Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Îsraêlê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Îsraêlê

Îsraêl

Başûrê Kurdistanê

Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Îsraêlê, têkiliyên siyasî, ekonomîk, çandî yên di navbera Başûrê Kurdistanê û Îsraêlê de dihundirîne.

Bingeha têkilî digehe dema Cihûyên Kurdistanê li nav Başûrê Kurdistanê dijiyan. Di wê demê de tê gotin ku têkiliya kurdan bi taybetî jî li gel eşîra Barzan ku Nexşebendî ne, gelek baş bûn. Piştî salên 1900an li herê derê dinyayê cihû ji bo welatekê nû ava bikin diçûn Filîstînê. Her wisa cihûyên Kurdistanê jî hêdî hêdî ber bi Filistînê ve diçûn. Ev çûna cihûyan nasandina Kurd û Cihûyan zêdetir dikir. Li salên 1960an de yekemîn têkiliya Kurdan û Îsraêlê çêbû. Îsraêlê bi rêya Şahê Îranê alîkarî ji hêzên Mela Mistefa Barzanî re dişand[1]. Ev alîkariye heta Şoreşa Îslamî ya Îranê bi rêya Şahê Îranê dewam dikir. Li salên 2000an de jî bi aşkera îsraêliyan digot em dixwazin pêşmerge perwerde bikin[2]. Lê ji bo ku kurd û ereb ji ber vê têkiliyê nebine dijmin bi veşartî tê kirin. Her wisa Mesud Barzanî jî dibêje gelek dewletên ereban têkilî li gel Îsraêlê hene, çima têkiliya kurdan nebe?[3]

Nêrîna dîrokî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Kurdên cihû

Serê têkiliya kurdên Başûrê Kurdistanê û Israiliyan digehe sala 1931ê ku serokê Mossadê Reuven Shiloah li wê tarîxê têkiliyê li gel kurdan ava dike [4]

Piştî avabûna Îsraîlê, Kamiran Alî Bedirxan têkiliya xwe li gel Israiliyan ava kir û bi vê rêye kurdên başûrî jî tevlî vê têkiliyê kirin [5]. Her wisa Îran jî navbeynkariya kurdan û cihûyan dike ku têkiliyan bidanin.

Têkiliya kurdan û Îsraîlê teqrîben li sala 1963ê destpê dike. Her wisa têkiliya kurdan li gel şahê Îranê jî bi awayekî erênî li sala 1962ê destpê dike[6]

Di şerê 1967ê ku di navbera dewletên Ereb û Îsraîê de Mela Mistefa Barzanî bêalî dimîne. Ne leşkerên xwe dişîne alîkariya filistîniyan li gor cîhada ereban îlan kirî ne jî li Iraqê dijî leşkerên iraqî çalakiyan lidar dixe [7]

Li sala 1964ê Şîmon Peres û Kamiran Alî Bedirxan hevdîtinekê dikin. Di encamê de Israîl di dawiya sala 1965ê de sê efseran dişîne Başûrê Kurdistanê ku perwerdehiya pêşmergeyan bike [8]

Li sala 1967ê yekem car Mela Mistefa Barzanî seredaneke veşartî dike bo Israîlê, seredana duyem li sala 1973ê tê kirin. 28 îlona 1980ê serokwezîrê Israilê daxuyand ku wan alîkariya kurdan kiriye [9] [10]

Serokê Rêxistina Neteweyî ya Cihûyên Kurd li Israêlê Haviv Şimoni di daxuyandineke xwe de dibêje ku li İsrailê 90 hezar kurd dijîn [11]

Piştî Peymana Cezayîrê têkiliya kurdan û Israilê kete di bin bêedengiyekê de heta şerê 1991ê .

Pirtûk û lêkolîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Irak ve Ortadoğu'da Mossad, Şalom Nakdimon, Weşanên Elips, 2004
  • Israels Secret Wars a History of Israels Intelligence Services, Lan Black & Benny Morris

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Nader Entessar-Kurdish Politics in the Middle East-r/161,https://books.google.dk/books?id=1ig7vi3Oc9QC&pg=PA161&lpg=PA161&dq=&source=bl&ots=KfY7IukV2y&sig=SOK37D3nZ-MfcrfB_WDbBdidQMM&hl=en&sa=X&ei=7KPyUN7wNY35sga2-oCYCA&ved=0CEQQ6AEwAg#v=onepage&q&f=false
  2. ^ http://news.bbc.co.uk/2/hi/5364982.stm
  3. ^ https://ekurd.net/mismas/articles/misc2005/6/independentstate187.htm
  4. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:389
  5. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:389-390
  6. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:109
  7. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:108
  8. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:390
  9. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:391
  10. ^ Barzan'dan Bağdat'a Kürtler, Ekrem Sunar, Weşanên Dozê, r: 61
  11. ^ CİA Kürtleri, Tuncay Özkan, İnkilap Kitabevi, 2016, r:96