Here naverokê

Tîrêjên înfrasor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Resimeke bi rengên sûnî ya du kesan ku bi rêya tîrêjên infrasor ên pêl-dirêj (germiya termal a laş) hatiye girtin.

Tîrêjên înfrasor (; carinan wekî ronahiya înfrasor têne binavkirin) cureyekî radyasyonên elektromagnetîk (REM) ne ku dirêjahiya pêlên wan ji ya ronahiya dîtbar dirêjtir, lê ji ya mîkropêlan kurtir e. Banda spektrala înfrasor bi wan pêlan destpê dike ku hinekî ji pêlên ronahiya sor (pêlên herî dirêj ên di spektrala dîtbar de) dirêjtir in; lewma TÎ ji çavê însanan nayê dîtin. Bi gelemperî (li gorî pîvanên ISO û CIE) tê qebûlkirin ku TÎ dirêjahiya pêlan ji nêzîkî 780 nm heta 1 mm li xwe digire.[1][2] TÎ bi gelemperî bo du beşan tê dabeşkirin: TÎya termal (germî) ya bi pêlên dirêj ku ji çavkaniyên li ser rûyê Erdê derdikeve û TÎya bi pêlên kurt (an jî TÎya nêzîk) ku beşek ji spektrala rojê ye. Carinan pêlên TÎyê yên dirêjtir (30–100 μm) wekî beşek ji banda radyasyonên terahertz têne hesibandin. Nêzîkî gî radyasyonên laşê-reş ên ji tiştên ku germahiya wan nêzîkî germahiya odeyê ye, di nav banda TÎyê de ne. Wekî cureyekî RMEyê, TÎ enerjî û momentumê hildigire, zexta radyasyonê pêk tîne û xwediyê taybetmendiyên hem pêlê û hem jî keriyekê (fotonê) ye.[3]

Ji mêj ve dihat zanin ku agir germahiya nedîtbar derdixe; di sala 1681ê de, lêkolînerê pêşeng Edme Mariotte nîşan da ku cam, herçend rê dide ronahiya rojê derbas bibe jî, rê li ber germahiya tîrêjî digire.[4][5] Di sala 1800ê de, stêrknas William Herschel bi rêya tesîra wê ya li ser termometrekê, keşf kir ku tîrêjên înfrasor cureyekî tîrêjên nedîtbar in ku di spektrumê de xwediyê enerjiyeke kêmtir in li gorî ronahiya sor.[6] Bi rêya lêkolînên Herschel, di dawiyê de derket holê ku hinekî zêdetirî nîvê enerjiya ji rojê, bi şêweyê tîrêjên înfrasor digihîje Erdê. Hevsengiya di navbera tîrêjên înfrasor ên hatine mijandin û yên hatine derxistin de, tesîreke giring li ser avhewayê Erdê dike.

Wexta ku molekul tevgerên xwe yên zivirîn û lerizînê diguherînin, tîrêjên înfrasor derdixînin an jî wan dimijin. Ew tîrêj bi rêya guhertina kêliya dîpolê, modên lezirînê yên di molekulê de çalak dikin; ew yek jî wê dike navçeyeke frekansê ya bikêr ji bo lêkolîna van rewşên enerjiyê yên molekulên xwedî sîmetriya guncaw. Spektroskopiya înfrasor, mijêtin û derbasbûna fotonan di navçeya înfrasor de lêkolîn dike.[7]

Tîrêjên înfrasor di sepanên pîşesazî, zanistî, leşkerî, bazirganî û bijîşkî de têne bikaranîn. Amûrên dîtina şevê yên ku ronahiya çalak a nêzîkî înfrasor bikar tînin, dihêlin ku mirov an heywan bêyî ku çavdêr were tespîtkirin werin çavdêrîkirin. Astronomiya înfrasorê teleskopên bi sensoran ve girêdayî bikar tîne da ku derbasî herêmên tozî yên fezayê yên wekî ewrên molekulî bibe, tiştên wekî gerstêrkan tespît bike û tiştên ku ji rojên destpêkê yên gerdûnê pir sor bûne bibîne.[8] Kamerayên resimkirina germî yên înfrasor ji bo tespîtkirina windabûna germê di sîstemên îzolekirî de, ji bo çavdêriya guherîna herikîna xwînê di çerm de, ji bo alîkariya agirkujiyê û ji bo tespîtkirina germbûna zêde ya pêkhateyên elektrîkê têne bikaranîn.[9] Sepanên leşkerî û sivîl bidestxistina hedef, çavdêrî, dîtina şevê, armanckirin û şopandinê vedihewîne. Însan di germahiya laşê normal de bi giranî di dirêjahiya pêlên dora 10 μm de tîrêjê belav dikin. Bikaranînên ne-leşkerî analîza karîgeriya germî, çavdêriya jîngehê, vekolînên tesîsên pîşesaziyê, tespîtkirina operasyonên mezinbûnê, hesaskirina germahiya ji dûr ve, ragihandina bêtêl a kurt-menzîl, spektroskopî û pêşbîniya hewayê vedihewîne.

  1. Vatansever, Fatma; Hamblin, Michael R. (1 çiriya paşîn 2012). "Far infrared radiation (FIR): its biological effects and medical applications". Photonics & Lasers in Medicine. 4: 255–266. doi:10.1515/plm-2012-0034. ISSN 2193-0635. PMC 3699878. PMID 23833705.
  2. "Definition of INFRARED". www.merriam-webster.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 tebax 2026.
  3. "Infrared radiation | Definition, Wavelengths, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 22 hezîran 2026. Roja gihiştinê 12 tebax 2026.
  4. "The Founding Fathers v. The Climate Change Skeptics – The Public Domain Review". publicdomainreview.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 tebax 2026.
  5. "Global Warning, Climate Change". nsdl.library.cornell.edu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 tebax 2026.
  6. Rowan-Robinson, Michael (2013). Night vision: exploring the infrared universe. Cambridge: Cambridge university press. rr. 23. ISBN 978-1-107-02476-2.
  7. "Infrared Spectroscopy". www.cem.msu.edu. Roja gihiştinê 12 tebax 2026.
  8. "Infrared Astronomy". www.ipac.caltech.edu. Roja gihiştinê 12 tebax 2026.
  9. "The Working Principle and Key Applications of Infrared Sensors". AZoSensors.com (bi îngilîzî). 7 çiriya pêşîn 2013. Roja gihiştinê 12 tebax 2026.