Telet Paşa
| Serokwezîrê osmanî (d) | |
|---|---|
| - | |
| Ottoman Secretary of the Interior (en) | |
| - | |
Hacı Adil Arda (d) Mustafa Arif Deymer (en) | |
| Wezîrê karê hindur |
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Cihê goristanê |
Monument of Liberty, Istanbul (en) |
| Navê rastî |
مُحمَّد طلعت پاشا |
| Hevwelatî | |
| Pîşe |
Siyasetmedar, serokwezîr |
| Partiya siyasî | |
| Endamê | |
| Cezayê birrî | |
| Mehkûmkirin | |
| Xelat |
Grand Cross of the Order of the Cross of Liberty (d) () |
Mehmed Telet Paşa (jdb. 1ê îlona 1874an - m. 15ê adara 1921an) Wezîrê Karên Hundir û sedrezemê ê Împeratoriya Osmanî û hevserokê tirkên ciwan bû.
Wekî Wezîrê Karên Hundir, Talât di 24ê nîsana 1915an de li Stembolê fermana girtina rewşenbîrên ermenî daye ku ev yek dibe sedema qirkirina nifûsa ermenan.[1] Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, Talât Paşa reviyaye Almanyayê û li wir bi nasnameyeke sexte dijî ku ji aliyê hevpeymanan ve wekî sûcdarekî şer neyê darizandin. Di 1921an de li Berlînê ji aliyê endamekî rêxistina veşartî ya ermenî "Nemesis" ve hatiye gulebarankirin.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Eslê wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Talât ji malbateke dilnizm dihat û nûnertiya çîneke civakî ya ber bi jor ve diçû ku bi şoreşa bi navê tirkên ciwan a 1908an di împeratoriya osmanî de hatiye ser desthilatê. Bavê wî bi eslê xwe pomak û roman bû.[2] Bavê wî ji bajarê Kirceliyê bû lê diya wî ji malbateke tirk a ji Qeyseriyê bû. Li gorî Ramsaur, malbata Talat Paşa ji bektaşiyan bû ku îro di nav elewiyan de têne hesibandin.[3]
Dema ew şeş salî bû, wî di Şerê rûs û osmaniyan a salên 1877/78an de û dagirkirina deverên di bin kontrola wî yê aliyê Împeratoriya Rûsî ve pêk hatiye. Van serpêhatiyên zarokatiyê ew şekil da û tovên neteweperestiya zêde çand ku dê tevahiya jiyana wî dagir bikira. Di salên xwendekariyê de, ew tevlî baskê neteweperest ê tevgera tirkên ciwan bûye ku ji bo rizgarkirina xanedana osmanî ji gefên hêzên mezin ên emperyalîst diparast.
Talât dibistan teman nekir, ew kete xizmeta sivîl û kariyera xwe wekî operatorê telgrafê berdewam dike. Di heman demê de, ew yek ji kesayetek pêşeng ê di nav tirkên ciwan de ku nifşê damezrîner ê kevin dûr xistiye. Çalakiyên siyasî yên tirkên ciwan li dijî hikûmeta siltan Ebdulhemîd II bûn ku destûra lîberal a sederezem Mîdhat Paşa ya sala 1876an rawestandibû. Têkoşîna ji bo mafên bingehîn ên sivîl bi hewldanek darbeyê di 1896an de gihîşt lûtkeyê ku bi ser nekeve. Di 1906an de, Talât endamê damezrîner ê komîteya ciwanên tirk û komîteya Îtihad û Tereqî bû û piştrast kiriye ku tevgera tirkên ciwan di destpêka sedsalê de hejmareke zêde ya piştgiran di nav efserên Tirk de bi dest xistiye. Têkiliyên wî bi taybetî bi garnîzona xwe ya li Selanîkê re nêzîk bûn û bilindbûna Enver Paşayê ciwan pêşve xist.[3]
