Rojavaya Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Balyozxane (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Balyozxane (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 111: Rêz 111:
{{Parçeyên Kurdistanê}}
{{Parçeyên Kurdistanê}}


[[Kategorî:Rojavayê Kurdistanê| ]]
[[Kategorî:Rojavaya Kurdistanê| ]]

Guhartoya 20:34, 28 tebax 2021

Rojavaya Kurdistanê (herwiha Rojavayê Kurdistanê tê gotin), Başûrê Rojavaya Kurdistanê, Başûrê Bîçûk an jî Binxetê, navê perçeya Kurdistanê ye ku dikeve nav sînorên Sûriyê. Serbajarê herêmê Qamişlo ye.

Rûberê Rojavaya Kurdistanê

Rojavaya Kurdistanê parçeya Kurdistanê ya herî biçûk e: 31.000 km² ye[çavkanî hewce ye]. Îro di bin desthilatdariya Sûriyê de ye. Taybetiyeke herêma Rojavaya Kurdistanê heye ku axa wê piranî deşt û berrî ye. Ev herêma han ji rojava ber bi rojhilat ve zirav û dirêj e, û her ku diçe qad û çarçova wê berfireh dibe.

Mirov dikare avhewaya Rojavaya Kurdistanê bike du beş. Beşa yekem avhewaya herêma Efrînê ye. Avhewaya li vê derê nezîkî ya Deryaya Spî ye. Havînan germ e û carnan baran dibare; zivistanan jî zêde ne sar e. Ji ber vê avhewayê herêma Efrînê, şîn e, dar û ber lê zêde ne. Her cureyên daran hene[çavkanî hewce ye]. Lê piranî darên zeytûna ne.

Beşa duyem ku Serê Kaniyê, Hesîçe, Amûdê, Qamişlo û Dêrik hildide nava xwe bi berrî û deşt e. Çiya û daristan nîn in. Zivistan kin in. Hema hema berf nabare. Carinan baran dibare. Di meha Çileyê de li Qamişlokê germahî digihîje +7, li Dêrik û Amûde jî +6 pîleyan. Havîn dirêj in. Germahî pirr e. Ziwayî heye. Havînan ji çolên Erebistan û Sûriyê bayên germ tên û bandor li avhewaya herêmê dikin. Havînan germahî digihêje 40 pîleyî.

Rojava ji Çiyayê Gewr dest pê dike û heta herêma Efrînê û Çiyayê Kurmênc tê. Çiyayê Kurmênc 1200 m bilind e. Ji çiyayê Kurmanc heta Kobanî, axa Kurdistanê teng e û ereb li vê deverê dijîn. Li herêma bajarê Kobaniyê axa Kurdistanê dîsa fireh dibe û kurd li ser axa xwe dijîn.

Qamişlo û Nisêbîn yek bajar in, lê di navbera Tirkiyeyê û Sûrî de hatine dabeşkirin. Qamişlo di desthilatdariya Sûriyê û Nisêbîn jî di bin destê Tirkiyeyê de maye. Hûn di wêneyê de li Nisêbînê ala tirkan û li Qamişloyê jî ala Sûriyê dibînin.

Kantonên Efrînê, Kobanî û Cizîrê yên Rojavaya Kurdistanê (2014)

Di 21´ê rêbendana 2014´an de Rêveberiya xweser a rojavaya Kurdistanê hat denezendin. Rêveberiya xweseriya rojavaya kurd weke sê kantonan hat ragihandin. Kantona pêşî ya ku di 21´ê rêbendanê de rêveberiya wê ya xweser hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Cizîrê bû. Kantona duyem ku di 27´ê rêbendana 2014´an de rêveberiya wê ya xweser hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Kobaniyê bû. Kantona sêyem jî, ku rê veberiya wê di 29´ê rêbendana 2014´an de hat ragihandin in, Rêveberiya xweser a kantona Efrînê bû. Her kanton jî, rêveberî û hikimeta xwe ya demkî ragihandin. Piştî ku ragihandina Rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê jî, êdî di nava kurdan de bi rojan bû sedema şahiyan[çavkanî hewce ye].

