Îkram Balekanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B +Şablon:Bikarnanîna dîroka rms
Etîket: Betalkirî
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: --Bikaranîna dîroka rms
Etîket: Betalkirina destî
Rêz 1: Rêz 1:
{{Bikaranîna dîroka rms}}
'''Ikram Balekani''', li gorî bilêvkirina kurdî '''Îkram Balekanî''', [[nivîskar]] û rojnamegerekî [[kurd]] e. Bi eslê xwe ji gundê Balekanê ji [[Rojhilata Kurdistanê]] ye. [[Balekan]] ku wekî Baleka jî tê zanîn dikeve ser herêma [[Şipîran]]ê ku bi bajarê [[Dîleman]]ê ve girêdayî ye.
'''Ikram Balekani''', li gorî bilêvkirina kurdî '''Îkram Balekanî''', [[nivîskar]] û rojnamegerekî [[kurd]] e. Bi eslê xwe ji gundê Balekanê ji [[Rojhilata Kurdistanê]] ye. [[Balekan]] ku wekî Baleka jî tê zanîn dikeve ser herêma [[Şipîran]]ê ku bi bajarê [[Dîleman]]ê ve girêdayî ye.



Guhartoya 04:27, 22 tebax 2021

Ikram Balekani, li gorî bilêvkirina kurdî Îkram Balekanî, nivîskar û rojnamegerekî kurd e. Bi eslê xwe ji gundê Balekanê ji Rojhilata Kurdistanê ye. Balekan ku wekî Baleka jî tê zanîn dikeve ser herêma Şipîranê ku bi bajarê Dîlemanê ve girêdayî ye.

Balekanî li bajarê Zahidanê endazyariya komputerê xwend lê ji ber sedemên siyasî ji zanîngehê hate avêtin. Piştre li Stenbolê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi karê rojnamegeriyê kir.

Tevî edîtoriya Pîne di gelek warên cuda yên çapemeniyê de xebitî. Xwediyê malpera qijik.com û edîtorê wê ye.

Niha nivîskarê rojnameya Azadiya Welat e. Navê quncikê wî Şop[1] e.

Balekanî di karê wergêriyê de jî gelek xebat kirine. Ferhenga Balindeyan û Notayên Defa Kurdî ji zimanê farsî wergerandine ser zimanê kurdî. Lê belê hêj çap nebûne. Tenê pirtûkek bi navê Jiyanên Nîvco[2] ya Sırrı Ayhan ji aliyê Weşanxaneya Periyê ve hatiye çapkirin.

Îkram Balekanî ji zimanê parsî ji orijînala çarînên Omerê Xeyam 240 çarîn wergerandin ser zimanê kurdî [3] û ji aliyê weşanên Evrenselê ve hatin tomarkirin.

Çavkanî

  1. ^ Nivîsa wî ya li Azadiya Welat[girêdan daimî miriye]
  2. ^ Jiyanên nîvco, books.google.de
  3. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 gulan 2014{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)