Şoreşa tirkên ciwan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di bin serokatiya Enver Paşa de, di 1908an de li Selanîkê serhildanek eşkere derdike ku efser û leşker jî tevlî wê dibin. Serdestiya arteşê ya leşkerên ku ji hêla Enver Paşa ve hatine seferber kirin, hikûmetê neçar kiriye ku îstifa bike. Di 24ê tîrmeha 1908an de, Ebdulhemîd II neçar ma ku Destûra Bingehîn a sala 1876an vegerîne, sansurê rake û efûyeke ragihîne. Talât wekî nûnerê parêzgehê Edirneyê ji bo "Komîteya Îtîhad û Tereqî" dikeve meclisê. Partiya wî bandorek diyarker li ser hikûmeta ku nû ava divê, bi dest dixe.[4] Di 13ê nîsana 1909an de, hêzên dilsoz ên siltanê hewl dane ku li dijî desteserkirina desthilatdariyê ji aliyê ciwanên tirk ve derbeyek pêk bînin lê leşkerên bi serokatiya Enver Paşa û Cemal Paşa piştî sê rojan derbeyê tepeser dikin. Piştre ciwanên tirk siltan Ebdulhemîd II ji ser textê tînin xwarê û birayê wî û mîratgirê text, Mehmed V, li cihê wî tînin ser textê ku birayê wî sond dixwe ku ji destûrê re dilsoz be û hevsengiya nû ya hêzê qebûl bike.[5]
Wezîrê Karên Hundir
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wek serokê siyasî yê "Komîteya Îtîhad û Tereqî", Talât ji 1909an û pê ve di dagirtina meqamên bi bandor ên dewletê de bi şopîneran karî. Piştî veguherîna bernameya Ciwanên Tirk - ku orîjînala wê ya demokratîk-parlamenter, ku hevkariya nêzîk bi kêmneteweyên împeratoriyê re dihewîne, bi fikra dîktatoriyek neteweperest-îslamî ya hişk re li hember pirsgirêkên mezinbûyî zêdetir hate guhertin - Talât bi xwe di 1911an de wekî Wezîrê Karên Hundir ket hikûmetê û orîjînala neteweperest-tirk a dewletê xurttir kir. Lêbelê, ji ber têkçûna leşkerî di Şerê Îtalî-Tirk de, çewisandina siyasî ya hêzên muxalefetê li welêt, û kiryarên tundûtûjiyê yên ji hêla dewletê ve li dijî welatiyên ku ne ji neteweya Tirk bûn, Ciwanên Tirk di tîrmeha 1912an de desthilatdarî winda kirin. Lê jixwe di çileya 1913an de - di nîvê Şerê Balkanê yê Yekem ê 1912/13an de, ku têkçûnek din anî Împeratoriya Osmanî - Talât, digel Enver û Cemal, darbeyek ji hêla Ciwanên Tirk ve li dijî hikûmeta nû ya qels organîze kir.
Derbeya leşkerî serkeftî bû û Talât careke din bû Wezîrê Karên Hundir ê Împeratoriya Osmanî, ku wî bi hêzên dîktatorî ligel Wezîrê Şer Enver Paşa û Wezîrê Deryayî Cemal Paşa wekî Sê Paşayên Ciwanên Tirk bi rêvebir. Berevajî du serokên leşkerî yên Ciwanên Tirk, Talât xwe dispêre rêveberiya împeratoriyê, ku wî bi awayekî sîstematîk bi ajanên pêbawer, heta li parêzgehan jî û bi bingehek îdeolojîk a neteweperest a pergala partiya "Îtîhad" a Ciwanên Tirk ve ferz dikir.
Berevajî Enver Paşa, ku li hevpeymaniyeke leşkerî bi Împeratoriya Almanî re digeriya, Talât siyaseteke derve ya bêalî hilbijart. Lêbelê, ramanên wî yên siyaseta derve bi ser neketin û Împeratoriya Osmanî di payîza 1914an de wekî hevalbendek Almanya û Awistirya-Mecaristan ket Şerê Cîhanê yê Yekem.
