Here naverokê

Tûnela Ewrasyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tûnela Ewrasyayê
Têgihiştinî
Navê fermîAvrasya Tüneli
CihTengava Stembolê, Stembol, Tirkiye
RewşÇalak e
LêçûnUS $1 mîlyar 245 mîlyon
RêkD-100
Destpêka rêkKumkapı (Ewropa)
Dawiya rêkKoşuyolu (Asya)
Xebitandin
Destpêka xebatê26ê sibata 2011an
Dawiya xebatêKanûna pêşîn a 2016an
Vebûn20ê kanûna pêşîn a 2016an[1]
XwedîAvrasya Tüneli İşletme İnşaat ve Yatırım A.Ş.
MakînevanAvrasya Tüneli İşletme İnşaat ve Yatırım A.Ş.
AjotkerTirombêl û mînîbûs
Mesrefa derbasbûnê₺17
Wesayîtên rojane~120.000
Teknîkî
EndezyarYapi Merkezi & SK E&C Joint Venture
Dirêjahî5 km
RêkokDu hatin, du çûyîn
Lez70 km/st [2]
Kotê nizm-106 m.
FirehîTBM kûrahî: 13,7 m
Xûzî%5
Rêka nexşeyê

Tûnela Ewrasyayê (bi tirkî: Avrasya tüneli) tûneleke otobanê ye ku di bin ava tengava Stembolê re parzemînên Asya û Ewropayê bi hev re girê dide. Avakirina tûnelê di 26ê sibata sala 2011an de hatiye destpêkirin ku bi tevahî rê, tevî tûnelê û rêyên girêdayî 14,6 kîlometre ye.[3][4][5] Armanc tûnelê ev e ku dema rêwîtiyê di navbera Kumkapı û Koşuyolu de ku di trafîka giran de digihîja 100 xulekan, kêm bike û daxîne 5 xulekan.[6][7]

Projeya ku bi qasî 1,2 kîlometre li başûrê Mermereyê hatiye çêkirin ku bi sê piran û ferîboteke otomobîlan re derbasbûneke otobanê ya alternatîv li ser Bosforê peyda bike, tê çaverêkirin ku tûnel bi parvekirina barên trafîkê yên sê pirên heyî û ferîbota otomobîlan, pergalek veguhastina bajarî ya hevsengtir li Stembolê peyda bike. Tûnela Ewrasyayê piştî tûnela Mermereyê ku tûneleke metroyê ye duyem tûnela binavî ya Stembolê ye.

  1. ^ Avrasya Tüneli Aralık'ta hizmete açılacak
  2. ^ https://www.avrasyatuneli.com/_assets/pdf/avrasya-brosur-en.pdf
  3. ^ "Wayback Machine" (PDF). events.unicredit-cib.eu. Roja gihiştinê 26 îlon 2025.
  4. ^ "Istanbul's $1.3BN Eurasia Tunnel prepares to open". www.aa.com.tr. Roja gihiştinê 26 îlon 2025.
  5. ^ Sabah, Daily (20 kanûna pêşîn 2016). "Eurasia Tunnel opens, linking Europe and Asia in 15 minutes". Daily Sabah (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 26 îlon 2025.
  6. ^ "Kolandina li Tûnela Avrasyayê ya duqatî berdewam dike". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). 3 îlon 2013. Roja gihiştinê 26 îlon 2025.
  7. ^ "Istanbul Strait Tunnel (Eurasia Tunnel) | Arup | A global firm of consulting engineers, designers, planners and project managers". www.arup.com. Ji orîjînalê di 16 nîsan 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 îlon 2025.