Zimanê avestayî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Escarbot (gotûbêj | beşdarî)
B روبوت إضافة: bn:অবেস্তা ভাষা
TXiKiBoT (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: ceb:Pinulongang Abestiko
Rêz 84: Rêz 84:
[[br:Avesteg]]
[[br:Avesteg]]
[[ca:Avèstic]]
[[ca:Avèstic]]
[[ceb:Pinulongang Abestiko]]
[[cs:Avestánština]]
[[cs:Avestánština]]
[[cv:Авести чĕлхи]]
[[cv:Авести чĕлхи]]

Guhartoya 14:28, 28 tebax 2008

Zimanê Avestayî

Piraniya şareza, rojhilatnas û lêkolîner li ser vê baweriyê ne ku çavkaniya zimanê Farsî zimananê Iranî ye ku Avesta bi vî zimanî hatiye nivîsîn. Mîcerson dibêje:

"Çavkaniya zimanê kurdî zimanê medî ye. Li gorî belgeyên dawî ku bi dest ketine, Avestaya Zerdeşt bi vî zimanî hatiye nivîsandin."

Rojhilatnasê navdar Darmestito dibêje:

"Avesta bi zimanê madekan, bi zimanê medî hatiye nivîsandin. Zimanê kurdî, paşmayê zimanê medî ye."

Noldkeş dibêje:

"Ger nivîsên paşayetiya medan bi dest bikevin ez bawer dikim, dê şik bikeve giyana berdenivîsên parsiyan."

Hirtsfiludê bi nav û bang ê rojhilatnas dibêje:

"Zerdeşt ji binemala Sipîtameya med e ku di destpêkê de desthilatdarê bajarê Rey bûn. Peyva spîtme navê binemaleya zerdeşt e ku di gateyên de wekî Spîtme hatiye nivîsandin û bi wateya regez (nijad)a spî yan binemala spî ye."

Pilînûsê mezin ku berî zayînê di navbera salên 79-23'yan de jiyaye, di cizya sêyem û benda duyem a perawa xwe ya bi navê "Mêjûy Xorskî" de dibêje:

"Zerdeşt ji binemala Med e û Avesta jî bi zimanê medî nivîsiye."

Babe Yadîgar ku yek ji pêşeng û hunermendê mezin ê sedsala heştemîn e, di berhema xwe ya bi navê "Zulal Zulal" de dibêje:

"Zerdeşt ku ji binemaleya Spîmenê ye, di dema paşayetiya Guştasip şahê keyanî de serî hildaye û gel, deste deste li dora wî kom bûye û rêz û rêçikên wî hîn û fêr bûne. Wî jî agir pêxibstiye û gel ji bo nasîna Xwedayê yekane hay daye."

Mînorskî dibêje:

"Her çend ku ji zimanê medî ji bilî çend navên taybetî tu tişt li cih nemaye jî, lê belê piştî ku ew sened û belge ketine destên me, derdikeve holê ku gelê kurd paşmayê qewmê med e û diyar e ku zimanê wan jî beşek ji zimanê medan e ku Avesta pê hatiye nivîsîn."

Herodot di dîroka xwe de çend peyvên medî dane ku ew peyv niha jî di zimanê kurdî de hin caran tên bikaranîn. Ji bo mînak Heredot dibêje:

"Medan ji dêlesegan re gotiye sipako" ku niha jî di zaravayên kurdî de ji segan re dibêjin sipak, sipa, sipe û siplot."

Ji ber ku me ji re ron û diyar be ku zimanê avestayî û zimanê kurdî her yek ziman e, emê çend peyvên Avestayê digel kurdiya niha mînak bidin, da ku bê zanîn piştî derbasbûna demeke dûr û dirêj hîna jî zimanê kurdî ji zimanê avestayî cuda nebûye û neguheriye.

Bi van mînak û belgeyên ku me diyar kirin, xuya ye ku zimanê kurdî paşmayê zimanê medî ye û Avesta jî ku Zerdeşt diyarî me kiriye her bi zimanê medî hatiye nivîsîn. Her wekî me got Pilînûsê Romî ku berî zayînê di salên 79-237an de jiyaye û di berhema xwe de gotiye:

"Zerdeşt ji binemala med bûye û Avesta jî bi zimanê medî nivîsîye. Êdî ger di paşerojê de Medistan an kurdistan bikeve ber lêkolînê û berdenivîsan şûnewarek bi dest bikeve ev mebesta bi tevahî dê ronî û diyar bibe."
Avestayî Farsî Kurdî
espe esb hesp
axitî aştî aştî
afirîne aferîn aferîn
axiştir şotor wiştir/hiştir
benge bang beng
paşne paşnê pajne, paş
tenûre tenûr tenûr
xesûre pêderzan/pederşowher xezûr
rane ran ran
geoşware guşvarê guware, guhar
mawenge mah mang
masiye mahi masî
mûşte moşt muşt/mist
neîze neîzê nêze
nicen cindan cinîn
nifrîne nêfrîn nifrîn
warînte baran baran/waran
weç vajê wişe
weraze goraz beraz/weraz
werişe bîş bîşe, bîşî
wuze wez wez
wes bes bes

Girêdanên derve