Kevir: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 65: Rêz 65:
[[gl:Rocha]]
[[gl:Rocha]]
[[ko:암석]]
[[ko:암석]]
[[ku:Kevir]]
[[hy:Լեռնային ապար]]
[[hy:Լեռնային ապար]]
[[hr:Stijena]]
[[hr:Stijena]]

Guhartoya 09:45, 25 tebax 2008

Kevir û kuçik (ber, berd, kemer, kuç û kemen) objekteke ji mîneral û xîçan (kevirokan) pêk tê ye. Kevir asteke materyalên bingehîn ên gerdûnê ye.

Dîroka çêbûna keviran girêdayî sarbûna magmayên xwedî germahiyên awarte ne. Xweza bêî rawestan diguhere û gelek objektên jîndar piştî mirinê wekî mîneral û bermahiyan vedigerin xwezayê. Herwiha volkan kevirên nû diafirînin û hêzên sereke yên erd û exteran (gerstêrkan) bêî sekinandin asta maddeyê diguherînin. Hinan dikin kevir, hin keviran jî dikin xwalî.

Kevir, ber, berd, kuç, kemer, kemen û zimanê kurdî

Kevir di zimanê/n Kurdî de xwedî cihekî mezin e. Gelek wargehên cografîk bêjeya kevir girtine. Kevir di wêjeya devkî ya Kurdî te sîmbola mêranî û wêrekiyê ye. Herwiha kevir serhişkiyê û kêm-fêhmiyê jî bibîrdixe.

Gorî zanyariyê mirov objekta ku ji 63 mm mezintir e bi navê kevir binavdike. Yên ji wê piçûktir, xîç, xîz, şel, xwalî yan arî hwd ne. Yên mezin jî sale (sehle), zinar, moran, tal hwd ne. Mixabin li ser zimanê Kurdî kêm xebatên akademîk hatine kirin. Lewra jî tasnîfa bêjeyan nehatiye kirin.

Dîsa kevir gorî serencama çêbûna xwe jî tê tasnîfbûn û binavkirin; Kevirê seqî, kevirê xîz (kîs), kevirê moqî, kevirê kefê, kevirê kewke, kevirê pûç, kevirê menîr, kevirê xişlore (xişlorik), kevirê heste (kevirê hesteyan), kevirê reş, kevirê sîq, kevirê arkanê, kevirê asîman, kevirê aş, kevirê beresteyî, kevirê çaqmaqan, kevirê hestem, kevirê kilsînî, kevirê qusekê, kevirê şebê, hwd.

Hin bikaranînên di wêjeya devkî de

Kurdî de Kevir û Kuçik

Zinarek nêzikî Orosí, Kosta Rîka.
  • zinar: kevirên mezin wek çîyan.
  • teht: kevirên rûyî axê.
  • hîm: kevirên mezin.
  • pel: kevirên wek yek-du kîlo.
  • gome: kevirên di bin axê da.
  • xilik: kevirên biçûk wek nokan.
  • kûtkût: kevirên qul.
  • mermer: (ing. marble) kevirekî sût e. Li Kurdistanê kevirnan bi reng hene. ku meriv dişkêne daximên sor, hêşin an reş derdikevin meydane. Hin hawinan xwe yên bi çînikin gurle jê çedibin.
  • tîtik: kevirekî wek zerengîye. Şikandinê xwe gele zor e.
  • hewarg: kevirekî gewr wek mînê kirêcê ye. Çima ku yî nerm e asan tê birînê û pê mal çêibin.
  • kevirî rêş: Kevirekî reng reş e.
  • kevirî rêşrêşkê: Kevirekî ser xwe wek mîna ku teneyê şêkir pê va bizeliqînin. Pê kêran tûjdikin.
  • arebeşk (kevriî berxînî): Kevirekî gewr wek diranan e.
  • çeqmaq: Rengî xwe reş, zer an jî sorengî dibe. Binî gaman bi kevirî çeqmêq çêdikin. Berê bi çeqmêq agir vêdixistin. Tirkî navî hêste (çakmak) ji ew kevirî tê.
  • çeqçeqî