Perikên xwînê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B +Şablon:Bikarnanîna dîroka rms
Etîket: Betalkirî
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: --Bikaranîna dîroka rms
Etîket: Betalkirina destî
Rêz 1: Rêz 1:
{{Bikaranîna dîroka rms}}
[[Wêne:Blausen_0740_Platelets_ku.png|thumb|300px]]
[[Wêne:Blausen_0740_Platelets_ku.png|thumb|300px]]
[[Wêne:1908_Platelet_Development_ku.jpg|thumb|300px]]
[[Wêne:1908_Platelet_Development_ku.jpg|thumb|300px]]

Guhartoya 09:06, 22 tebax 2021

Perikên xwînê wekî trombosît jî tê binavkirin. Bi gelemperî perikên xwînê wekî cureyek ji xaneyên xwînê tê hesibandin. Bi yewnanî trombos “meyîn”, kytos jî bi wateya “xane” tê bikaranîn. Lê bi eslê xwe perikên xwînê xane nînin. Trombosît pirtikên sîtoplazmaya xanêyên gewre (megakaryosît) yên moxa hestî ne[1]. Li moxa hestî de xaneyên gewre (megakaryotîs) perçe dibin. Ji sîtoplazma û hin lebatokên van xaneyan, perikên xwînê çê dibin.

Perikên xwînê bêdendik (bênavok) in. Temenê perikên xwînê 7-12 roj e. Trombosîtên pîr an jî yên bêkêr, di sipil û kezebê de tên hilweşandin. Mîkrolîtreyek (mm3) xwînê de bi qasî 150-400 hezar perikên xwînê heye [2]. Perika xwînê ji xiroka sor û xiroka spî hûriktir e.

Heke di laş de birînek çê bibe, ziyan digihîje lûleyên xwînê, xwîn ji lûleyên ziyangirtî diherikê derve. Divê rê li ber xwînçûyînê bên girtin, yan na, jiyana mirov dikeve xeterê. Karê serekê yê trombosîtan, meyandina xwînê ye. Xwînmeyîn dema xwînçûnê pêk tê. Hinek ji perikên xwînê li sipil de tê embarkirin[3]. Hin caran ji ber hokarên genetîk (bomaweyî) an jî jiber nebûna proteîna meyînê trombosît karê xwîn meyînê pek nayinin, ev rewş wekî nexweşiya xwînberbûn (hemofîlî) tê binavkirin.

Çavkanî

  1. ^ OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 , p 803[1]
  2. ^ OpenStax, Biology for AP® Courses, openstax, 2018 p 1358 [2]
  3. ^ ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [3]Platelets-thrombocytes