TSH
TSH | |
|---|---|
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
TSH yan jî hormona derdana tîroîdê (bi înglîzî: Thyroid-stimulating hormone) di heman demê de wekê tîrotropîn û hormona tîrotropîk jî tê zanîn hormoneke hîpofîzê ye ku derdana tîroîdê teşwîq dike ku tîroksîn (T4) û piştre trîîodotîronîn (T3) hildiberîne ku metabolîzmaya hema hema hemî şaneyê di laş de şîyar dike.[1] TSH hormonek glîkoproteîn e ku ji aliyê xaneyên tîrotropê yên di rijêna hîpofîza pêş de tê hilberandin ku fonksiyona endokrîn a tîroîdê sererast dike.[2]
Fîzyolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Asta hormonê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]TSH (nîvê jiyana wê nêzîkî seatekê ye) rijêna tîroîdê şîyar dike ku hormona tîroksîn (T4) çêdike ku bandoreke hindik li ser metabolîzmayê dike. Piştre T4 vediguhere trîîodotîronîn (T3) ku ew hormoneke çalak e ku metabolîzmayê şiyar dike. Nêzîkî ji %80ê vê veguherînê di kezeb û organên din de û ji %20 jî di tîroîdê bixwe pêk tê.[1]
TSH di tevahiya jiyanê de tê derdan lê bi taybetî di demên mezinbûn û pêşketina bilez de û her weha di bersiva stresê de digihîje astên herî bilind.
Hîpotalamus, li bingeha mêjî, hormona berdana tîrotropîn (TRH) hildiberîne. TRH rijêna pêş a hîpofîzê şîyar dike ku TSHê hilberîne.
Somatostatîn jî ji aliyê hîpotalamusê ve tê hilberandin û bandoreke berevajî li ser hilberîna TSH a ji aliyê hîpofîzê ve dike ku berdana wê kêm dike an jî asteng dike.
Rêjeya hormonên tîroîdê (T3 û T4) di xwînê de berdana TSH aliyê hîpofîzê ve tê sererast kirin; dema ku rêjeya T3 û T4 kêm be, hilberîna TSHê zêde dibe û berevajî vê, dema ku rêjeya T3 û T4 zêde be, hilberîna TSHê kêm dibe. Ev mînakeke ji xeleka bersiva neyînî ye.[3] Her nelihevhatinek di nirxên pîvandî de, ji bo nimûne TSHya nizmnormal digel T4a nizmnormal, dibe ku nîşana nexweşiya sêyem (navendî) û patolojiya TSHê berbi TRHê ve be. Asta bilind a T3 ya berevajî (RT3) digel TSH a nizmnormal û nirxên T3, T4 ên nizmnormal ku wekê nîşaneya sendroma nexweşiya othîroîd tê hesibandin, dibe ku ji bo tîroîdîta subakût a kronîk (SAT) bi derdana hormonên subpotent jî were lêkolîn kirin. Nebûna antîkoran li nexweşên ku di demên berê de teşhîsa tîroîda otoîmmûn lê hatiye danîn, ji bo pêşveçûna heta di hebûna TSH a normal de jî SAT her gav gumanbar dibe. Ev yek ji ber ku hê jî başbûnekê ji bo otoîmmûnîteyê nayê zanîn.
Ji bo şîrovekirina klînîkî ya encamên laboratîfê girîng e ku were zanîn ku TSH bi awayekî pulsasyonî tê berdan[4][5][6] ku di encamê de hem rîtmên sîrkadyen û hem jî ultradiyen ên konsantrasyonên wê yên serumê çêdibin.[7]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b "Overview of the Thyroid Gland: Thyroid Gland Disorders: Merck Manual Home Edition". www.merckmanuals.com. Roja gihiştinê 14 tîrmeh 2025.
- ^ The American heritage dictionary of the English language (Çapa 4). Boston New York: Houghton Mifflin. 2000. ISBN 978-0-395-82517-4.
- ^ Estrada, Joshua M.; Soldin, Danielle; Buckey, Timothy M.; Burman, Kenneth D.; Soldin, Offie P. (2014). "Thyrotropin Isoforms: Implications for Thyrotropin Analysis and Clinical Practice". Thyroid®. 24 (3): 411–423. doi:10.1089/thy.2013.0119. ISSN 1050-7256. PMC 3949435.
- ^ Greenspan, Susan L.; Klibansk, Anne; Schqenfeld, David; Ridgway, E. Chester (1986). "Pulsatile Secretion of Thyrotropin in Man*". The Journal of Clinical Endocrinology & Metabolism (bi îngilîzî). 63 (3): 661–668. doi:10.1210/jcem-63-3-661. ISSN 0021-972X.
- ^ Brabant, G.; Prank, K.; Ranft, U.; Schuermeyer, Th.; Wagner, T. O. F.; Hauser, H.; Kummer, B.; Feistner, H.; Hesch, R. D.; MüHlen, A. Von Zur (1990). "Physiological Regulation of Circadian and Pulsatile Thyrotropin Secretion in Normal Man and Woman*". The Journal of Clinical Endocrinology & Metabolism (bi îngilîzî). 70 (2): 403–409. doi:10.1210/jcem-70-2-403. ISSN 0021-972X.
- ^ Samuels, M. H.; Veldhuis, J. D.; Henry, P.; Ridgway, E. C. (1990). "Pathophysiology of Pulsatile and Copulsatile Release of Thyroid-Stimulating Hormone, Luteinizing Hormone, Follicle-Stimulating Hormone, and α -Subunit*". The Journal of Clinical Endocrinology & Metabolism (bi îngilîzî). 71 (2): 425–432. doi:10.1210/jcem-71-2-425. ISSN 0021-972X.
- ^ Hoermann, Rudolf; Midgley, John E. M.; Larisch, Rolf; Dietrich, Johannes W. (20 çiriya paşîn 2015). "Homeostatic Control of the Thyroid–Pituitary Axis: Perspectives for Diagnosis and Treatment". Frontiers in Endocrinology (bi îngilîzî). 6. doi:10.3389/fendo.2015.00177. ISSN 1664-2392. PMC 4653296.
{{cite journal}}: CS1 maint: unflagged free DOI (lînk)