Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Başûrê Kurdistanê–Tirkiye
Map

Başûrê Kurdistanê

Tirkiye

Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê digehe salên 1980an. Di wê demê ta niha bêhtirî li ser PKK, ev têkilî geş man. Lê niha ji ber giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, ev têkilî ketin aloziyeke mezin de.

Wek tê zanîn dewleta Tirkiyê li dijî giştpirsiya Kurdistanê ye û ji gelek bûrokratên tirkan ev helwest hat daxuyandin. Her çend dewlet û sîstema Tirkiye tenê li dijî PKKê diyar be jî, dijayetiya hemû kurdan dike. Ev demek dirêje di nav medyaya tirkî de tê gotin ku dê operasyonek li dijî PKKê li Şengalê çêbe[1]. Lê ev gotin rasterast nebin jî têkildarî giştpirsiyê ne.

Nêrîna dîrokî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê li salên 1960an bi rêya partiyên kurd û rêxistinên dewleta tirk dest pê dike. Lê berî statûbûna Başûrê Kurdistanê, têkiliyên Tirkiyeyê bi taybetî li gel dewleta Iraqê hebûn. Berî avabûna Iraqê jî li Başûrê Kurdistanê car car serhildanên kurdan çêdibûn. Tirkiyeyê ji ber hebûna pirsgirêka kurd di nav axa xwe de nedikarî di pirsgirêka kurd de alîkariya kurdan bike. Li hemî Rojhilata Navîn dijayetiya kurdan dikir. Nedixwast kurd bibin xwedî statû. Jixwe piştî Serhildana Şêx Seîdê Pîranî li Tirkiyeyê li dijî kurdan înkara kurdbûnê destpê kir.

Li sala 1963yê dewleta Iraqê û yên kurdnişîn li dijî Şoreşa Îlonê givaş li ser kurdan da destpê kirin. Di encamê de zilmeke mezin li ser kurdan peyda bû. 9ê tîrmeha 1963yê Sovyetan li dijî van dewletên Tirkiye, Îran û Iraqê daxuyandinek da ku dixwest ev dewlet dest ji karûbarên Iraqê vekêşin. Rasterast nekarî lê bi rêya dewleta Mongolya mijara kurdan bir Neteweyên Yekgirtî. Ev piştî Peymana Sevrê duyem care ku mijara kurdan dibe mijareke enternasyonel [2]. Her wiha Tirkiyeyê û Îranê bihevra dixwast operesyoneke bi navê Hereketa Piling li Başûrê Kurdistanê lidar bixin. Armancê vê hereketê ew bû ku Îranê dixwast Silêmaniyê, Tirkiyeyê jî dixwast Mûsilê dagir bike [3] Lê ji ber givaşa navneteweyî bi taybetî ji ber bertekê Sovyetan ev plan nehate bicîh anîn.

Li sala 1966ê ji bo ku doza kurdên Başûrê Kurdistanê û zilma li ser kurdan, ji hemî dinyayê bide nasîn nameyan ji dewletan dinivîse, yek ji wan dewletan jî Tirkiye bû. Lê serokkomar Cevdet Sunay derê nameyê venekir û vegerand [4]

Li sala 1988ê Seddam Huseyn çekên kîmyayî li dijî kurdan bikartîne û qîra miletê kurd radike. Gelek kurd ber bi sinorê tirkan ve direvin. Lê Tirkiye heta ku dewletên Ewropayî zext li ser giran nekirî, nedihêla kurd derbasî axa tirk bibin. Her wisa kurdên bi çekên kîmyewî hatin brîndarkirin li Tirkiyeyê dihatin tedawî kirin lê bi dûçûna angaştên Der Spiegelê Tirkiyeyê raportên kîmyewî amade nedikirin ku tenê nexweşiyên biçûk li nav van nexweşan hebûn. Armanc parastina Seddam Huseyn bû. Di raportên DYAyê de ev hate aşkera kirin [5]

14ê xizîrana 1991ê yekem car serokkomarekê Tirkiyeyê, seredana serokekê ku, Celal Telebanî qebûl kir. Piştî vê seredanê li Enqereyê berpirsiyaretiyeke PDKê û YNKê hate damezrandin. Li sala 1992yê jî hem Mesud Barzanî hem Celal Telebanî bi hevra seedana Enqereyê kirin [6]

