Kazım Karabekir: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Baran Agir (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: Kategoriyên kêm ji en.wîkiyê lê hatin zêdekirin
Rêz 34: Rêz 34:
[[Kategorî:Mirin 1948]]
[[Kategorî:Mirin 1948]]
[[Kategorî:Kesên ji Stembolê]]
[[Kategorî:Kesên ji Stembolê]]
[[Kategorî:Parlamenterên Stembolê]]

Guhartoya 10:31, 15 sibat 2023

Kazım Karabekir
Jidayikbûn1882, 23 tîrmeh 1882 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Küçükmustafapaşa (Fatih, Împeratoriya OsmanîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin26 kanûna paşîn 1948 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Enqere Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêMirina masûlkeyên dil li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêGoristana Dewletê ya Tirkiyeyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye, Împeratoriya Osmanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Dibistana Leşkerî ya Osmanî
  • Kuleli Military High School Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Musa Kâzım Karabekir (jdb. 1882 li Stenbol - m. 26ê kanûna paşîn a 1948 li Enqere) hevalê nêzîk ê Mustafa Kemal Atatürk, generalê artêşa Osmanî, yek ji serokên Parlamena Tirkiyê, yek ji damezrênerên Terakkiperver Cumhuriyet Fırkası (Partiya Komara Pêşverû) ye.

Di dawiya Osmaniyan û damezrandina Komara Tirkiyê de xwedî cih û roleke girîng e. Tevlî hemî şerên Osmaniyan ên beriya têkçûnê dibe û têkiliyên Mustafa Kemal Atatürk û YKSSê birêvedibe. Piştî damezrandina komarê nakokî di navbera wî û Atatürk de derdikevin û hemî erk û peywirdariyên wî jê tê girtin. Heya bigire Atatürk qesta kuştina wî û nivîskarê sirûda neteweyî ya Tirkiyê Mehmet Akif Ersoy, Rafet Bele hwd gelekên ku berê hevalên Atatürk ên nêzîk bûn dike.

Di dema Şerê Cîhanî yê I. de yek ji fermandarên mezin ê Osmaniyan li Kurdistanê ye. Tevlî şerê Osmanî û Rûsan dibe. Derbarê pirsgirêka Kurdistanê de nêrînên wî û Atatürk hevûdu nagirin. Wî wekî keyên Rûsan û gelên bindest ên li Rûsyayê mînak digirt û ne li dijî Kurdistaneke sist û qels bû. Lê Atatürk pişavtina Kurdan û Tirkkirina wan digot.

Pirtûkên wî heya van nêzîkan qedexe bûn

Tenê çend pirtûkên wî yên di ciwaniyê de nivîsîbû li pirtûkxaneyan hebû yên din qedexe bûn. Lewra ew piştî damezrandina komarê ji ber nêrînên xwe ji aliyê Atatürk ve hatibû aforozkirin. Hêj jî çend pirtûkên wî û bîranînên wî yên dawiya temenê xwe de nivîsîne, veşartîne.

Atatürk û Karabekir an Stalîn û Troçkî

Gorî hin rewşenbîrên Tirkiyê rewş û têkiliyên wan dişibiyan hevûdu. Herdû mînak jî ji bo berjewendiyên ferdî û nêrînên egosantrîk destdirêjiya hevalbendên xwe dikir. Karabekir ji ber ku fermandarê mezin ê artêşa Tirk li Kurdistanê bû di pirtûkên xwe de gelek behsa Kurdan û Kurdistanê dike û ji bo dîroknasên Kurd girîng e. Heya bigire ji aliyê İsmet İnönü ve bi "Kurdperweriyê û têvlîbûna serhildana Şêx Seîd" ve jî tê tewanbarkirin.

Hin ji berhemên wî

  • Ankarada Savaş Rüzgarları - Li Enqereyê bayên şer
  • Bir Duello ve Bir Suikast - Dûelloyek û sûîkastek
  • Cehennem Değirmeni 1-2 - Aşê dojehê
  • Hayatım - Jiyana min
  • Kürt Meselesi - Pirsgirêka Kurd
  • Sarıkamış-Kars ve Ötesi - Sariqamiş-Qers û hew
  • Nutuk ve Karabekir'den Cevaplar Nutuk (a Atatürk) û bersîvên Karabekir