Ebubekir Pamukçu: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B + wêne |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1: | Rêz 1: | ||
{{Bêçavkanî}} |
{{Bêçavkanî}} |
||
[[File:Alman gazetesinde zaza dergileri ile pamukçu.jpg|thumb|Ebubekir Pamukçu, ji rojnameyeke swêdî |
[[File:Alman gazetesinde zaza dergileri ile pamukçu.jpg|thumb|Ebubekir Pamukçu, ji rojnameyeke swêdî [[Dagens Nyheter]] dema ku kovara bi dimilî Ayre hate girtin (1987).]] |
||
'''Ebubekir Pamukçu''' (jdb. [[2ê nîsanê]] [[1946]] li gundê [[Badûran]] a [[Çêrmik]] a [[Diyarbekir]]ê - m. [[18ê tîrmehê]] 1991 li [[Stockholm]], [[Swêd]]ê{{Çavk}}) yek ji giregirên [[MHP]] ên berê û serokên projekta veqetandina dimiliyan (kirmanc, kird, zaza, ginî hwd) ji kurdên din û damezrandina dewleta bi navê Zazaistan e. |
'''Ebubekir Pamukçu''' (jdb. [[2ê nîsanê]] [[1946]] li gundê [[Badûran]] a [[Çêrmik]] a [[Diyarbekir]]ê - m. [[18ê tîrmehê]] 1991 li [[Stockholm]], [[Swêd]]ê{{Çavk}}) yek ji giregirên [[MHP]] ên berê û serokên projekta veqetandina dimiliyan (kirmanc, kird, zaza, ginî hwd) ji kurdên din û damezrandina dewleta bi navê Zazaistan e. |
||
Guhartoya 08:51, 4 çiriya paşîn 2021
Ebubekir Pamukçu (jdb. 2ê nîsanê 1946 li gundê Badûran a Çêrmik a Diyarbekirê - m. 18ê tîrmehê 1991 li Stockholm, Swêdê[çavkanî hewce ye]) yek ji giregirên MHP ên berê û serokên projekta veqetandina dimiliyan (kirmanc, kird, zaza, ginî hwd) ji kurdên din û damezrandina dewleta bi navê Zazaistan e.
Perwerdeya mamostetiyê dîtiye û gelek salan mamostetî kiriye. Di nava refên hêzên rastgîr ên tirk (ülkücüler, bozkurtlar) cih digire û li dijî kurd, çepgîr û sosyalîstan têdikoşe. Di rojname û kovaran de "tirkbûna kurdan" tîne zimên. Bi navê "Kurtuluş Savaşı - Şerê azadiyê" pirtûkek di sala 1970î de diweşîne û pesnê avabûna û têkoşîna dewletê li dijî dijminan dide. Bi qasî demek kurt têkilî bi Doğu Perinçek re datîne û piştî ku Perinçek ji aliyê çepgîran ve giran tê birîndarkirin, têkiliya xwe înkar dike.
Wekî endamekî dewletê dikeve nava hin kom û hizbên kurdan û sîxuriyê dike lê di demeke kurt de tê pêderxistin. Di sala 1984an de rêxistineke kurd ê bi navê Pêşeng bi daxûyaniyekê dide îlankirin ku ev kes ketiye nava refên rêxistina wan û ew peyayekê dewletê ye. Li ser vê daxûyaniyê Pamukçu êdî xwe venaşêre û dibêje: "Erê wisa bû lê niha êdî nêrînên min hatine guhartin. Min têkiliya xwe biriye û êdî ez doza zazayan dikim kû ew ne kurd in"[çavkanî hewce ye]. Tê gotin ku di heman salê de şerê çekdarî yê PKKyê destpêkiriye û dewlet dixwaze kurdên bakur wekî çawa berê bi elewîtî - sunîtiyê ji hev parçedikir û bêhêz dihîşt îcar pedivî bi projekteke nû hebû û Pamukçu jî di vê projektê de cihdigirt heya mirina xwe.
Di sala 1984an de kovareke bi navê Ayre û di sala 1987an de jî Piya dertîne û navê Zazaistanê bikartîne. Ew bi nexweşiya şêrpenceyê jiyana xwe ji dest dide.