Xalîd Begê Cibirî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Bangin (gotûbêj | beşdarî)
B lînk serrastkir
BKurteya guhartinê tine
Rêz 16: Rêz 16:
[[kategorî:siyasetmedarên kurd]]
[[kategorî:siyasetmedarên kurd]]


[[de:Cibranlı Halit Bey]]
[[tr:Cibranlı Halit Bey]]
[[tr:Cibranlı Halit Bey]]

Guhartoya 01:08, 29 gulan 2008

Xalit Begê Cibirî damezrêner û serokê Rêxistina Azadî bû.

Di sala 1882'î li Gimgima Mûş ê hatiye cîhanê. Ji eşîra Mala Sur (Mala Sûwar) e. Di dibistanên leşkerî yên Osmaniyan de dixwîne, dibe Mîralay. Ew û Şêx Seîd him pisxaltiyê hev in him jî ew bûrayê Şêx e.

Demekî li Filistinê dixebite. Şerê Cîhanê yê 1. de li Erziromê û Agirîyê, dijî Rûsan şer dike. Piştî Komkujiya Ermeniyan dikeve nav hewldana rêxistina Kurdan. Di sala 1920'î de wek mîralay li Erziromê dest bi xebate dike.

Di sala 1921'î de Rêxistina Azadiyê dadimezirînin. Di vî rêxistinê de gelek şêx û mîrên kurdan cih digirin. Bi taybetî jî, Mebûsê Bedlîsê Ûsiv Ziya di warê birêxistinkirina gel de ristek mezin dilîze. Ji xwe ber vê yekê jî di gelek çavkaniyan de Xalid Beg him wek serok him jî wek berpirsiyarê leşkerî, Yûsiv Ziya jî wek berpirsiyarê siyasî tê ravekirin. Lê mixabin hîn derfetên lêkolînên li ser vê rêxistinê nîne û hîn gelek tişt baş nayê zanîn.

Di 14'ê avrêlê 1925'î li Bedlîsê bi tevî û Ûsiv Ziya çar hevalên xwe yên din tên dardakirin.

Ew heya Çileya dawî ya 1925’î, ango heya dawiya jiyana xwe ji bo Kurdistanek serbixwe xebitî û goncan bi Kemalîstan re qebûl nekir. Gorî rojnameyên Tirkan ên wê demê û qeydên fermî, li Bedlisê beriya kû wî li sêdarê bidin wiha digot:

“Ez li hemberê we ne tenê me. Li pişta min, li Îranê, li Mezopotamyayê û li Tirkiyeyê neteweyaka mezin, Kurd dijî. Hûn îro min ji holê radikin lê baş bizanin kû sibê, wê sibê neviyên me we ji nav bin”.