Şablon:GH/2021/48: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1: Rêz 1:
<noinclude>{{GH/navîgasyon|berê=2021/47|paşê=2021/49}}</noinclude>
<noinclude>{{GH/navîgasyon|berê=2021/26|paşê=}}</noinclude>
[[Wêne:Roja AIDSê ku.png|right|150px|Roja AIDSê]]
[[Wêne:Roja AIDSê ku.png|right|150px|Roja AIDSê]]
'''Nîşana Nemana Bergiriya Destketî''' (bi înglîzî: ''Acquired Immune Deficiency Syndrome'' (AIDS)) nexweşiyek ji ber tûşbûna bi '''Vîrûsa Nemana Bergiriya Mirovan''' e (bi îngilîzî: ''Human Immunodeficiency Virus'' (HIV)). Ango AIDS navê nexweşiyê ye, HIV navê hokara nexweşiyê ye.
'''Nîşana Nemana Bergiriya Destketî''' (bi înglîzî: ''Acquired Immune Deficiency Syndrome'' (AIDS)) nexweşiyek ji ber tûşbûna bi '''Vîrûsa Nemana Bergiriya Mirovan''' e (bi îngilîzî: ''Human Immunodeficiency Virus'' (HIV)). Ango AIDS navê nexweşiyê ye, HIV navê hokara nexweşiyê ye.

Guhartoya 22:28, 30 çiriya paşîn 2021

Roja AIDSê
Roja AIDSê

Nîşana Nemana Bergiriya Destketî (bi înglîzî: Acquired Immune Deficiency Syndrome (AIDS)) nexweşiyek ji ber tûşbûna bi Vîrûsa Nemana Bergiriya Mirovan e (bi îngilîzî: Human Immunodeficiency Virus (HIV)). Ango AIDS navê nexweşiyê ye, HIV navê hokara nexweşiyê ye.

Nexweşiya AIDS (bixwîne: eyds) di navbera mirovan de cara pêşîn, li sala 1981ê hat dîtin. Çavkaniya nexweşiyê rojhilatê Efrîqayê ye. Mirovahî ji zû da ji hokara vê nexweşiyê hayadar bû, lê ev nexweşî hetanê salên 1980ê tûşî mirovan nedibû, tenê hin meymûn bi nexweşiya AIDSê diketin. Lê paşê, ji ber rûdana bazdanê (mutasyon), zanyariyên bomaweyî yê vîrûsa HIVê guherî û coreyekê nû yê vîrûsa HIVê peyda bû. Ev vîrûsa nû êdî dikarîbû tûşê xaneyên mirovan jî bibe. Vîrûsa HIVê, virûseka ARNyî yê, ango zanyariyên bomaweyî yên vîrûsê li ser zincîra asîda rîbonukleyî (ARN) ye. Asîda rîbonukleyî (bi îngilîzî: RNA (Ribonucleic acid) ji zincîreka nukleotîdan pêk tê, ev zincîra ARNyê bi hêsanî rastê bazdanê tê û diguhere, loma heta niha li dij virûsa HIVê kutan (vaksîn) an jî dermanek bi bandor bi dest neketiye. HIV hokara nexweşiyek bêderman e.

Vîrûsa HIVê êrîşê xaneyên lîmfê dike, loma koendama bergiriya mirovê bi HIVê tûşbûyî qels dibe, laşê mirov li hember hokarên nexweşiyê bê parastin dimînê. Li ser rûyê parzûna xaneyên T alîkar û xaneyên hellûşenera gewre de wergirên taybet ên bi navê CD4 û CCR5 heye. Vîrûsa HIVê xwe bi van wergiran ve girê dide bi vî awayê tûşî xaneyên lîmfê dibe. Xaneyên tûşî hokarên nexweşiyê bûne, wekî xaneyên mêvandar tê bi navkirin. Vîrûsa HIVê di nav xaneya mêvandar de ARNya xwe wekî bingeh(qalib) bi kar tîne û bi navbeynkariya xaneya mêvandar, ADN (Asîda deoksîrîbonukleyî) dide berhmkirin. ADNya vîrûsî ya nû çêbûyî zanyariyên bomaweyî yê vîrûsa HÎVê lixwe digire. Paşê ev ADN ya HIVê tevlê ADNya xaneya mêvandar dibe. Bi vê awayê xaneya mêvandar hemû derfetên xwe ji bo çêkirina vîrûsên nû bi kar tîne, hejmara vîrûsan di nav xaneyê de zêdetir dibe. Vîrûsên nû ji xaneya mêvandar derdikevin û tûşê hin xaneyên din dibin, bi vî awayê hokara nexweşiyê belavî hemû beşên laş dibe. 1-2 hefte piştê tûşbûna bi vîrûsa HIVê, hê jî di nav laşê mirov de nîşaneyên nexweşiya AIDSê peyda nabe. Lê mirov hin caran dibe ku ji ber hebûna HIVê, wekî bi nexweşiya arsimê ketiye hest bike. (bêhtir…)