Gotûbêj:Pirtûk: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
B Bikarhêner navê Gotûbêj:Pirtûk weke Gotûbêj:Kitêb guhert
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
B Avestaboy navê Gotûbêj:Kitêb guhart û kir Gotûbêj:Pirtûk
(Cudahî nîne)

Guhartoya 12:56, 3 tîrmeh 2022

Hûn nikarin wene dixin li vi tekstê?—(Ev peyama bê îmze ya 93.219.156.73 (y)e • NîqaşBeşdarî)

Sernavê gotarê

Silav @MikaelF:  ! Tu çawanî ? Gelo tu dikarî sernavê gotarê wek pirtûk biguherînî ? Kitêb peyveke erebî ye û pirtûk her wiha di medyayan de zêde tê bikaranîn. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 12:57, 17 gulan 2021 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy gelek spas ez baş im, tu çawan î, baş î? Birêz @Gomada: sernav guherand bû pirtûk :) --MikaelF (gotûbêj) 15:12, 17 gulan 2021 (UTC)[bersiv bide]

gotûbêj

@Guherto Li jor sê kes gotine erê bo "pirtûk" loma bêyî nîqaşê guhartina vê gotarê xelet e. Tiştek wekî "ya heqîqî" tine ye. Hin kes kitêb dinivîse hin kes pirtûk. Dembaş! Balyozxane (gotûbêj) 21:31, 3 çiriya pêşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]

Merheba Balyozxane. Ev gotin di kurmanciya xelkê de nîne. Ji xelk ve di ştexaliyê de hema bêje hîç nayê şuxilandin. Ez nizanim ma te li ser devokan kolaye lê ev gotin, di ti devokan de ji pêşî ve nîne. Ev gotin, ji hinek soraniyan hatiye çêkirin ji ber ecizbûna gotinên ku ji erebî hatine. Piştre hinek kurmancên bi eynî fikrî ji xwe re birine. Lê di nav xelk de nayê gotin. Ez nizanim ev çi karekî ne xweş e. Dijmin ji alîna ve zimanê me dikûjin û xelkê bi fikrên xelet zimanê me diguherin. Ya heqîqî heye û kitêb yan jî kîtab e. Ez dîse nizanim ma te kiriye lê heke te çîrok û nivîsên klasîk ên kurmancî xwendibê (Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û hwd) tê bînê ev gotin gelek wextî di zimanê be de hene. Ti karê nivîsên Celadet Alî Bedirxan û gelek kesên dî heta salên 1950-1970 bixwênê, ev gotin n-î-n-e. Ev kes, Avestaboy ketiye pey gotinên ku ji erebî hatine û dibêjê "ev xelet in ne kurmancî ne". Karekî gelekî ne xweş e. Ev gotin gelek sedsala di zimanê me de ne, Xwedê zanê belkî hezar sal jî. Lê mesele ew e, ne tiştên xerîb in. Min li gelek deverên dîtirê dîtiye ku ev kes gotinan hema ji kêfa xwe dixê gotinên çêkirî/dij-ji-erebî. Divê wîkî, zimanê xelkê nîşan bikê, ne zimanekî çêkirî. Guherto (gotûbêj) 16:52, 4 çiriya pêşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]
Heke ti bahwer nekê li ser nebûna vê gotinê di nava xelk de, çavkaniya min heye. Guherto (gotûbêj) 17:15, 4 çiriya pêşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto Hemî ziman xwedî peyvên nû ne. Hin peyv tên qebûlkirin hin jî na. Pirtûk û Dîrok peyvên wisa ne. Xelkê me yê xwende gişt dizanin pirtûk û dîrok çi ne lê mixabin xelkê me yê cahil dê gelek dereng hînî van peyvan bibin. Ez jî dijî têxistina peyvên nû yên ku hîn baş nayên zanîn derdikevim. Lê belê peyva pirtûk di kurdiya îro de rûniştiye. Ne hewce ye navê gotarê were guhartin. Balyozxane (gotûbêj) 19:56, 4 çiriya pêşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane Na ev ne gotineke ku ji bonî qenciye nû ye ye, gotineke ku ji ber xwestina guhartina "kitêb" hatiye çêkirin e. Çima heke gotinek ji bonî wê hebê wê yekî nû ê çêkirin? Û hemû kes zanê belkî tenê 0,05% ji kurmancan xwendinê zanin lê ji ber gotinên halo, elimîna xwendinê hê zehmettir dibê. Divê zimanê wîkiye weke zimanê xelkê bê. Heke ez li googlê tiştekî binivîsênim ber ne hewce bê ez gotinên çêkirî ku di ştexaliyê de hîç nînin jî zanibim. Ez dîse dibêjim, kesek vê gotinê nabêjê û vaye çavkaniya min. Bixwe li niqtên sor (yanî kurmancî) mêz. http://kurdish.humanities.manchester.ac.uk/definiteness-singular-book/ Ev gotin hîç jî nerûniştine. Ez li ser dîrok nizanim ma çêkirî ye yan na lê "pirtûk" xelet e. Di çavkaniya min de ti dibînê kesek nabêjê pirtûk, û ew jî tê mana bê divê navê rûpelê jî ne ew bê. Gotinên dîtir hene weke pêwîst (em bi kurmancî dibêjin lazim, hewce, gerek - ev bi soraniya guhertî ye), wate (em dibêjin mane - ev bi soraniya guhertî ye). Guherto (gotûbêj) 05:47, 5 çiriya pêşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF Wa ye çavkaniya ku min nivîsandiye (û ji 2017 e! hîç jî ne zûve ye), berçav e ku pirtûk nayê şuxilandin. Tenê di nivîsandina hinek kesa de heye. Û ne hêja ye yek gotinên ştexaliyê ji gotinên nivîsandinê veqetîne. Sebaba te çi ye ji bonî hiştina vê? Diyar e ku divê ya ku herî gelek tê şuxilandin (û ev kitêb e) navê rûpelê bê. Guherto (gotûbêj) 11:28, 9 çiriya pêşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]