6 gulan 1992 Tirkiye operasyonekê dibe Başûrê Kurdistanê bi hêceta PKKê. Doğan Güreşê sererkanê berê Tirkiyeyê li ser vê operasyonê wiha dibêje; Li sala 1992yê hêzên Barzanî Telebanî federasyon îlam kir. Rojev ser vê derbas bû me jî operasyon bir herêmê. Armanca me PKK nebû, astengkirina federasyonê bû [7]

Salên 1990an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîskarê kemalîst yê tirk Tuncay Özkan li ser babeta serxwebûna Kurdistanê wiha bilêv dike[8];

  1. Operasyon û xebatên Tirkiyeyê ji bo midaxîlbûna Başûrê Kurdistanê pir girîng in û sedema meşrûtirîn jî hebûna çalakiyên PKKê yên terorîstî ne
  2. Helwestên Tirkiyeyê li dijî serxwebûna Kurdistanê hiqûqî nînin, sîyasî ne.
  3. Ji bo otonomiyeke berfireh bertekên me bihêz nabin
  4. Bikaranîna çekan li Başûrê Kurdistanê ji bilî bikaranîna PKKê li dinyayê meşrû nabe
  5. Tirkiye dikare li Başûrê Kurdistanê bazirganiyê rawestîne (wek girtina derê Brahîm Xelîl). Li dijî vê helwestên û alternatîfên kurdan divên werin lêkolîn
  6. Di encamê de em dikarin bibêjin Tirkiye dikare li ser Başûrê Kurdistanê tesîrbar be, lê bi temamî nikare tesîrbar be

Her wisa serokwezîrê Tirkiyeyê Necmettin Erbakan jî li ser paşeroja Başûrê Kurdistanê dibêje ku Kurd û mislimanên li bakurê Iraqê brayên me ne lê em rê nadin ku dewlete kurdî li wê herêmê were ava kirin [9]

Krîza Tirkiyê û YNKê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê angaştkirin ku PKKê li Silêmaniyê du endamên MİTê girtî ne[10] û li ser vê bûyerê dewleta Tirkiyê li dijî YNKê helwesta xwe nîşan da. Jixwe KCKê jî piştrast kir ku wan endamên îstîxbarata Tirkiyê girtî ne[11]. Nûnerê YNK yê li Enqereyê Behroz Gelalî ji Tirkiye hat derxistin[12]. Her wisa tê gotin li ser meseleya PKKê navbera Tirkiye û YNK xerab dibe[13]. Her wisa dewleta Tirk vîzeya xelkê Silêmanî bo Tirkiye jî rawestand[14].

Di dawiya sala 2018ê de li herêmên ku YNK desthilat, ofîs û navendên Tevgera Azadiyê hemî girtin[15][16]. Tevgera Azadî rêxistineke nêzîkî PKKê ye. Di kanûna paşîn a 2019ê de jî seferên hewayî yên di navbera Silêmanî û Tirkiyeyê dest pê kirin[17]. Hêjayî gotinê ye ku seferên Hewlêrê ji zû ve hatibûn destpêkirin. Her du seferên balafirgeha piştî giştpirsiya sexwebûna Kurdistanê hatibûn girtin ji aliyê Tirkiyeyê ve lê balafirgeha Silêmaniyê ji ber têkiliya PKK û YNKê nehate vekirin heta ku YNKê hindek pêngav avêtin.

Çêbûnên rojane[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her çend navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê ticaret û têkiliyan xweş be jî niha ketiye asteke girîng û xeter. Wek tê zanîn çend caran ji serokkomar heta gelek wezîrên dewleta Tirk dijayetiya xwe ji bo giştpirsiya kurdan anîbûn ziman. Rêvebirên tirk dibêjin ku "Yekbûna axa Iraqê xeta me ya sor e". Di dawiyê de serokkomarê Recep Tayyip Erdoğan di daxuyaniyeke xwe de got ku 27ê îlona 2017ê me dê Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê kom kiriba lê ji ber ku Barzanî ji giştpirsiyê lêvenebû, em ê civîna xwe di 22ê îlona 2017ê de bi awayekî pêşwext bikin û ew dê helwesta me ya dawî bibînin[18]. Piştî vê tehdîdê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li Silopiya nêzîkî Derê Xabûr ku dikeve navbera Tirkiye û Başûrê Kurdistanê de tetbîqeteke leşkerî pêk anîn[19].

