Rojhilata Navîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 7: Rêz 7:
Di dînê Îslamê de piştî mirina Pêxemberê Îslamê hinek guherîn çêbûn ku heta niha hem tesîra xwe li Îslamê jî, li Rojhilata Navîn jî, li dinyayê jî kiriye. Piştî wefata pêxemberê Îslamê, Îslam dibe du çiqên sereke; [[Sunîtî]] û [[Şiîtî]]. Jêkvebûna van herdu grûbên siyasî bingeha xwe ji hilbijartina xelifeyê Îslamê werdigire. Aligirên Şiîtiyê dibêjin ku mafê xelifetiyê yê îmam [[Elî]] ye û mafê hersê xelîfeyên din nasnakin. Di dewama fikrên xwe de dibêjin ku xelîfetî piştî îmamê Elî jî, mafê zurriyeta îmam Elî ye. Li hemberî van fikran, alîgirên Sunitiyê bi dûçûna nijadî hilbijartina xelîfeyê Îslamê qebûl nake. Civaka misliman kê hilbijêre, ew dibe xelîfeyê Îslamê. Ehlê Sunet, serokê civaka misliman wek ''xelîfe'' bi nav dike û hemî erkên Îslamê di destê xelîfe de ne. Lê alîgirên Şiîtiyê serokê civaka Îslamê wek ''îmam'' bi nav dikin. Her wiha alîgirên Şiîtiyê bawer dikin ku îmamê 12emîn berze ye û di axirê zeman de dê vegere dinyayê û wek Mehdî binav dikin. Di Şiîtiyê de jî bi navê ''îsmaîlî'' grûbek heye ku bawer dikin, îmamê 12emîn berze nebûye û îmamên dînê Îslamê heta niha berdewam in û hetta serokê wan yê niha Axa Xan e. Heta dîroka modern ya Rojhilata Navîn em tesîra van herdu mezheban dibînin. Xelîfeyên Îslamê bi dûçûna xwestina civakê û hêza grûbekê tê hilbijartin lê berevajî vê Îmamê Îslamê bi dûçûna sîlsîleya nijadî tê tesbît kirin.

= Dîrok =
== Dîrok ==
Rojhilata Navîn li ber derûna Aûrasiya û Afrîkayê û deryaya navîn û okyanûsa Hîndê ye. Ew cih û navenda derketina olên wekî Xirîstiyanî, Îslam, Cihûtî, Manîçeyî, Êzîdîtî, Durzî, Yarsan û Mandeanîzm e. Olên wekî, Mîtrasî, Zerdeştî, Manîçeyanîzm û Baweriya Baháʼî li rojhilatê navîn derketiye holê. Di dirêjiya dîroka xwe de Rojhilata Navîn bûye navendeke sereke ya karûbarên cîhanê; qada stratejîk, aborî, siyasî, çandî û olî de hesas e. Herêm yek ji wan herêman e ku warê çandinî herêmeke serbixwe hate kifşkirin û Çanda, çandiniyê ji Rojhilata Navîn belav bû. Di dema neolîtîkê de ev çand li herêmên cuda yên cîhanê mîna Ewropa, Geliyê Indus ê û Afrîkaya Rojhilat belav bû.

Guhartoya 18:59, 14 çiriya pêşîn 2021

Rojhilata Navîn
Nexşeya rojhilata navîn bi Kurdistan

Rojhilata Navîn navê erdnîgariyî ye, herêma dikeve Asyaya rojava û Afrîkaya bakur. Kurdistan jî yek ji welatên Rojhilata Navîn e.

Destpêk

Dîroka Rojhilata Navîn ji bo ehemiyeta dîroka dinyayê xwedî cihekî girîng e. Cihên mirovnîş yên yekemîn li Rojhilata Navîn peyda bûne ku ew jî tê wê maneyê ku ji bo destpêkirina dîrokê Rojhilata Navîn muhim e. Dînên mesihî, cihûtî, zerdeştî, mislimanî jî li vê herêmê peyda bûne. Ji ber van sedeman jî li Rojhilata Navîn nasnameyeke xas hatiye afirandin. Jixwe piştî belavbûna Îslamê, nasnameya esasî ya Rojhilata Navîn dînê Îslamê ye. Îslam wek cilekî xwe li Rojhilata Navîn kiriye. Çand, dîrok, siyaset, zanistî û kullî tiştên Rojhilata Navîn guherandiye. Ji ber wê nasîna Îslamê ji bo fêmkirina dîroka ÎRojhilata Navîn cihekê esas digire.

