Diyarbekir (parêzgeh): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
JAnDbot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: tg:Вилояти Диарбекир
Rêz 80: Rêz 80:
[[pl:Diyarbakır (prowincja)]]
[[pl:Diyarbakır (prowincja)]]
[[sv:Diyarbakır (provins)]]
[[sv:Diyarbakır (provins)]]
[[tg:Вилояти Диарбекир]]
[[tk:Diyarbakır]]
[[tk:Diyarbakır]]
[[tr:Diyarbakır (il)]]
[[tr:Diyarbakır (il)]]

Guhartoya 01:46, 10 kanûna pêşîn 2008

Diyarbekir (parêzgeh)
Diyarbekir (parêzgeh) li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Diyarbekir (parêzgeh)
Diyarbekir (parêzgeh)
Diyarbekir (parêzgeh) (Tirkiye)
Kargêrî
Welat Kurdistan
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir (parêzgeh)
Serbajar Amed
Demografî
Gelhe 1.460.714 (2007)
Erdnîgarî
Rûerd 15.354 km²
Koordînat 38°Bk 40°Rh / 38°Bk 40°Rh / 38; 40
Agahiyên din
Malper http://www.diyarbakir-bld.gov.tr/default.aspx
Nexşe
Wêne:776px-Diyarbakir districts ku.PNG
Wêne

Diyarbekir (bi tirkî: Diyarbakır) parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye. Serbajarê parêzgehê Amed e.

Qezayên Diyarbekrê (1997)

Tevahîya gelhe herêmê 1.282.678 (1997) û 1.460.714 (2007)

Çiyayên herêmê

Qerejdax (1.919 m), Pîreceman (2.010 m), Mîhrap (2.100 m), Adem (2.100 m), Lîs (2.220 m), Suplis (2.280 m), Koz (2.283 m), Qirdîlek (2.350 m), Berbihîv (2.593 m), Andok (2.830 m)

Deştên herêmê

Gewran (Erxenî, 15.000 hektar), Qerexan (nêzî Qerejdax, 10.000 hektar), Deşta Diyarbekirê (40.000 hektar), Kîka (navbera Çinar û Bismilê, 25.000 hektar), Behremkî (Bismil, 18.000 hektar) û ber û berê çemê Dîcle ve jî pir deştên biçûk hene.

Çem û gol

Çemê Dîcle, çemê herî mezin ê herêmê ye. Çemê Embarê, Batman (Qulp û Farqîn), Medya (Çêrmûg) û Kalxane (Erxenî) jî yên din yê herêmê ne. Li Diyarbekirê golên siruştî tune ne. Golên bendavan wek Devegeçîdî, Qaraqaya, Qurtqaya, Ortavîran Goksu, Qralkizî û Gozegol. Dîsa li Pasûrê, Çemê Sarumî, li Licê jî Çemê Şekiran hene.

Dewlemendiyên bin erdê

Hesin (asin), qirşûn, çînko, manganez, asbest, sifir, barît, fosfat, malzemên ji bo tuxla û kiremîdan, rijiya kevir û van salên dawiyê jî bi taybetî li hêla Farqîn û Bismilê damarên petrolê jî hatine dîtin, lê ev hîn nehatine bikaranîn.

Babetên ajalan

Ji bilî heywanên kedî li herêmê, sewalên wek hirç, çeqel, rûvî, kevroşk û babetên teyran jî, qertel, legleg, qijak, kevok, bilbil, yên herî pir in ku karin li herêmê peyde bibin.

Çavkanî

  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).
  • Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.