Tara Mamedova
Tara Mamedova | |
---|---|
Jiyan | |
Jidayikbûn | 22ê nîsana 1983an Kok-Yangak, Qirgizistan |
Netewe | Kurd |
Pîşe | stranbêj |
Salên çalak | 2010–niha |
Malper | taramamedovaofficial.com |
biguhêre |
Tara Mamedova (jdb. 22ê nîsana 1983an li Kok-Yangak, Qirgizistan) stranbêjeke kurd e ku bi eslê xwe ji kurdên Qirgizistanê ye. Tara Mamedova niha li bajarê Stembolê dijî.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tara Mamedova di roja 22ê nîsana sala 1983an de li bajarê Kok-Yangakê (li Qirgizistanê) ji dayik bûye.[1] Heya temenê 8 saliya xwe li heman bajarê zarokatiyê derbas dike.[2] Piştî ku Yekîtiya Sovyet belav dibe û li herêmê nîjadperestî xurtir dibe malbata wê neçar dimîne ku ji Moskowê koçê bajarê Saratovê bibin û malbata wê 4 sal li bajarê Saratovê dimîne.[1]
Tara Mamedova ji ber ku di temenê zarokatiya xwe de bi stranbêjiyê re eleqedar dibe bi pêşengiya dayika xwe di beşên cuda yên hunerê de perwerde werdigire ku dayika Mamedova wê dişîne dibistanên dans, şano û muzîkê.[1] Piştre ew li bajarê paytext li Moskowê perwerdeya muzîkê dibîne û piştre malbata wê koçê Fransayê dibe û perwerdehiya xwe ya muzîkê li Parîsê berdewam kiriye.
Malbata Tara Mamedova ji Bakurê Kurdistanê ji navçeya Bazîdê koçê Qazaxistanê bûne.[1]
Tara Mamedova zewicandiye û zarokekî wê yê keçik heye. Mamedova di bernameyekê TV'yê de aniye ziman ku keça wî li Tirkiyê asîmîle dibe jiber vî yekê dixwaze keça li Rûsyayê di nav malbata xwe de mezin bike.[2]
Dîskografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Albûm
- Ax
- Berhevkirin (stranên bijare)
- Single
- Nizanim bi Vellúa re (2024)
- Seva çi (2022)
- Ziv (2022)
- Xûçe (bi Rewşan Çeliker re distre) (2022)
- Çû
- Firîn
- Jinên Şengalê
- Serê salê
- Xewna giran
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c d "Biyografi". Tara Mamedova - Official Website (bi tirkî). Roja gihiştinê 20 îlon 2024.
- ^ a b Kurt û Kurmancî - Tara Mamedova | كورت و كورمانجی - تارا مامەدۆڤا (bi îngilîzî), roja gihiştinê 14 adar 2022
Ev gotara ji bo stranbêjeke/î kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |