Mîz: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: --Bikaranîna dîroka rms
Etîket: Betalkirina destî
Min hê pirtir zanyarî û çavkanî li gotarê zêde kir.
Rêz 1: Rêz 1:
[[Wêne:20150120 Analisi Urina 1.jpg|thumb|523x523px|Guhertinin di pêkhateya mîzê de dibe ko nîşana hin nexweşiyan be.]]
[[Wêne:Urinbecher.jpg|thumb|Mîz]]
'''Mîz''' (bi înglîzî:''urine'') şilemenîyek laş e ji aliyê gurçikan ve ji plazmaya xwînê tê berhemkirin, di mîzdankê de tê embarkirin û bi mîzerê ji laş tê avêtin.<ref name="human physiology">Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.</ref>
'''Mîz''' [[şileme]]yek e ko di laşê lawiran (heywan) û mirovan da li [[gurçik]]an dihêt berhemanîn û di [[mîzdanik|mîzdanikê]] da kom dibit û bi rêya [[pêşborî|pêşboriyê]] ji laşî dihêt derêxistin. Derçûna mîzê ji laşî alîkarî ya hevsengbûna [[xwê]] û [[kanza]]yan dikit.
Hendêkcar piyav ke ştêkî seksî debînêt mîz dekat bexoyda. Mîz madeyên jehrînên ko ji [[metabolîzm|metabolîzmê]] çê dibin jî ji laşî derdikit.


Di gurçikan de mîz ji [[plazmaya xwînê]] bi sê gavên serekî tê cihêkirin; parzûnkirin, dubaremijîn û derdan.<ref name="VILLEE" /> Çêbûna mîzê di [[Nefron|nefronên]] gûrçikan de bi parzûnkirina plazmaya xwînê dest pê dike. Her ko şilemenî di nefronan de derbas dibe, hinek av û molekulên kêrhatî ji nefronan dubare tên mijîn û derbasî nav [[Xwîn|xwînê]] dibin, paşmayî û madeyên bêkêr di nefronan de dimîne. Di heman demê de hin paşmayîyên nav palzmaya xwînê yên nehatine parzûnkirin, bi derdanê, derbasî nav nefronan dibin. Bi vî awayê mîz peyda dibe.<ref>Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "urine". Encyclopedia Britannica, 15 Aug. 2019, [https://www.britannica.com/science/urine]. Accessed 27 March 2022.</ref>. Ango çavkaniya mîzê, plazmaya xwîna mirov e. Mîz ji [[Gurçik|gurçikan]] derbasî [[Mîzdank|mîzdankê]] dibe û li wir tê embarkirin. Dema mîzkirinê, mîz ji mîzdankê ber bi mîzerê diherike, mîz ji mîzerêyê ji laş tê deravêtin.<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>
== Girêdanên derve ==

{{Wîkîferheng-b|mîz}}
== Pêkhateya mîzê ==
{{kurt}}

Mîz şilemeniyek avî ye. Av, paşmayîyên nîtrojenî, xwêyên zêdeyî û madeyên bêkêr pêkhateyên serekî yên mîzê ne. % 96ê mîzê ji avê, % 2.5 ji paşmayîyên nîtrojenî, % 1.5ê mîzê ji xwêyan pêk tê.<ref name="VILLEE"/>

Taybetmendî û pêkhateya mîzê guherbar e, li gor mêjara vexwarina avê, germahiya hawirdorê, cora [[Xurek|xurekên]] hatine xwarin û çalakiya laş rêjeya pêkhateyên nav mîzê diguhere. Wekî minak; rojên ko mirov karên giran dike û gellek xwêdan dide, rengê mîza mirov ji rengê zer a vekirî diguhere bo zer a tarî û ji mîza mirov piçek zêdetir bêhn ra dibe<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />

Qebareya mîza di rojek de tê berhemkirin, guherbar e. Li gor mêjera vexwarina avê û madeyên tîwawe yên nav ava mîzê, qebare û xestiya mîzê jî diguhere<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Mirovek tendurist rojê 1 heta 2 lître mîz bi mîzkirinê ji laş davêje. Ji bo dûrxistina paşmayîyên ziyanbexş, divê gurçik rojê herî kêm nîv lître mîz berhem bike û ji laş dûr bixe.<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>