Dîroka Rojavaya Kurdistanê

 Gotara bingehîn: Dîroka Rojavaya Kurdistanê

Dîroka Rojavaya Kurdistanê, pirr kevn diçê. Bi teybetî, li ser wê axa wê, ji demên Sumeriyan ve li wir jiyane û şariştanî di pêşketinê de ya. Ev herêm Rojavaya Kurdistanê, dikeve keviya çemê mazin û navdar ê Firatê de. Di demên berê de, heta ku digihişt ber çiyayê kurdan û bajarên weke Efrîn, Kobanî, Serêkaniyê çem diharikî. Ev herêm, weke herêmna şîn û pêşketî bûn. jiyane li van herêman, di pirtûkên pîroz de jî bicih bûya. Bi teybetî, ji ber Kobanî û Efrînê û heta ku digihijê Halebê û piştre şamê, weke herêmna ku li wan zanebûn pêş diket bû. Birehim xelîl, çanda wî li vê herêmê bicih bûya. Mîtra, di dema mîtaniyan de hatiya û ew bixwe jî ji Mîtaniyan bûya. Mîtanî jî kurd bûna..[1]

Li herêmê, piştî ku rejima be'sê lê tê û serdest dibê, wê navê herêmê giştkan biguharêne. Lê navê herêmê kevn in. Minak, navê Kobanê[2], ji dema Hûriyan a. Navê Serêkaniyê bi rengê ´weşokanî´ ji dema hûrî û mîtaniyan a û di dema Mîtaniyan de bûya paytaxt ji mîtaniyan re. Herêma Serêkaniyê, piştî ku dewletên Sûrî û tirkiya avabûn, bû du-qat- Qatek li Sûrî ma û rejima Be'sê navê wê gûharand û kir "Rasûlayn". Qata wê ya li aliyê tirkiya ma jî, rejima tirk navê wê guharand û navê wê kir "Ceylanpinar". Lê ev herdû qat jî, berê yekbûn û bajarek bûn. Berê di ber re jî û di navê de jî şaqna ji çemê Firatê diharikî.

Di demên berî zayinê de, di dema Gûtiyan de jî, di nava sînorê gûtiyan de bûya. Piştî gûtiyan re ku hûrî û mîtanî hatin, êdî ew herêm bû weke navend û paytexta wan ku ew lê pêşketin û mazin bûn. Li herêmê, di dema Sumeriyan de, di dema Xanadana Ur de jî, ev herêm ji wê re û ji pêşketina wê re bûya hîm. Ji her sê xanadanên Ur´an re jî wusa bûya. Î ro, di roja me de ku dikeve naqabîna Afrîn û Halabê de, di dema Sumeriyan de ku ji wê re ´Marî´ dihat gotin, nivîsa pizmarî ku li wir hat dîtin, û tercûmeyên wê bi navê "hurrian and hurrian names in the mari tekst" de navê "Kobanê" û hwd hena. Marî, di dema hûrî û mîtaniyan de di nava sînorê hûrî û mîtaniyan de bû.

Di dema hûrî û mîtaniyan de, pêşketina xwe di aramiyê de vê herêmê jiyan kiriya. Lê piştre, di dema Asûriyan de, rastî hêrîşan hatiya. Di dema Îskenderê mekedonî de jî re rastî hêrîşan hatiya. Mediya, di dema ku li herêmê bû desthilatdar ewder di nava sînorê xwe de girt û bi wê re li ser herêmên anatolia jî karî ku serdestiya xwe bide herêkirin. Di pirtûkên pîroz de bahse Nemrûd tê kirin ku di dema Birehim xelîl de jiya ya. Nemrûd jî, di dema xwe de li vê herêmê xwe kiriya hikimdar. Çanda herêmê, heta dema derketina îslemiyetê li gor çanda êzdayiyê bû. Piştre îslemiyetê ewder jî kirina bin destê xwe de û guharand. Piştre, wê demên desthilatdariyên kurd ên dewletên kurd Merwaniyan û Eyûbiyan li herêmê pêş bikevin. Wê herêm, di dema Eyûbiyan de, ji sadsale 11´min û heta sadsale 16´min, wê di bin destê desthilatdariya xanadana eyûbiyan de bimêne. .[3] Piştî ku Osmanî pêşketin, êdî osmaniyan, ewder weke eyeletekê desthilatdariya aşîrên kurd herêkiriya.

