwe ye.

Hiqûqa Pozîtîf: Di welateke diyar de, di çaxeke diyar de, hiqûqa ku di meriyetê de jê re hiqûqa pozîtîf tê gotin. Hiqûqa pozîtîf ne hiqûqa divê ku bibe, hiqûqa ku heyî ye vedibêje. (hiqûqa di meriyetê de)

Hiqûqa Madî: Beşeke hiqûqa ku di meriyetê de ye. Darazên madî yên têkildarî çareseriya levnekirinê û levnekirinê bixwe ye. Kî mafdar an jî kî ne mafdar e li gor rêzikên hiqûqê yên madî tê diyarkirin.

Hiqûqa Teşeyî: Beşeke hiqûqa di meriyetê de ye. Di çareserkirina mijara levnekirinê de rê û rêzanê nîşan dide. Tê de rêzikên darizandinê hene.

Hiqûqa Îdeal: Di asta razber de, ji wê pergala hiqûqê re tê gotin ku pergala herî bêhtir ligor dadê û pêdiviyên civakê bi awayê herî baş pêk tîne. Bi navê hiqûqa xwezayî jî tê bilêvkirin û hiqûqa divê ku bibe vedibêje/îfade dike. Hin rêzikên hiqûqa îdeal hene ku li her derî û li her demê ya divê ku bibe ew in, di kalîteyeke neguhêrbar de ne. Mirov ni rêya aqil digihije van rêzikan. Divê hiqûqa pozîtîf van rêzikan bibîne û nêzikî hiqûqa îdeal bibe.

Hiqûqa Nivîskî-Nenivîskî: Ji wê hiqûqa ku di welatekî de li gor pergala destûra bingehînî ji aliyê dezgeha desthilat ve bi awayek nivîskî tê çêkirin re hiqûqa nivîskî tê gotin. Ji rêzikên ku ne ji aliyê dezgehekî ve hatî danîn, bi demê re ji aliyê civakê bixwe ve hatî çêkirin re hiqûqa nenivîskî tê gotin. Bi taybetî welatên Anglo-Sakson hiqûqa nenivîskî bikar tînin. Welatên Ewropaya Bejahî jî bêhtir hiqûqa nivîskî bikar tînin. Li welatekî ku rêzikên hiqûqa nivîskî tê sepandin rêzikên hiqûqa nenivîskî wek tune nayê erêkirin. Ango ji wan jî sûd tê wergirtin. Lê belê di rêza pêşitiyê de di rêza paşîn de cih digirin.

Çavkanî[biguherîne]

Hiqûqnasên Kurdistanê