Kurdên lek: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Review
Rescuing 1 sources and tagging 0 as dead.) #IABot (v2.0.8.6
Rêz 16: Rêz 16:


== Etîmolojî ==
== Etîmolojî ==
Pêyva lek bêjenasiya (etîmolojî) xwe di zimanê farisî de ye. Lek (Läk) di farisî de tê wateya "''dehhezar''". Gorê efsaneya devkî, gava ku lek li warê xwe yê îroyî têne bicîhkirin, ji 10.000 malbatan hatibûne pêk.<ref name="Kurdica: Lek">[http://www.kurdica.com/News-sid-Die-Lek-Lak--63.html Kurdica: Lek]</ref> Ji bo wê yekê ji wan re lek hatiye gotin..<ref>Houtoum-Schindler, Albert. "Beiträge zum kurdischen Wortschatz", ZDMG (Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft, Leipzig) cild 38 r.43-116</ref>
Pêyva lek bêjenasiya (etîmolojî) xwe di zimanê farisî de ye. Lek (Läk) di farisî de tê wateya "''dehhezar''". Gorê efsaneya devkî, gava ku lek li warê xwe yê îroyî têne bicîhkirin, ji 10.000 malbatan hatibûne pêk.<ref name="Kurdica: Lek">{{Citation |title=Kurdica: Lek |url=http://www.kurdica.com/News-sid-Die-Lek-Lak--63.html |access-date=2012-04-05 |archive-date=2010-11-21 |archive-url=https://web.archive.org/web/20101121034207/http://www.kurdica.com/News-sid-Die-Lek-Lak--63.html |url-status=dead }}</ref> Ji bo wê yekê ji wan re lek hatiye gotin..<ref>Houtoum-Schindler, Albert. "Beiträge zum kurdischen Wortschatz", ZDMG (Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft, Leipzig) cild 38 r.43-116</ref>


== Belavbûna cografî ==
== Belavbûna cografî ==

Guhartoya 11:27, 11 kanûna paşîn 2022

Kurdên lek
Gelhe tevahî
mîlyonekî zêdetir[1]
Ziman
Zikmakî: Lekî
Duyem: Lurî, Kelhûrî û Farsî
Baweriya dînî
Yarsantî û Misilmantî
Têkildarên komên etnîkî
Kurd, Kurdên Başûriyê din
Soran, Zaza, Goran, Kurmanc

Lek navê qewmekî kurd, li Îran û Kurdistanê ye. Hejmara lekan bi texmînî qasê 1 - 1, 5 milîyon e. Gorî Mînorsky Lek "tîpa eşîrên kurdan a başûrê rojhilatê" ne[2].

Etîmolojî

Pêyva lek bêjenasiya (etîmolojî) xwe di zimanê farisî de ye. Lek (Läk) di farisî de tê wateya "dehhezar". Gorê efsaneya devkî, gava ku lek li warê xwe yê îroyî têne bicîhkirin, ji 10.000 malbatan hatibûne pêk.[3] Ji bo wê yekê ji wan re lek hatiye gotin..[4]

Belavbûna cografî

Eşîrên lek îro li Luristan, Kirmaşan û Îlamê dijîn. Ji warê wan re bi kevneşopî "Lekistan" têye gotin. Belê gelek eşîrên Lek li parêzgehên Kurdistan, Azerbaycana Rojava û Hamedanê jî bicîhbûne.

Dîrok

Jêderk

Teoriya Yekem

Çawa zimanê û çand lekan jî eşkere dike, baweriya bipiranî ew e ku lek ji bakur ve koçberê Lekistanê bû ne. Gorî Mînorsky şahê Îranê di sedsala 16'emin de eşîrên lek ji bo piştgirtiya waliyê Luristanê dawetê Luristanê kiriye. Sedema vê gazîkirinê serhildana eşîrên Luristanê li hember walî bû ye.[3][girêdana mirî]

Teoriya Duyem

Kurdolog Izady lekan bi etnîkî li ser kurdên gûran dijmere û diyar dike ku zimanên lekan çiqas jî dûrê gûranî/hewramî be jî, be çand û dîrokî ve ew beşeke kurdên gûran in[5]. Mîr Şerefxan di Şerefnameya xwe de lekan li ser eşîrên kurdên Gûran dijmêr e. Herwiha eşîra Zend a ku yek ji eşîrên lek ên bingehî ye, di nav gûranan de tê binavkirin. Belê têye xuyandin ku mîr Şerefxan navê gûran ê ku îro li Kurdistanê him wek trîbonîm (Gûran) him jî toponîm (Gûran) û sosyonîm (Gûran) mewcûd e, di Şerefnameye de bi giştî ji bo kurdên erdê Îranê bikartîne.[3][girêdana mirî]

Teoriya Sêyem

Hinek êl û eşîrên kurdên lek îda dikin ku ji Farsê hatine warê xwe yê îroyî. Mînakî êla Sencabî ya ku bi beşî lekîaxiv e ji farsê koçberê Luristan û Kirmaşanê bû ye.[3][girêdana mirî]

Nasnameya gengeşiyî

Ziman

Zimanê lekan ê ku wek lekî tê binavkirin, zimanêkî îranî ji şaxa bakur-rojava ye. Tê xuyandin ku bihgeha wî zimanê kurdî, bi taybetî kurdiya başur e. her çiqas rêzimanê wî zimanê kurdî be jî.

