Çewlik: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
B robot serzêde kirin: mk:Бинѓол (покраина)
Rêz 119: Rêz 119:
[[it:Provincia di Bingöl]]
[[it:Provincia di Bingöl]]
[[ja:ビンギョル県]]
[[ja:ビンギョル県]]
[[mk:Бинѓол (покраина)]]
[[mk:Бинѓол (провинција)]]
[[nl:Bingöl (provincie)]]
[[nl:Bingöl (provincie)]]
[[pt:Bingöl (província)]]
[[pt:Bingöl (província)]]

Guhartoya 13:24, 1 kanûna pêşîn 2008

Çewlik
Kargêrî
Welat Kurdistan
Dûgel Tirkîye
Parêzgeh Bîngol
Serbajar Çewlîg
Demografî
Gelhe 251.552 (2007)
Berbelavî 30.2 kes/km²
Erdnîgarî
Rûerd 8.319 km²
Agahiyên din
Malper http://www.bingol.bel.tr/
Nexşe
Wêne:776px-Bingol districts ku.PNG
Wêne
Wêne:Cewlik.jpg
Cadeyeke bajarê Çewlîgê

Çewlîg (bi tirkî, Bingöl) bajarekî li parêzgeha Bîngolê ya bakurê Kurdistanê ye. Navên din ên bajarê Çolig, Çewaxçur an Çebaxçur in.

Erdnîgarî û sînorên bajêr

Bajar di nav parelelên 41° 20´ û 39° 54´ bakûr û merîdyenên 38° 27´ û 40° 27´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakur bi Erzirom û Erzînganê re, li rojava bi Dêrsim û Mezrayê re, li başûr bi Amedê re û li rojhilat jî bi Mûşê ve tê giradan.

Taybetiyên erda bajêr

Pîvana erda herêmê 8.319 km² ye, ji vê erdê ji % 83,3'yê wê ji çiyayan,ji % 2,3 ji deştan,ji % 2,7 ji zozanan û ji % 11, 7'ê wê jî ji platoyan pêk tê. Ji van erdan ji % 50,7'ê wê ji bo çandiniyê bikêrhatî ye. Tene û garis li herêmê tên çandin.

Avhewa

Herêm ji behrê pir bilindtir e, loma jî avhewayeke reşahî û sar li herêmê derbas dibe. Zivistanan sar, dirêj û bi berf, havînan jî hênik derbas dibe.

Nifus û navçeyên bajêr (1997)

Tevayiya nifûsa herêmê (tevî gundan) 234.790 e.

Çiyayên herêmê

Karîr (2.373 m), Şeytan (2.906 m), Çavreş (2.246 m), Serçelîk (2.900 m), Cotela (2.940 m)

Deşt û zozanên herêmê

Ji ber ku herêm bi piranî çiya ye, deşt û zozan kêm in li herêmê. Bilindbûna zozanan digihîje heta 1.500 m yî, zozanên herî naskirî, wekî Bazirgan, Qandîl, Mirgemir û Masla ne. Deştên herî naskirî jî, deşta Darehênê (60 km²) û deşta Bîngolê (80 km²) ye.

Çem û gol

Çemê herî mezin Çemê Miradê ye. Çemê Perî jî çemekî din ê herêmê ye. Li herêmê pir golên biçûk jî li ser çiyayan hene. Bajar navê "Bîngol (hezargol)" ê ji van golan digire. Hinek ji van ev in: Golbehrî, Zirlir, Gola Sar, Haren û hwd.

Serwetên bin erdê

Li Çewligê maden kêm in tenê li Gêncê hesin û li Kanî Reşê jî lînyît peyde dibe.

Babetên meywanan

Herêm ji alî nêçira heywanan ve pir dewlemend e. Heywanên wekî kuze, darbir (semasî), rovî, kîvroşk û kew û qaz ên herî pir in ku li herêmê peyde dibin. Herêm ji alî heywanên kedî ve jî dewlemend e. Piraniya gel bi xwedîkirina heywanan mijûl dibe.

Ol û civak:

Piraniya gel misilman e. Elewî û sunnî civaka misilmanan teşkîl dike. Piraniya nifusê ji zaza û kurmancan pêk tê.

Xwarinên herêmê

Nan li herêmê ji genim, lê carinan jî ji garis çêdibe. Gel bi piranî "nanê sêlê" dixwe. Li gundan bi piranî dew, mast, şorbe, bilxur û toraq tê xwarin. "Avsîrk" û "keşkeh" xwarinên naskirî yên herêmê ne.

Kincên herêmê

Li gundan jin, şalwarek gulgulî li xwe dikin û bi serde jî kefiyek sipî lê girêdidin. Bi ser şalwar de îşlik û êlek li xwe dikin. Kitanên bi gulan nexşkirî û sipî jî didin serê xwe. Li hinek deveran jî jin "kofî" (ku bi perên hesin xemilkirî ne)" didin serê xwe. Qondere û gorên ji hirî, yên rengîn li nigê xwe dikin.

Zilamên herêmê şalwarên reş li xwe dikin û bi serde jî kefiyên rengin girê didin. Îşlik û çakêt jî bi serde li xwe dikin. Şewqe, kum yan jî kefî didin serê xwe, gorên ji hirî û qondere dikin nigê xwe.

Nav û kronolojiya bajêr

Navê herî kevn yê bajar "Srmanc" e ku di çavkaniyên ermeniyan û ereban de ev nav derbas dibe. Nawek din yê bajêr jî "Çapakçur" e, di Încîlê de mana wî tê "ava paqij" yan jî ava cennet (bihuşt) ê. "Nahrî" jî navek din yê bajêr e. Çewlîg û Bîngol jî navê wî yê vê demê ye.

Kronolojî

Berî Îsa (zayîn)

  • 200 dema Aramiyan
  • 800 dema Asûriyan
  • 200 dema hukumdarî ya Arasiyan
  • 38 Dema Romayiyan

Piştî Îsa (zayîn)

  • 395 dema Bîzansiyan
  • 636 Dema Ereban
  • 1230 dema Selçûkiyan
  • 1243 dema Moxolan
  • 1515 dema Osmaniyan

Ciyên turîstîk û gerê

Herêm ji alî tarîx ve ne pir dewlemend e, li ji alî tebîatê ve çiyên gerê û turîstîk pir in. wek; Mendo, Soğuksu, li Kox, Temaşekirina Rojê tema. Li çiyayên herêmê îmkanên sporên zivistanê jî hene.