Piştî giştpirsiya encamdayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema giştpirsiya Başûrê Kurdistanê destpêkirî ji sê aliyên dewleta Tirk tehdîtên xwe li ser giştpirsiyê anîn ziman. Ji aliyekî Wezareta Derve ya Tirkiyeyê[20], ji aliyekî Serokkomariya Tirkiyeyê[21] û ji aliyê din jî artêşa tirk tehdîtên xwe parve kirin. Di daxuyandina artêşa tirk de hevpeymaniya xwe li gel artêşa Îraqê anî ziman û hinek leşkerên artêşa Îraqê hatin Tirkiyeyê. Bi dûçûna artêşa tirk ew ê bi hev ra tetbiqetan bikin[22]. Her wisa hêjayî gotinê ye ku Encûmena Ewlehiya Netewî ya Îraqê bi serokatiya Heyder Elebadî kombûnek kir û di wê kombûnê de ji Başûrê Kurdstanê hate xwestin ku divê kurd, deriyên sinor, meterên hewayî û bîrên petrolê teslîmî Îraqê bikin[23]. Piştî van her sê pêkhateyên tirkî, pêkhateyek din ku bi navê RTUK, karê medyayî ya dewletê dike, biryara derxistinê kanalên Başûrê Kurdistanê; Rûdaw, K24, War TV, ji TURKSATê kir[24]. Her wisa seferên bo Hewlêr û Silêmanî hatin rawestandin. Ofîsa YNKê berî vê meseleyê hatibû girtin. Piştî referandûmê jî tirkan êrîş bir ser ofîsa PDKê[25]. Bi vî awayî ofîsên her du partiyên kurd li Enqereyê girtî ne.

Serşêwirmendê serokkomarê Tirkiye İlnur Çevik di nivîsa xwe de dibêje ku divê li gel Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê têkilî cardîn dest pê bikin. Îtîraf jî pê kir ku Tirkiye li gel Îraqê hevkarî kiriye li dijî Başûrê Kurdistanê[26]

Piştî pêvajoya giştpirsiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

27ê adara 2018ê de seferên Tirkiyeyê bo Hewlêrê dest pê kirin[27]. Di dawiya sala 2018ê de li herêmên ku YNK desthilat, ofîs û navendên Tevgera Azadiyê hemî girtin[15][16]. Tevgera Azadî rêxistineke nêzîkî PKKê ye. Di çileya 2019ê de jî seferên hewayî yên di navbera Silêmanî û Tirkiyeyê destpê kirin[17]. Hêjayî gotinê ye ku seferên Hewlêrê ji zû ve hatibûn destpê kirin. Her du seferên balafirgeha piştî giştpirsiya sexwebûna Kurdistanê hatibûn girtin ji aliyê Tirkiyeyê lê balafirgeha Silêmanî ji ber têkiliya PKK û YNKê nehate vekirin heta ku YNKê hindek pêngav avêtin. Wek tê dîtin têkiliyên Tirkiyeyê bi du aliyan li Kurdistanê berdewam dike. Li ser partî û rêxistinan bi rê ve diçe.

28ê nîsana 2019ê de wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoğlu seredana Hewlêrê kir. Li Hewlêrê bi pêşwaziya serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtin destpê kir û paşî li gel Mesrûr Barzanî û Qubat Telebanî jî hevdîtin kir[28][29][30]. Yekemîn car e ku Mesûd Barzanî li gel mîsyoneke Tirkiyeyê hevdîtin pêkneanî. Bi dûçûna nivîskar û rojnameyan yekemîn sedema vê seredanê ew e ku Tirkiye ji aliyê bazirganiyê ve xwe li Kurdistanê xurt bike.

