Tara Caf

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tara Caf
Jiyan
Jidayikbûn1958 (65–66 salî)
Bexda, Iraq
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî (hewramanî)
Pîşestranbêj
AmûrÇeng (Harp)
Malperwww.tarajaff.com
biguhêreBelge

Tara Caf (jdb. 1958) hunermendeka kurd û stranbêje.

Tara Caf sala 1958 li Bexdayê ji dayik bûye. Hunermed, keça eşîra Caf û helebçeyî. Tara, ji ber ku bavê wê jî hunermendê muzîkê bû, ji bal bavê xwe jî hatiye perwerdekirin û stirîna bi zaravaya hewramî ji bavê xwe hîn bûye.

Tara Caf ji ber ku malbata wê bû penaber ji sala 1979ê vir ve li Londonê dijî. Di sala 1991ê de dest bi hînbûna enstrumana "çengê (arp) kir.

Enstrumana çeng heta sedsala 17'an jî enstrumana mîrên faris û kurdan bû. Lê piştre hêdî hêdî wenda bû û qanûnê ciyê wî girt. Bi saya Tara Caf kurd dîsa vê enstrumanê nas dikin.

Tara Cafê konser li Amedê û Stenbolê jî dane.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dilley Diwanem

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]