Berpisiyariya wî di nijadkujiya ermeniyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Talât, ku heta 1917an Wezîrê Karên Hundir di meqamê Împeratoriya Osmanî ma, di serî de berpirsiyarê qirkirina Ermeniyan bû, ku bi giranî di salên 1915/16an de qewimî û ji hêla Talât ve bi alîkariya rêveberiya dewletê, lê di heman demê de bi rêya hin rêxistinên veşartî yên di nav partiya wî de jî hate organîzekirin. Wekî Wezîrê Karên Hundir, Talât fermanên taybetî yên dersînorkirinê da, ku bi fermî wekî ji nû ve bicihkirina kêmneteweyek ne pêbawer a bi şer ve girêdayî hatin rewakirin, di heman demê de bi nefermî piştrast kir ku ev ferman bi rastî wekî rêwerzên qirkirinê têne fêmkirin û bicîh anîn. Ji bo vê armancê, wî di nav partiyê de milîsek navxweyî ya Ciwanên Tirk ava kir û di heman demê de desthilatên xwe yên wekî Wezîrê Karên Hundir bikaranî da ku walî û karbidestên bêdil ji holê rake. Rêvebirên navçeyê yên Licê, Midyad, Amed û Qubîn, û herwiha walî û Muntefak, ji ber vê sedemê hatin kuştin an jî îdamkirin û li şûna wan alîgirên xeteke radîkal hatin bicihkirin. Gotineke navdar a Talât Paşa ev e: "Pirsgirêka Ermeniyan êdî tune ye." Ev daxuyanî, ku Talât pê re di dawiya tebaxa 1915an de ferman da ku sirgûn û hemû tedbîrên li dijî Ermeniyan werin rawestandin, di dosyayên Wezareta Karên Derve ya Almanya de hatiye belgekirin.

Talât bi xwe, di nav yên din de, hewl da ku berpirsiyariya xwe kêm bike: Hevpeyvînek di rojnameya almanî Berliner Tageblatt de, ew dibêjê (5ê gulana 1916an):[6]
Mixabin, karbidestên belengaz ên ku bi bicihanîna van fermanan [derxistinê] hatine spartin, dema ku erkên xwe pêk dianîn, xwe di van zêdegaviyên ne maqûl de nîşan dan. Van bûyerên trajîk ji şevek bêxewiyê bêtir ji min winda kirin.
Di kongreya dawî ya komîteya Îtîhad û Tereqî de, Talât dîsa bûyer qebûl kir, lê îdia kir ku ew ji hêla çapemeniya ermenî û yewnanî ve hatî mezinkirin (1ê mijdara 1918an):[7]
Gelek efseran ji pêwîstiyê zêdetir hêz û şidet bi kar anîn. Li gelek deveran, hin mirovên bêguneh bi neheqî bûn qurbanî.
Bîranînên piştî mirina Talât Paşa (1921, ji aliyê jina Talat ve hatiye weşandin):[8]
Porta Bilind [...] dixwest ewlehiya artêş û nifûsê misoger bike û tedbîrên enerjîk girt da ku van serhildanan asteng bike. Sirgûnkirina Ermeniyan yek ji van tedbîrên pêşîlêgirtinê bû. Ez mikur têm ku sirgûnkirin li her derê bi qanûnî nehat kirin. Li hin deveran, kiryarên neqanûnî hatin kirin. Nefreta berê ya di navbera xiristiyan û misilmanan de, ku ji ber çalakiyên barbar ên yên berê zêde bû, gelek encamên trajîk çêkir. Hin rayedaran desthilatdariya xwe bi awayekî xirab bikar anîn, û li gelek deveran mirovan tedbîrên pêşîlêgirtinê girtin destê xwe, ku di encamê de mirovên bêguneh rastî muameleya xirab hatin. Ez vê yekê mikur têm. Ez her wiha mikur têm ku erkê hikûmetê bû ku pêşî li van binpêkirin û kiryarên tundûtûjiyê bigire, an jî qet nebe sûcdarên wan bigire û bi tundî ceza bike.