Di dînê Îslamê de piştî mirina Pêxemberê Îslamê hinek guherîn çêbûn ku heta niha hem tesîra xwe li Îslamê jî, li Rojhilata Navîn jî, li dinyayê jî kiriye. Piştî wefata pêxemberê Îslamê, Îslam dibe du çiqên sereke; Sunîtî û Şiîtî. Jêkvebûna van herdu grûbên siyasî bingeha xwe ji hilbijartina xelifeyê Îslamê werdigire. Aligirên Şiîtiyê dibêjin ku mafê xelifetiyê yê îmam Elî ye û mafê hersê xelîfeyên din nasnakin. Di dewama fikrên xwe de dibêjin ku xelîfetî piştî îmamê Elî jî, mafê zurriyeta îmam Elî ye. Li hemberî van fikran, alîgirên Sunitiyê bi dûçûna nijadî hilbijartina xelîfeyê Îslamê qebûl nake. Civaka misliman kê hilbijêre, ew dibe xelîfeyê Îslamê. Ehlê Sunet, serokê civaka misliman wek xelîfe bi nav dike û hemî erkên Îslamê di destê xelîfe de ne. Lê alîgirên Şiîtiyê serokê civaka Îslamê wek îmam bi nav dikin. Her wiha alîgirên Şiîtiyê bawer dikin ku îmamê 12emîn berze ye û di axirê zeman de dê vegere dinyayê û wek Mehdî binav dikin. Di Şiîtiyê de jî bi navê îsmaîlî grûbek heye ku bawer dikin, îmamê 12emîn berze nebûye û îmamên dînê Îslamê heta niha berdewam in û hetta serokê wan yê niha Axa Xan e. Heta dîroka modern ya Rojhilata Navîn em tesîra van herdu mezheban dibînin. Xelîfeyên Îslamê bi dûçûna xwestina civakê û hêza grûbekê tê hilbijartin lê berevajî vê Îmamê Îslamê bi dûçûna sîlsîleya nijadî tê tesbît kirin.

Dîrok

Rojhilata Navîn li ber derûna Aûrasiya û Afrîkayê û deryaya navîn û okyanûsa Hîndê ye. Ew cih û navenda derketina olên wekî Xirîstiyanî, Îslam, Cihûtî, Manîçeyî, Êzîdîtî, Durzî, Yarsan û Mandeanîzm e. Olên wekî, Mîtrasî, Zerdeştî, Manîçeyanîzm û Baweriya Baháʼî li rojhilatê navîn derketiye holê. Di dirêjiya dîroka xwe de Rojhilata Navîn bûye navendeke sereke ya karûbarên cîhanê; qada stratejîk, aborî, siyasî, çandî û olî de hesas e. Herêm yek ji wan herêman e ku warê çandinî herêmeke serbixwe hate kifşkirin û Çanda, çandiniyê ji Rojhilata Navîn belav bû. Di dema neolîtîkê de ev çand li herêmên cuda yên cîhanê mîna Ewropa, Geliyê Indus ê û Afrîkaya Rojhilat belav bû.

Beriya avabûna şaristaniyan, çandên pêşketî di Serdema Kevir de li tevahiya Rojhilata Navîn ava bûn. Lêgerîna erdên çandiniyê ji hêla cotkaran, û erdên şivaniyê ve ji hêla gavanan ve dihat wateya koçberiyên cûda yên li herêmê.