Paşmayiyên ji tekşikestina [[Xiroka sor|xirokên sor]] bandor li ser rengê mîzê dikin. Xirokên sor proteîna [[Hemoglobîn|hemoglobînê]] lixwe digirin. Her hemoglobînek jî çar komeleyên hem lixwe digire. Komeleyên hem di [[Kezeb|kezebê]] de tên guhertin û ji bo berhemanîna [[Zerav|zeravê]] tên bikaranîn. Mîza asayî rengê xwe ji zeravê digire, lê hin derman, vîtamîn an jî hin cor xurek jî bandor li ser rengê mîzê dikin.<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />

Heke mirov ji bo demek vexwarina avê kêm bike, qebareya miza mirov jî kêm dibe, mîz xest (tîr) û zer dibe, lê heke mirov di demek kurt de mêjarek zêde av vebixwe, vê gavê qebareya mîza mirov zêde, dibe, mîz ron û bêrenk dibe. [[Koendama mîzê]] bo rêkxistina hevsengiya osmozî çevderiya mêjara av û tîwaweyên nav şilemeniya laş dike. Heke di laş de av zêde be, ava zêdeyî bi navbeynkariya gurçikan ji xwînê tê parzûnkirin û di nav mîza ron û bêrenk de ji laş tê avêtin. Herwisa heke di nav xwînê de mêjera tîwaweyên wekî îyonên sodyum, potasyum hvd zêde be, vê gavê evan îyon û xwêyan di nav mîza tîr û zer de tên avêtin.<ref name="Biology with Physiology">Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.</ref>

Çêbûna mîzê ji bo paqijkirana xwînê ye. Mîz şilemenîyek asîdî ya bi [[Nirxa pH|pH]] ya 4.5 heta 8 e. Ji ber zîndeçalakiyên laş gellek asîd peyda dibe. Lê pH ya asayî ya xwîna mirov 7.4 e û divê di xwînê de pH neguhere. Bi gelemperî îyonên hîdrojenê (H<sup>+</sup>) dibin sedema zêdebûna asîdîya hawirdorê. Gurçik bi du rêkan rê li ber guherîna pH ya xwînê digire. Gurçik ji bo kêmkirina pH ya xwînê, iyonên bîkarbonatê (HCO<sub>3</sub><sup>-</sup> ) ji şilemeniya mîzê dubare dimijîne nav xwînê. An jî Îyonên hîdrojenê yên nav xwînê der dide nav şileya mîzê û ji laş dûr dixe.<ref name="Essentials of Medical Physiology">Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.</ref>

== Testa mîzê ==
Mîza asayî ya mirovek tendurist xwediyê hin taybetmendiyan e, guherîna van taybetmendiyan dibe ko nîşana hin nexweşiyan be. Loma gava pirsgirekên tendrustiyê li mirov peyda dibe, doktor bi testa mîzê hewl didin ko ji laşê nexweşê hê pirtir agahî bistînin.

% 95î qebareya mîza asayî ji avê pêk tê. Mîza asayî bi rengê zerê vekirî an jî bêreng e, bêbêhn e. pH ya mîza asayî di navbera 4.5 û 8 de ye. Di mîza asayî de xirokên sor cih nagire, hejmara [[Xiroka spî|xirokên sipî]] pir hindik e. Mîza asayî [[proteîn]] û glukoz lixwe nagire, an jî bi mêjerek hindik lixwe digire. Di pêkhateya mîza asayî de keton û nîtrît cih nagirin. Herwisa mîza asayî madeyên wekî ure, klor, sodyum, potasyum, kreatîn û hin madeyên din lixwe digire û asta rêjeya heryekê van madeyan jî ji bo mirovê tendirust dîyar e.<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />

Divê di mîza mirovê tendurist da xaneyên xwînê hema qet tune bin. Di mîzê de hebûna xirokên sor nîşana kulbûna nefronan e.

Herwisa divê di mîzê de hejmara xirokên spî jî gellek kêm be, di nav mîzê de hejmara zêde ya xirokên spî nîşana hebûna birîn û kûlbûniyên coga mîzê, stûyê malzarokê an jî zêyê ye.<ref name="Essentials of Medical Physiology" />

Di nav mîzê de hebûna belûrên (krîstal) kalsiyumê, magnezyumê û yên amonyumê tiştek asayî ye. Lê heke belûrên sîstîn( cystine) û tîrozînê ( tyrosine) di mîzê de were dîtin, dibe ko ev nîşana nexweşiyên kezebê be.