Ol

Lek ve zêdeyî yarsan in. Hin eşîrên lek li Îlam û Luristanê jî şiî ne.

Êl û eşîrên lek

Êl û eşîrên Lek ên li Lûristanê litev eşîrên Lûr û Feylî ve dijîn, beşeke wan heta 1970an an wek koçber an jî li deverên gundewarî dijiya. Pirraniya eşîrên lek bieslî heta destpêka sedsala 20'emin koçberbûn, akincîhkirina wan di dema Pehleviyan de dest pê dike. Ceribandina Şah Riza Pehlevî eşîrên koçber ên lek bi darê zorê akincîh bike, axa û serekên eşîrên lek di sala 1927an de hêrs dike û ev li hember siyaseta Şah serî hildidin. Heman salê de şervanên eşîra Bayrawend êrişên navenda Xorramabadê dikin, bi sedan leşker û fermandarê artêşa Îranê yê Luristanê dikujin. Navê vê eşîrê Payrewan e û hinek ji wan li derdora Çiyayên Neraman, Paraw û Bêstûn bi awayekî niv koçer dijîn. Piraniya wan jî li navçe û gundê derdora van çiyan bicîh bûne. Dewleta Îranê ji bo bersiva vê êrişê deringî nakeve. Artêşên fermî yê Îranê êrişê dibin ser şervanên bayrawendiyan û zorê li wan tînin. Piştî sernefiraziya wê serhildanê Şah Riza pênc hezar malbatên bayrawendî mişextê Qazwênê dike, gelek eşîrên lek ên din jî bi zorê têne akincîhkirin.

Taybetmendiyek eşîrên lek, xeynî ziman, navên wan e. Heye ku navê hemî eşîrên lek bi paşbendika -wend (yek caran wek -wen jî tê bilevkirin) bidawî dibe. Ev paşbendik di zimanê Iranî yên kevn de jî hebû ye. Heta îro jî di Farsî de tê bikaranîn. Herwuha farsîaxiv ên li Afxanistanê xwemalî ji xwe re dibêjin "Farsîwan", yanê Farsî. Hinek êl û eşîrên kurdan ên ne lekîaxiv jî hene, navê wan bi vê paşbendikê dawî dibe: mînak Reşwend (an Reşwan) (kurmancîaxiv), Hemewend (kelhûrîaxiv), Xewend (şêxbizinîaxiv) hwd..

Nav

Gelê Lek yek ji qewmên miletê kurde. Navê zimanê wan Lekîye. Li Rojhilatê Kurdistanê niştecih in

Lokasyona cografîk

Belavbûna kurdên başûr, lek û loran

Qewmê Lek li parêzgehên Loristan, Kirmaşan, Îlam û Hemedan niştecih in.

Dîn û ayîn

Mezhebê ekserê Lekan Şiîtiya dozdeh îmamane. Hindek ji lekan jî tebîî mezheba Yarsanin

Dîrok

Ziman

Eşîr

  1. Goravend
  2. Îtîvend
  3. Adîne vend
  4. Yûsifwen
  5. Kolîvend
  6. Celîlavend
  7. Hesenawen
  8. Azadbext
  9. Torkaşvend
  10. Balavend
  11. Zerdelan
  12. Celalawenî
  13. Qeyasvend
  14. Esmanvend
  15. Şahîvend
  16. Xevacevend
  17. Mafî
  18. Balavend
  19. Bêranwenî
  20. Zend (eşîr)

Nêrînên nijadî li ser lekan

Mijarên têkildar

Têkildar

Çavkanî

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ http://looklex.com/e.o/laks.htm
  2. ^ Minorsky, V.:LAK, EI
  3. ^ a b c d Kurdica: Lek, ji orîjînalê di 21 çiriya paşîn 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 5 nîsan 2012
  4. ^ Houtoum-Schindler, Albert. "Beiträge zum kurdischen Wortschatz", ZDMG (Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft, Leipzig) cild 38 r.43-116
  5. ^ Kurdish Academy: Lekí
  6. ^ êl û esîrên lek (farsî)[girêdan daimî miriye]
  7. ^ https://digital.library.upenn.edu/women/sheil/persia/persia.html
  8. ^ https://archive.org/details/contributionstoa291fiel/page/n9/mode/2up
  9. ^ http://www.ashayer.ir/index.aspx?siteid=1&pageid=160