Orhan Dogan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurdodino (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 8: Rêz 8:
Tenduristiya Orhan Doğan di axavtineke xwe ya li [[Bazîd]]ê de xirabdibe û ew bi [[mirina masûlkeyên dil]] ''(qeyrana dil, krîza dil)'' li nexweşxaneya Zanîngeha [[Wan]]ê jiyana xwe jidestdide. Doğan zewicî û xwedî 5 zarokan bû.
Tenduristiya Orhan Doğan di axavtineke xwe ya li [[Bazîd]]ê de xirabdibe û ew bi [[mirina masûlkeyên dil]] ''(qeyrana dil, krîza dil)'' li nexweşxaneya Zanîngeha [[Wan]]ê jiyana xwe jidestdide. Doğan zewicî û xwedî 5 zarokan bû.


[[Kategorî:Siyasetmedar|Doğan, Orhan]]
[[Kategorî:Siyasetmedarên kurd|Doğan, Orhan]]
[[Kategorî:Mêrdîn|Doğan, Orhan]]
[[Kategorî:Mêrdîn|Doğan, Orhan]]



Guhartoya 18:27, 24 hezîran 2008

Wêne:Orhan dogan.jpeg
Orhan Dogan

Orhan Doğan (*25'ê tîrmehê 1955 li gundê Xelîla ya Kerboran a Mêrdîn - †28'ê pûşperê 2007 li Wan) siyasetmedar, dadnas û parlamenterekî Kurd bû.

Di malbateke karmend de ji dayîk bûye. Ji ber karê bavê xwe jiyan û xwandina xwe li gelek cihan bidawî kiriye. Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî sala 1974'î de dest bi zankoya Fakûlteya Dadnasiyê ya Enqereyê dike. Dibe parêzer û di rewşên dijwar de parêzvaniya çalakgerên Kurd dike. Bi damezrandina partiya legal a Kurdan (li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê) HEPê ve dest bi karê polîtikayê dike. Wekî parlamenterê Kurd tê hilbijartin û dikeve meclîsa Komara Tirkiyê. Sala 1994'î de bi darê zorê Doğan û parlamentêrên Kurd ên DEPê, bi dijûn û geflêkirinan ji aliyê polîsên dewletê ve ji meclîsê tên derxistin û zîndanîkirin.

Doğan jî wekî Leyla Zana, Selim Sadak, Hatip Dicle nêzîkî 11 salî di girtîgehê de dimîne. Piştî serbestberdanê dîsa dest bi xebatên xwe yên polîtîk dike.

Tenduristiya Orhan Doğan di axavtineke xwe ya li Bazîdê de xirabdibe û ew bi mirina masûlkeyên dil (qeyrana dil, krîza dil) li nexweşxaneya Zanîngeha Wanê jiyana xwe jidestdide. Doğan zewicî û xwedî 5 zarokan bû.