Gava asta glukoza xwînê ji 180 mg/dL bilindtir dibe, di mîzê de glukoz jî tê dîtin. Di nav mîzê de hebûna glukozê dibe ko nîşana [[nexweşiya şekir]] (diyabet) be.<ref name="Essentials of Medical Physiology" />

Di nav mîzê de bi mêjarek zêde hebûna proteînan, bi taybetî hebûna albumîn nexweşiya gurçikan destnîşan dike.<ref name="Essentials of Medical Physiology" />

Keton paşmayî yê çewriyan e. Heke di nav mîzê de bi mêjarek zêde keton were dîtin, ev rewş dide nîşankirin ko [[xane]] ji bo destxistina enerjiya [[ATP]] yê, li devsa [[Glukoz|glukozê]] asîdên [[Lîpîd|çewriyê]] bikar tîne. Her wisa heke di laş de kêmasiya [[karbohîdrat]] û proteînan hebe, asta rêjeya ketona mîzê jî bilind dibe.<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />

== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}


[[Kategorî:Biyolojî]]
[[Kategorî:Biyolojî]]

Guhartoya 09:35, 28 adar 2022

Guhertinin di pêkhateya mîzê de dibe ko nîşana hin nexweşiyan be.

Mîz (bi înglîzî:urine) şilemenîyek laş e ji aliyê gurçikan ve ji plazmaya xwînê tê berhemkirin, di mîzdankê de tê embarkirin û bi mîzerê ji laş tê avêtin.[1]

Di gurçikan de mîz ji plazmaya xwînê bi sê gavên serekî tê cihêkirin; parzûnkirin, dubaremijîn û derdan.[2] Çêbûna mîzê di nefronên gûrçikan de bi parzûnkirina plazmaya xwînê dest pê dike. Her ko şilemenî di nefronan de derbas dibe, hinek av û molekulên kêrhatî ji nefronan dubare tên mijîn û derbasî nav xwînê dibin, paşmayî û madeyên bêkêr di nefronan de dimîne. Di heman demê de hin paşmayîyên nav palzmaya xwînê yên nehatine parzûnkirin, bi derdanê, derbasî nav nefronan dibin. Bi vî awayê mîz peyda dibe.[3]. Ango çavkaniya mîzê, plazmaya xwîna mirov e. Mîz ji gurçikan derbasî mîzdankê dibe û li wir tê embarkirin. Dema mîzkirinê, mîz ji mîzdankê ber bi mîzerê diherike, mîz ji mîzerêyê ji laş tê deravêtin.[2]

Pêkhateya mîzê

Mîz şilemeniyek avî ye. Av, paşmayîyên nîtrojenî, xwêyên zêdeyî û madeyên bêkêr pêkhateyên serekî yên mîzê ne. % 96ê mîzê ji avê, % 2.5 ji paşmayîyên nîtrojenî, % 1.5ê mîzê ji xwêyan pêk tê.[2]

Taybetmendî û pêkhateya mîzê guherbar e, li gor mêjara vexwarina avê, germahiya hawirdorê, cora xurekên hatine xwarin û çalakiya laş rêjeya pêkhateyên nav mîzê diguhere. Wekî minak; rojên ko mirov karên giran dike û gellek xwêdan dide, rengê mîza mirov ji rengê zer a vekirî diguhere bo zer a tarî û ji mîza mirov piçek zêdetir bêhn ra dibe[4]

Qebareya mîza di rojek de tê berhemkirin, guherbar e. Li gor mêjera vexwarina avê û madeyên tîwawe yên nav ava mîzê, qebare û xestiya mîzê jî diguhere[5]. Mirovek tendurist rojê 1 heta 2 lître mîz bi mîzkirinê ji laş davêje. Ji bo dûrxistina paşmayîyên ziyanbexş, divê gurçik rojê herî kêm nîv lître mîz berhem bike û ji laş dûr bixe.[4]

Paşmayiyên ji tekşikestina xirokên sor bandor li ser rengê mîzê dikin. Xirokên sor proteîna hemoglobînê lixwe digirin. Her hemoglobînek jî çar komeleyên hem lixwe digire. Komeleyên hem di kezebê de tên guhertin û ji bo berhemanîna zeravê tên bikaranîn. Mîza asayî rengê xwe ji zeravê digire, lê hin derman, vîtamîn an jî hin cor xurek jî bandor li ser rengê mîzê dikin.[4]