Rojhilata Navîn bi berfirehî û bi nav û deng wek dergûşa şaristaniyê tê naskirin. Şaristaniyên destpêkê yên cîhanê, li Mezopotamya (Sumer, Akad, Asûrî û Babîl), Misira antîk û Kîşê yên li Levanê, hemû li herêmên Hîva Fertile û Geliyê Nîlê yên rojhilata kevnar derketiye qadê. Li pey wan şaristaniyên Hîtît , Yewnanî , Hûrî û Urartûyan ên Asya Ya Biçûk û Şaristaniyên Elam, Fars û Mediyan li Îranê derketiye. Şaristaniyên Levant (wek Ebla, Mari, Nagar, Ugarit, Canaan, Aramea, Mitanni, Phoenicia û Îsraîl) û Nîvgirava Ereb (Magan, Şeba, Ubar). Rojhilata Nêzîk pêşî di bin Împeratoriya Asûrî ya Neo de yekbûn. Paşê împeratoriya Achaemenî û împeratoriya Makedonî li pey xwe hişt û piştî vê jî heta astekê ji aliyê împeratoriya Îranê (yanî Împeratoriya Partî û Sasanî), Împeratoriya Romê û Împeratoriya Bîzansê Herêm weke navenda rewşenbîrî û aborî ya Împaratoriya Romê kar kir û ji ber derûnîya xwe ya li ser Împaratoriya Sasaniyan roleke pir girîng lîst. Ji ber vê yekê, Romayî ji bo parastina tenê ji êrişên Sasanî û Bedewiyan heya pênc-şeş lehengên xwe li herêmê bicîh kirin.

Ji sedsala 4an a CE û pê ve Rojhilata Navîn bû navenda du hêzên bingehîn ên wê demê, ev hêz împaratoriya Bîzansê û Împaratoriya Sasanî bû. Lê belê, ew ê xelîfetiyên îslamî yên paşeroja serdema navîn, an jî Serdema Zêrîn a Îslamî ku di sedsala 7an a zayînê de bi dest ve kirina îslamî ya herêmê dest pê kir. Bi armanca ku pêşî tevahiya Rojhilata Navîn wek herêma cuda bike yek û nasnameya etnîkî ya îslamî ya serdest biafirîne. 4 xelîfetên ku zêdetirî 600 salan li Rojhilata Navîn serdest bûn, xelîfetiya Reşîdûn, xelîfetiya Emewiyan, xelîfetiya Ebasiyan û xelîfetiya Fatimiyan bûn.

Serdema Îslamiyetê

 Gotara bingehîn: Dîroka îslamê

Serdema Pêxemberê Îslamê

Serdema çar xelîfeyan

Serdema Emewiyan

Dayika xelîfeyê dawî yê Emewiyan Merwanê 2yê kurd bû [1]

Serdema Ebasiyan

Xanedana Buveyhiyan

Xanedana Samaniyan

Xanedana Tahiriyan

Xanedana Fatimiyan

Serdema xanedanên tirkan

Serdema Osmaniyan

Proseya şerê cîhanî yê yekem

 Gotara bingehîn: Şerê cîhanî yê yekem

Şerê cîhanî yê yekem li sala 1914ê destpê kir û heta sala 1918ê berdewam kir. Lê heta ev şer xelas bûyî Împeretoriya Osmaniyan perçe perçe bû û ji aliyê dewletên îtilafî hate dagir kirin.

Peymana Sykes Pycot(9-16 gulan 1916)

Di 9ê gulana 1916ê de Sir Edward Gray û balyozê Fransayê yê li Londonê di navbera xwe de hinek biryar wergirtin,li başûrê Anatolyayê 5 herêm dîzayn kirin. Bii dûçûna biryaran[2];

  1. Herêmeke bi rengê qehweyî: Quds û Yafayê û Filistînê dihundirîne
  2. Herêma ingiîzan:Besra,Bexdad û Xaneqîn. Brîtanyaya Mezin eger bixwaze dikare li vir rêvebirin û kontrolê bike
  3. Di navbera Peravên Sûrî(Bêrût, Enteqya, Îskenderûn), Kîlîkya(Mêrsîn, Edene) û Dîcleya Jor(Meraş, Dîlok, Riha, Amed) de herêmeke Fransayî
  4. Di herêmên 4. û 5. de jî Fransa jî, Brîtanya jî amade ne ku li vir dewleteke serbixwe ya ereban biparêzin. Lê ev herêmên han jî ji aliyê van herdu dewletan ve hatin dabeşkirin. Cihê Fransayîyan ku wek herêma A tê zanîn; Dîmeşq, Heleb û Mûsilê heta sinorê Îranê dihundirîne. Cihê ingilîzan ku wek herêma B tê zanîn; Çola Sûrî, Tîkrît û ji sinorên herêma A heta Xaneqînê dihundirîne.

