Gotûbêj:Selcûqî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
kurte-rexne
(Cudahî nîne)

Guhartoya 15:25, 12 sibat 2008

Ziman û çanda wan a Îraniyan bûye. Zimanê keyên wê jî herwiha Farsî bûye. Di qeydên cidî yên navneteweyî de, Seljûkiyan wekî "împaratoriya misilmanan a hêza begên Tirkmanan birêxistin kirî û bikaraniye" tên binavkirin.

Di warê çand û dab-nêrîtên xwe de herwiha Îranî bûne. Desthilatdarbûne Turkoman an berên Tirk-Mongolan ji xwe bi heman modelê ye. Şarezayiyên Memlûkan, avabûna împaratoriya Osmaniyan (malbata Osman Beg bi xwe gorî qeydên Osmanî û navneteweyî, Afganî bûye) hwd bi giştî wekhev e. Ango Tirk tên xwe di nava împaratoriyekê de bicihdikin, ji ber ku ji aliyê şerkariyê de bipêşketîne, hêdî hêdî karên împaratoriyê yên leşkerî û paşê jî tevayî bidestdixin.

Bi kurtî Seljûkiyan jî wisa sentezek in. Tê zanîn wekî îngîlîzkiya niha berê zimanên Îranî zimaneke împeryalîstî bû. Paşê Erebî ket şûnê (li cografya me). Seljûkî ji kîjan etnîsîteyê bana, mecbûr bûn zimanên Îranî bikarbînin û ji xwe heya 70-80 salên dawiyê nasnameya "Tirk" di asta tûnebûnê de qels û ne-sîmpatîk bû.

Gelek dikare were dirêjkirin. Rexneya min li naverokê ye. Bandora şîroveya îdeolojiya fermî ya Tirkan (sedî 90 ji derewan e), xwe gelek li naveroka gotarê kiriye. Qet nebe mirov di destpêkê de dikare binivîsîne (Wîkîpediya Almanî û yên din wisa kirine) ku ev împaratorî sentezek e.

Wekî min got ez mecbûr im rexneyan bikim. Doktor wisa got:) --Bablekan 15:25, 12 reşemî 2008 (UTC)