Dîplomatên têkiliyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîplomatên Kurdistanê li Tirkiyeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîplomatên Kurdistanê li Tirkiyeyê bi giştî endamên partî û rêxistinên Kurdan e. Heta niha çi dîplomatên hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatine şandin bo Enqere. Têkiliyên Derve yên Herêma Kurdistanê bi rêya Feleh Mistefa bi rê ve diçe. Felah Mistefa dibêje ku ji ber rewşa aborî ya Kurdistanê me nekarî ofîseke hikûmeta herêma Kurdistanê vekin[31]. Berî referandûma serxwebûna Kurdistanê dîplomatên çar partiyên Başûrê Kurdistanê li Enqereyê hebûn:

  1. PDK: Sefîn Dizeyî (..-2017)[25], Emer Mîranî (2017-...)
  2. YNK: Behrûz Gelalî
  3. Yekgirtû
  4. Bizûtnewe[31]

Dîplomatên Tirkiyeyê li Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têkiliyên Komara Tirkiyeyê bi Başûrê Kurdistanê heta sala 2011ê bi rêya balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê û hindek berpirsiyarên leşkerî, îstîxbarî bi rê ve diçû. Li 11ê adara 2010ê de Tirkiyeyê li Hewlêrê konsûlxaneyek vekir û têkiliyên dîplomatîk bi vê rêyê berdewam kir.

  1. Mehmet Aydın Selcen (28.06.2011-15.06.2013)
  2. Mehmet Akif İnam (15.07.2013-30.11.2017)
  3. Hakan Karaçay (14.12.2017-)[32]

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gözden Irak’ta, Aydın Selcen, Weşanên İletişimê

Gotarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.hurriyet.com.tr/yazarlar/abdulkadir-selvi/sincara-yonelik-planlarimiz-var-40437309
  2. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:112
  3. ^ Barzan'dan Bağdat'a Kürtler, Ekrem Sunar, Weşanên Dozê, r: 5
  4. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:334
  5. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:137
  6. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:487
  7. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:133
  8. ^ CIA Kürtleri: Kürt Devleti'nin Gizli Tarihi, Tuncay Özkan, r:213
  9. ^ CIA Kürtleri: Kürt Devleti'nin Gizli Tarihi, Tuncay Özkan, r:258
  10. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 11 îlon 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 25 îlon 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  11. ^ http://www.rojnews.org/ku/haber/14727/kck-desteserkirina-endamn-mt-li-silmaniy-pistrast-kir.html[Girêdan daimî miriye]
  12. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2308201715?
  13. ^ http://www.kurdistan24.net/ku/news/7f9a80ba-6599-424b-9948-16cc4fa4b916
  14. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 30 tebax 2019 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 25 îlon 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  15. ^ a b Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 30 nîsan 2019 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 nîsan 2019{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  16. ^ a b Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 30 nîsan 2019 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 nîsan 2019{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  17. ^ a b https://www.aa.com.tr/tr/dunya/turkiye-den-suleymaniye-ye-ilk-ucak-seferi-gerceklesti-/1375411
  18. ^ http://www.ntv.com.tr/turkiye/cumhurbaskani-erdoganreferandumla-ilgili-karari-22-eylulde-verecegiz,yFpDj6JjiEOEVCo40RnVbw
  19. ^ http://www.tsk.tr/BasinFaaliyetleri/BA_29
  20. ^ http://www.mfa.gov.tr/no_-297_-ikby-referandumu-hk.tr.mfa
  21. ^ http://aa.com.tr/tr/gunun-basliklari/cumhurbaskani-erdogan-referandumu-yok-hukmunde-kabul-ediyoruz-ve-gayrimesrudur-diyoruz/918778
  22. ^ http://www.tsk.tr/BasinFaaliyetleri/BA_33
  23. ^ http://www.rudaw.net/english/kurdistan/2409201710
  24. ^ http://aa.com.tr/tr/gunun-basliklari/rtuk-ikby-kanallarini-turksattan-cikariyor/919224
  25. ^ a b http://arsiv.ntv.com.tr/news/205444.asp
  26. ^ https://www.gazetebirlik.com/yazarlar/irakli-kurtlerle-iliskileri-normallestirme-zamani/
  27. ^ https://www.karar.com/guncel-haberler/erbile-ucuslar-basladi-798563
  28. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/290420199?
  29. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/290420197?keyword=%C3%A7avu%C5%9Foglu
  30. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2904201912?keyword=%C3%A7avu%C5%9Foglu
  31. ^ a b http://www.rudaw.net/turkish/kurdistan/0603201710
  32. ^ http://erbil.bk.mfa.gov.tr/Mission/MissionChiefHistory