26 nîsana 1916ê Rûsan jî daxwaznên xwe ji van herdu dewletan gotibû ku Rûsî bi wergirtina herêmên başûrê Wanê û Bedlîsê vê planê qebûl dike.

Serdema modern

Welatên Rojhilata Navîn

Dûgel
Herêmên serxwe

Egerên giringiya Rojhilata Navîn

  • Cografiya/erdnîgarî: Rojhilata Navîn di keve navbera 3 parzemînan de (Ewropa, Asya û Efrîqa) ji ber vê çendê ew boye pireka çandî û aborî dinêvbera van sinoran de.
  • Ayîn: Rojhilata Navîn landika (derguşa) hersê ayînên asmanî ye (Ayînê Îslamê, Cuhî û Krîstiyan). Van hersê ayîna çanda xwe li vê deverê bi pêş xistiye.
  • Çand: Herweha li Rojhilata Navîn şaristaniyên mezin peyda bûne, û boye egera pêşketinên zanistî. Herwesa salnama Cîhanî ji vêdere destpêkirîye weku ji dayik buna Hezretî Îsa li Betlehmê (Îsraîl).
  • Mêjo: Rojhilata Navîn peywendiyên mêjoyî yên corbecor li gel gelek deverên cîhanê heye û hebuye. Eve jî ew kawdan û rûdanên weku Împeratoriya Romê, Împeratoriya Bîzansê, Seferên Xaçperestan, Împeratoriya Osmanî, Cenga Cîhanê ya yekem, dagîrkeriya Mongoliyan, kolonîyalên Birîtanî û Fransî û herweha bandorên Emrîka û Sovyeta caran.
  • Aborî: Rojhilata Navîn berpirsîyare bi beşekê herî mezin yê neftê ewa ku rojane tê mezaxtin. Kanala Suweyşê li Misrê yek ji rêyên herî giring ya deryayî ye li cîhanê.
  • Ramyarî (politîk): Rojhilata Navîn devereka pir bi pevçone. Di nava gelên corbecor da pevçon heye weku kurd û ereb, kurd û faris, Felestîn û Îsraîl û herweha hêlîna Îslama radîkale.

Ji layê cografî û siroştî ve Rojhilata Naverast beheşta ser zemîne. Pire ji çiya û deşt û newalan û baniyan. Keşûbayê vê herêmê bi şêwyekê wesa yê goncay bo, ku bibîte egerê peydabûna jiyara mirovan di serdemên kevin da. Ev çende jî ji rûpelên mêjoyê diyare ku berî 12000 salan bo êkemîm car kiştûkal li vê herêmê hatiye afrandin. Pileya germê di hemî werzan da wesa ya goncay bo ku bibîte egerên destpêka jiyana mirovan li vê deverê.

Herwesa di serdemên Sumeriyan da yasa hate afrandin. Hemorabî damezrênerê imbratoriya Someriyan bo. Hamorabî yê xodan şiyan bo û di şiya bibîte damezrênerê yasa ya bingehîn jî . Bi kurtî mirov di şêt bêjît ku jiyana mirovan li vê herêmê destpêkiriye û di gelek waran de ta radeyekî bi pêşketiye. Di serdemê nû jî da Rojhilata Naverast kariye bibîte cihekê stratîjîk yê aborî di navbera 3 parzemînan da. mirov di karît bêjît ya bote ye pireka abroî di navbera 3 parzemînan da.

Ji layê ayini ve Rojhilata Naverast ya navdera bi 3 ayinên asmanî (Ayînê Îslamê, Cuhî û Xiristîyan). Ev hersê ayin ta roja îro jî têne perêstin. Bawerkerên van ayina evroke di belavin li hemî cîhanê.

Pirtûk

  • Modern Ortadoğu Tarihi, James L. Gelvin
  • Ortadoğu Tarihi, Youssef M. Choueiri
  • 20. Yüzyılda Ortadoğu Ekonomileri Tarihi, Roger Owen/Şevket Pamuk

Çavkanî

  1. ^ İki Bin Yıllık Ortadoğu Tarihi, Bernard Lewis, r:98
  2. ^ Musul Sorunu, Vladimir F.Minorsky, r:23, Weşanên Avestayê