Zimanê ku lê tên axiftin

Zimanê ku zêde tê axiftin zimanê kurdî zaravayê kurmancî ye. Lê zimanê erebî, asûrî û hwd jî li herêmê dihên axiftin. Li herêmê, rojnameyên bi kurdî, TVyên bi kurdî jî hene. Ronahî Tv, TVya kurdî ya rojavayê kurdistanê ya. Ji aliyê çapameniyê ve, piştî ku şoreşa rojavayê kurdi bû, êdî hin bi hin pêşveçûnên di qada çapameniyê de jî roj bi roj dibin.

Ol

Olên ku li herêmê dijîn, weke olên sereke Îslamiyet, Êzîdîtî û Mesihî ne. Lê mezhebên van olan, ku mirovên ji wan jî hene. Ji sedî 80îyê wêderê misilman in. Hejmareke mezin ya êzîdiyan jî li herêmê heye û ev jî li gorî ku tê gumankirin ser sedî 10an re ye. Lê gelekan jî, ji herêmên xwe koçberkirine. Berê, ev hejmar pir zêde bû. Her wusa, mesihiyê li herêmê di derûdorê sadî 10´an de ne. Asûrî, piraniyan, ola Mesihiyê ne. Lê ku ne pir zêde jî bin, Kurdên Mesihî jî hene. Her wusa, Kurdên cihûyen jî berê li wir dijîn. Heta dema rejima Be'sê li wir dijîn pişre, hinekan ji wan goçî Îsraîlê kirin û hinekan jî goçî welatên ewropî kirine. Îro, her wusa zêde cihû li herêmê nemane. Lê li çend cihan, hê jî kinîştên wan hena ji bo bergkirinê.

Bajarên Rojavaya Kurdistanê

Bajar û bajarokê herêmê:

Li Rojava Hesîçe bi tenê wîlayet e, yên din qeza û nehiye ne. Qamişlo qezaya Hesîçeyê ye, lê ew ji Hesîçe û hemû bajarên din mezintir e. Qamişlo wekî navend û paytextê herêma Rojavayê Kurdistanê tê qebûlkirin. Li navenda Qamişlo nêzî 150.000 kes dijîn[çavkanî hewce ye]. Li bajarên Sûriyê, li Heleb, Reqa û Şamê jî gelek taxên kurdan hene[çavkanî hewce ye].

Di nava bajarên Rojavaya Kurdistanê ji aliyê ardnîgarî ve Serêkaniyê, Afrîn, Kobanî û Qamişlo û hwd weke bajarna mazin in. Bajarê Serêkaniyê, di rastiyê weke bajarekî pirr mazin a. Lê ji ber ku di nava sînorê tirkiya û Sûrî de hatiya qatkirin û qatek li aliyê tirkiya û ankû bakûrê kurdistanê û qatek li aliyê Sûrî û ankû rojavayê kurdistanê maya, êdî piçûk bûya. Lê ji aliyê ardnîgariyê ve weke bajarê mazin ê dîrokî jî ya. Di dema Mîtaniyan de, Serêkaniyê bi navê ´weşokanî´ herdû bi hevdû ve bûn û paytaxt bû. Weke bajarê mazin ê lê jiyan û şaristanî pêşketî bû. Di nava bajarê de, berî avakirina komare tirk û ya Sûrî, xate trenê di buhurt. Ew xate trenê, piştre kirina weke sînor. Aliyê xate trenê ê li aliyê Sûrî û ankû li aliyê rojavayê kurdistanê li wî alî maya û Aliyê li vî xate trenê jî di nava Sînorê tirkiya û ankû li bakûrê kurdistanê maya.

Bajarên rojavayê kurdistanê, ên weke Amûdê, Afrînê, Qamişlo, Serêkaniyê, Hasakê, Dirbesipiyê. Girê Sipî. Tilkoçer, û hwd, çend ji wan bajarên mazin ku lê pirr mirov dijî na. Tilkoçer, dikeve sînorê Îraqê de. Deriyê li Îraqê, yek jê ji Tilkoçerê divebê.

