Gotûbêj:Selcûqî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
kurte-rexne
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 8: Rêz 8:


Wekî min got ez mecbûr im rexneyan bikim. Doktor wisa got:) --[[Bikarhêner:Bablekan|Bablekan]] 15:25, 12 reşemî 2008 (UTC)
Wekî min got ez mecbûr im rexneyan bikim. Doktor wisa got:) --[[Bikarhêner:Bablekan|Bablekan]] 15:25, 12 reşemî 2008 (UTC)

::Tu dewletên li ber sed salî îroj hatibûn avakirin, ne dewletên miletekî bûn. Ne dewletên wê çaxê, ne jî kesên wê çaxê xwe wek tirk, ereb, kurd an miletekî din xwe dida nas kirin. Wê çaxê kimlîga rewacdar bi tenê dîn, ango ol bû. Wê sawê dewletan an kesan xwe misilman an xrîstîyan an cû dida nasîn. Ne kesekî bo tirk bû dihate serê dewletekê ne jî, yek bo kurd bû ji dewletekê dihat dûr xistin. Bo wê Rîchardê dilşêr çiqas fransiz bû jî dibû serokê gelên îngîliz. an jî Silhedîn di dewletê selçûqiyan de der dikete meqamên jor. Yanê merî nikare dewletekê nola selçûqiyan re bê dewleta tirkan. Lê merî dikare bê ko tirkan saz kiribû. Di dewletê de wezîrên nola Nizmûl Milkê fars cihên girîng girtibûn, belkî zimanê xwe jî ne tirkî bû. Lê bi gelemperî ew çavkanÎyên biyanî de wek dewletên oxizan saz kirî têye gotin. Yê ko tu dibêjî çenda û zimanê farsî bûn bo osmanîyan temamî rast e. Lê Selçûqîyan kargerê xwe bi piranî tirk bûn(Ew nê maneyê ko ew dewleteka tirk bû). silav û xurmet --[[Bikarhêner:Cyrus the virus|Cyrus the virus]] 19:17, 12 reşemî 2008 (UTC)

Guhartoya 19:17, 12 sibat 2008

Ziman û çanda wan a Îraniyan bûye. Zimanê keyên wê jî herwiha Farsî bûye. Di qeydên cidî yên navneteweyî de, Seljûkiyan wekî "împaratoriya misilmanan a hêza begên Tirkmanan birêxistin kirî û bikaraniye" tên binavkirin.

Di warê çand û dab-nêrîtên xwe de herwiha Îranî bûne. Desthilatdarbûne Turkoman an berên Tirk-Mongolan ji xwe bi heman modelê ye. Şarezayiyên Memlûkan, avabûna împaratoriya Osmaniyan (malbata Osman Beg bi xwe gorî qeydên Osmanî û navneteweyî, Afganî bûye) hwd bi giştî wekhev e. Ango Tirk tên xwe di nava împaratoriyekê de bicihdikin, ji ber ku ji aliyê şerkariyê de bipêşketîne, hêdî hêdî karên împaratoriyê yên leşkerî û paşê jî tevayî bidestdixin.

Bi kurtî Seljûkiyan jî wisa sentezek in. Tê zanîn wekî îngîlîzkiya niha berê zimanên Îranî zimaneke împeryalîstî bû. Paşê Erebî ket şûnê (li cografya me). Seljûkî ji kîjan etnîsîteyê bana, mecbûr bûn zimanên Îranî bikarbînin û ji xwe heya 70-80 salên dawiyê nasnameya "Tirk" di asta tûnebûnê de qels û ne-sîmpatîk bû.

Gelek dikare were dirêjkirin. Rexneya min li naverokê ye. Bandora şîroveya îdeolojiya fermî ya Tirkan (sedî 90 ji derewan e), xwe gelek li naveroka gotarê kiriye. Qet nebe mirov di destpêkê de dikare binivîsîne (Wîkîpediya Almanî û yên din wisa kirine) ku ev împaratorî sentezek e.

Wekî min got ez mecbûr im rexneyan bikim. Doktor wisa got:) --Bablekan 15:25, 12 reşemî 2008 (UTC)

Tu dewletên li ber sed salî îroj hatibûn avakirin, ne dewletên miletekî bûn. Ne dewletên wê çaxê, ne jî kesên wê çaxê xwe wek tirk, ereb, kurd an miletekî din xwe dida nas kirin. Wê çaxê kimlîga rewacdar bi tenê dîn, ango ol bû. Wê sawê dewletan an kesan xwe misilman an xrîstîyan an cû dida nasîn. Ne kesekî bo tirk bû dihate serê dewletekê ne jî, yek bo kurd bû ji dewletekê dihat dûr xistin. Bo wê Rîchardê dilşêr çiqas fransiz bû jî dibû serokê gelên îngîliz. an jî Silhedîn di dewletê selçûqiyan de der dikete meqamên jor. Yanê merî nikare dewletekê nola selçûqiyan re bê dewleta tirkan. Lê merî dikare bê ko tirkan saz kiribû. Di dewletê de wezîrên nola Nizmûl Milkê fars cihên girîng girtibûn, belkî zimanê xwe jî ne tirkî bû. Lê bi gelemperî ew çavkanÎyên biyanî de wek dewletên oxizan saz kirî têye gotin. Yê ko tu dibêjî çenda û zimanê farsî bûn bo osmanîyan temamî rast e. Lê Selçûqîyan kargerê xwe bi piranî tirk bûn(Ew nê maneyê ko ew dewleteka tirk bû). silav û xurmet --Cyrus the virus 19:17, 12 reşemî 2008 (UTC)