Serdema sedrazmê (1915-1918)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di navbera salên 1915 û 1918an de, Telet ji bilî Wezîrê Karên Hundir, di hikûmeta osmanî de bi awayekî demkî wezîfeyên din jî girt ser xwe, di nav wan de Wezaretên Darayî û Poste û Telekomunîkasyonê.[9]
Ji sibata 1917 heta cotmeha 1918an, Telet, ku ji ber vê yekê bi navê "Paşa" hat naskirin û wek sedrazmê, bi vî awayî serokê hikûmeta Împeratoriya Osmanî kar kir.[9] Ji ber ku têkçûna hevalbendê wî yê sereke, Almanya, di dema şer de eşkere bû, ew neçar ma ku di 8ê cotmeha 1918an de ji vê meqamê îstifa bike, lê heta avakirina hikûmeta nû di bin serokatiya Wezîrê Şer ê berê Ehmed Îzet Paşa de di 14ê cotmeha 1918an de wekî wekalet di wezîfeyê de ma.[10]
Sirgûniya wî li Almanyayê (1918-1921)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Telet Paşa ji 10ê mijdara 1918an heta mirina xwe ya bi tundî li Berlînê bi navê Ali Sai jiya. Keştiyeke binavî ya Alman di şeva 2-3ê mikdara 1918an de Talat, Enver, Cemal Paşa, Doktor Nazim, Bahaettîn Şekîr û Cemal Azmî anîn Odesayê.[11]
Telet Paşa di destpêkê de planên revê yên hevalên partiya xwe red kirin û xwest ku bi hesabpirsînê re rû bi rû bimîne. Lêbelê, ew zû hat razîkirin ku hesabpirsînê ji bo paşê paşde bixe, "gava ku welat ji kontrol û bandora biyanî azad bibe" (gotin ji nameya wî ya 2ê mijdara 1918an, ji bo cîgirê wî, Ehmed Îzet Paşa).[11]
Her çiqas di 1919an de ji aliyê hikûmeteke nû, lîberal û pro-brîtanî ya li Stembolê ve bi nelirêtî cezayê darvekirinê lê hat birîn jî, Telet ji Berlînê ji bo vegera xwe ya siyasî li Tirkiyeyê xebitî, li wir wî piştgirî da milîsên li dora Mustafa Kemal di Şerê Rizgariya Tirkiyeyê (Kuvayı Milliye) de, ku ew hêvî dikir ku di pêşerojê de serokatiya wî bigire ser xwe.[12]
Balyozê Osmanî yê nû li Berlînê, Rifat Paşa, piştî ku ji hebûna Telet Paşa li Berlînê agahdar bû, daxwaz kir ku rayedarên Alman Telet Paşa radestî Tirkiyeyê bikin.[12] Wî her wiha hewl da ku Klûba Tirkan a li Berlînê bikar bîne da ku li dijî Ciwanên Tirk ên ku li Almanya penaberiyê dixwazin, hestan derxîne. Lêbelê, rayedarên Alman daxwaza Rifat Paşa ya ji bo dersînorkirinê red kirin.[12]
Kuştina wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di 15ê adara 1921an de, Soxomon Tehliyrian li ser rêya Hardenbergê li nêzîkî apartmana xwe Telet Paşa ji pişt ve gulebaran kir. Tehliyrian endamê komandoya veşartî ya Ermeniyan a operasyona Nemesis bû, ku sûcdarên qirkirina Ermeniyan dişopandin û dikuştin. Di doza kuştinê ya paşê de ji sûcê kuştinê ji ber dînîtîyê beraet kir, ji ber ku dadgehê texmîn kir ku azadiya îradeya bersûc di dema sûc de sînordar bû.[13] Tehliyrian bi xwe kuştin bi van gotinan rewa kir: "Min kujerê jina xwe û dapîr û bapîrên xwe înfaz kir." Efserên Alman ên ku di mîsyona leşkerî ya Alman de li Împeratoriya Osmanî ya wê demê bûn hatin lêpirsîn û li dijî serokatiya leşkerî ya Împeratoriya Osmanî sûcdarî kirin,[14] her çend dozgerê giştî red kir ku berpirsiyariya Telet ji bo komkujiyan piştrast bike. Dadgehê tenê lêkolîn kir ka Tehliyrian ji sûcê Telet bawer bû. Li gorî dozger, ev bi tevahî bes bû ku motîfa Tehliyrian zelal bike.[15]
Wêje
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Akçam, Taner (2007). A Shameful Act [Kiryareke şermokî]. London: Macmillan.