Heke mirov ji bo demek vexwarina avê kêm bike, qebareya miza mirov jî kêm dibe, mîz xest (tîr) û zer dibe, lê heke mirov di demek kurt de mêjarek zêde av vebixwe, vê gavê qebareya mîza mirov zêde, dibe, mîz ron û bêrenk dibe. Koendama mîzê bo rêkxistina hevsengiya osmozî çevderiya mêjara av û tîwaweyên nav şilemeniya laş dike. Heke di laş de av zêde be, ava zêdeyî bi navbeynkariya gurçikan ji xwînê tê parzûnkirin û di nav mîza ron û bêrenk de ji laş tê avêtin. Herwisa heke di nav xwînê de mêjera tîwaweyên wekî îyonên sodyum, potasyum hvd zêde be, vê gavê evan îyon û xwêyan di nav mîza tîr û zer de tên avêtin.[6]

Çêbûna mîzê ji bo paqijkirana xwînê ye. Mîz şilemenîyek asîdî ya bi pH ya 4.5 heta 8 e. Ji ber zîndeçalakiyên laş gellek asîd peyda dibe. Lê pH ya asayî ya xwîna mirov 7.4 e û divê di xwînê de pH neguhere. Bi gelemperî îyonên hîdrojenê (H+) dibin sedema zêdebûna asîdîya hawirdorê. Gurçik bi du rêkan rê li ber guherîna pH ya xwînê digire. Gurçik ji bo kêmkirina pH ya xwînê, iyonên bîkarbonatê (HCO3- ) ji şilemeniya mîzê dubare dimijîne nav xwînê. An jî Îyonên hîdrojenê yên nav xwînê der dide nav şileya mîzê û ji laş dûr dixe.[7]

Testa mîzê

Mîza asayî ya mirovek tendurist xwediyê hin taybetmendiyan e, guherîna van taybetmendiyan dibe ko nîşana hin nexweşiyan be. Loma gava pirsgirekên tendrustiyê li mirov peyda dibe, doktor bi testa mîzê hewl didin ko ji laşê nexweşê hê pirtir agahî bistînin.

% 95î qebareya mîza asayî ji avê pêk tê. Mîza asayî bi rengê zerê vekirî an jî bêreng e, bêbêhn e. pH ya mîza asayî di navbera 4.5 û 8 de ye. Di mîza asayî de xirokên sor cih nagire, hejmara xirokên sipî pir hindik e. Mîza asayî proteîn û glukoz lixwe nagire, an jî bi mêjerek hindik lixwe digire. Di pêkhateya mîza asayî de keton û nîtrît cih nagirin. Herwisa mîza asayî madeyên wekî ure, klor, sodyum, potasyum, kreatîn û hin madeyên din lixwe digire û asta rêjeya heryekê van madeyan jî ji bo mirovê tendirust dîyar e.[4]

Divê di mîza mirovê tendurist da xaneyên xwînê hema qet tune bin. Di mîzê de hebûna xirokên sor nîşana kulbûna nefronan e.

Herwisa divê di mîzê de hejmara xirokên spî jî gellek kêm be, di nav mîzê de hejmara zêde ya xirokên spî nîşana hebûna birîn û kûlbûniyên coga mîzê, stûyê malzarokê an jî zêyê ye.[7]

Di nav mîzê de hebûna belûrên (krîstal) kalsiyumê, magnezyumê û yên amonyumê tiştek asayî ye. Lê heke belûrên sîstîn( cystine) û tîrozînê ( tyrosine) di mîzê de were dîtin, dibe ko ev nîşana nexweşiyên kezebê be.

Gava asta glukoza xwînê ji 180 mg/dL bilindtir dibe, di mîzê de glukoz jî tê dîtin. Di nav mîzê de hebûna glukozê dibe ko nîşana nexweşiya şekir (diyabet) be.[7]

Di nav mîzê de bi mêjarek zêde hebûna proteînan, bi taybetî hebûna albumîn nexweşiya gurçikan destnîşan dike.[7]

Keton paşmayî yê çewriyan e. Heke di nav mîzê de bi mêjarek zêde keton were dîtin, ev rewş dide nîşankirin ko xane ji bo destxistina enerjiya ATP yê, li devsa glukozê asîdên çewriyê bikar tîne. Her wisa heke di laş de kêmasiya karbohîdrat û proteînan hebe, asta rêjeya ketona mîzê jî bilind dibe.[4]

Çavkanî

  1. ^ Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  2. ^ a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  3. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "urine". Encyclopedia Britannica, 15 Aug. 2019, [1]. Accessed 27 March 2022.
  4. ^ a b c d e Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  6. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  7. ^ a b c d Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.