Desthilatdarî

Desthilatdarî, îro destê kurdan de ya. Kurdan, rêveberiya xwe ya xweser a rojavayê kurdistan ragihandin. Herêma rojavayê kurdistanê, li sê kantonan beşkirin û rêveberî û hikimetên wan ava kirin. Ev hersê kanton jî, ´kantona Cizîrê´. ´kantona Kobaniyê´ û ´kantona Efrînê´ ya. Îro, rojavayê kurdistanê, ji aliyê van hersê rêveberiyên xweser ên kurdistanî ve tê bi rê ve birin. Herêm, bajarê wê ê mazin Qamişlo ya. Qamişlo, weke paytaxta herêmê jî tê dîtin.

Hersê kanton jî, hikimeta wan, ji 22 wezeretan pêk tê. Ew wezeret, xwe li herêmê bi rêxistin dikin û herêmê bi rê ve dibin. Kurdan, piştî ku bi xalkên din ên li herêmê re şoreşa rojava kirin, êdî ew rêveberî jî hatina avakirin û ragihandin. Lê rêveberiyên herêmê, ji aliyê welatên herêmê ên weke tirkiya, Îran û rêveberiya kurd a başûrê kurdistanê ve hatiya xistin bin ambargoyê de. Piştî ku rêveberiya xweser hat ragihandin, ew êdî care pêşî bû ku rêveberiyaka ki ji xalkê li herêmê hatibû avakirin. Lê hêzên weke Tirkiye ji ber ku li dijî rêveberiya bi destê kurdan bûn, hin kurdên ji herêmê di bin navê ENKS`ê re bi rêxistin kirin û li ser wan re xwestin ku rewşeka qatkirî a siyesî biafirênin û bi wê re jî derbeyê li rewş siyesî a Rojavayê kurdistanê bixin.

Piştî ku kurdê rojavayê kurdistanê, bi xalkê din ên li herêmê re ku rêveberiya rojavayê kurdistanê avakirin û ragihandin, êdî bidest dîplomasiya naskirina wê kirin. Gelek heyet avakirin û şandina welatên ewropî û welatên din ên cihanî ku xwe bidina nasîn.

Hêzên parastinê ên Rojavaya Kurdistanê

Piştî ku kurdan li herêmên xwe rêveberiya xwe ya xweser avakirin û ragihandin, êdî hêzeka xwe ya parastinê ku ji kurdên rojavayê kurdistanê û beşên din ên civatî afirî avakirin. Ew jî, navê YPG, Gerîla, Pêşmerge direjîhiya wê "hêzên parastina gel" a. Herêmên kurdan diparêzê. Lê bi wê re jî, YPJ, hat avakirin. Ev jî, weke hêz û artişa jinan a. Pirraniya andamên YPJ´ê ji jinên ciwan ên kurd û komên din ên li herêmê ku dijîn pêk tê. Wekî din jî, Hêza aşayîşê heya. Hêza aşayîşê, kar û erka wê, ew a ku aramiya nava bajaran biparêzê. Weke hêza polisiya a kurdistanî ya.

Hêzên parastina gel´ ku bi navê wê yê kort YPGê, kar û erka wê ew a ku weke artişa rojavayê kurdistanê li dijî hêrîşên ku ji derve ku hatina bi ser rojavayê kurdistanê li pêşiya wan bisekinê. Her wisa, bi vî rengê YPG´ê, em dikarin weke artişa rojavayê kurdistanê jî bi nav bikin. YPG´ê, hemû rojavayê kurdistanê diparêzê. Hîç, cûdahiyê nakê nav de. Herkesekê, li herêmê ku kurd bê û ne kurd bê, wan diparêzê. Aramiya wan çê dike. Her wusa, weke artişa rojavayê kurdistanê, ji aramî û parastina rojavayê kurdistanê ew berpirsiyar a. YPG´ê, ne hêzek siyesî ya. YPG´ê, hêzek leşkerî ya parastinê ya. Artişa rojavayê kurdistanê ya parastinê ya.

Partiyên kurdî

Binêre jî

Çavkanî

  1. ^ Abdusamet Yigit, Pirtûka, ´jiyane di bin roja Mîtra de dimeşê
  2. ^ by Jack M. Sasson - Chapel Hill, North Carolina, HURRIANS AND HURRIAN NAMES IN THE MARl TEXTS
  3. ^ Abdusamet Yigit, Pirtûka, ´di sedsale 21´ê de şoreşa kurd: rojava´

Girêdanê derve