- Gingeras, Ryan (2022). The Last Days of the Ottoman Empire [Rojên dawî ên Împeratoriya Osmanî]. Great Britain: Penguin Random House. ISBN 978-0-241-44432-0.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Melson, R. (1 kanûna paşîn 2008). "A Shameful Act: The Armenian Genocide and the Question of Turkish Responsibility, Taner Akcam (New York: Metropolitan Books, 2006), xii + 467 pp., $30.00". Holocaust and Genocide Studies. 22 (1): 186–187. doi:10.1093/hgs/dcn005. ISSN 8756-6583.
- ↑ Timur, Taner (2000). Türkler ve Ermeniler: 1915 ve sonrası (bi tirkî). İmge Kitabevi. r. 53. ISBN 978-975-533-318-2.
- 1 2 Stewart-Robinson, J.; Ramsaur, Ernest Edmondson (1 çiriya pêşîn 1958). "The Young Turks: Prelude to the Revolution of 1908". Journal of the American Oriental Society. 78 (4): 113. doi:10.2307/595800. ISSN 0003-0279.
- ↑ Kieser 2018, r. 53.
- ↑ Kieser 2018, r. 68.
- ↑ La Suisse et les Grandes Puissances, 1914-1945. Librairie Droz. 1 tîrmeh 1999. r. 206. ISBN 978-2-600-00364-3.
- ↑ Betts, Robert Brenton (8 kanûna pêşîn 1987). "The Armenian File: The Myth of Innocence Exposed, by Kamuran Gürün. xvii + 323 pages. St. Martin's Press, New York1985. $29.95". Middle East Studies Association Bulletin. 21 (2): 214. doi:10.1017/s0026318400018988. ISSN 0026-3184.
- ↑ "Posthumous Memoirs of Talaat Pasha". Current History. 15 (2): 295. 1 çiriya paşîn 1921. doi:10.1525/curh.1921.15.2.287. ISSN 0011-3530.
- 1 2 Akçam 2007, r. 245.
- ↑ Akçam 2007, r. 243.
- 1 2 Dadrian, Vahakn N. (1 kanûna pêşîn 2011). History of the Turko-Armenian Conflict. Berghahn Books. rr. 324–324. ISBN 978-0-85745-286-3.
- 1 2 3 Modern Armenia people, nation, state.
- ↑ Petrossian, Gurgen; Babaian, Sarah (2022). VIII. Rechtslage der Flüchtlinge. Nomos Verlagsgesellschaft mbH & Co. KG. rr. 399–412.
- ↑ Böer, Ingeborg; Haerkötter, Ruth; Kappert, Petra (2002). Türken in Berlin 1871-1945: eine Metropole in den Erinnerungen osmanischer und türkischer Zeitzeugen. Berlin: W. de Gruyter. ISBN 978-3-11-017465-6.
- ↑ "reihe-pogrom-der-volkermord-an-den-armeniern-vor-gerichtder-prozess-talaat-pascha-apr-1980-157-pp". Human Rights Documents online. Roja gihiştinê 23 tîrmeh 2025.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Telet Paşa de hene