Emil Kraepelin: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
FlaBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: de, en, es, fr, he, is, it, ja, nl, pl, pt, ru, sk, sv, tr
FlaBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: ro:Emil Kraepelin
Rêz 20: Rêz 20:
[[pl:Emil Kraepelin]]
[[pl:Emil Kraepelin]]
[[pt:Emil Kraepelin]]
[[pt:Emil Kraepelin]]
[[ro:Emil Kraepelin]]
[[ru:Крепелин, Эмиль]]
[[ru:Крепелин, Эмиль]]
[[sk:Emil Kraepelin]]
[[sk:Emil Kraepelin]]

Guhartoya 23:07, 7 kanûna paşîn 2009

Emil Kraepelin 15ê Reşemeha 1856ê- 7ê Çirya Pêşîn 1926. Yek ji psîkiyatrîstên navdar e ko li Neustrelitzê li Elmanyayê ji dayîk bûye û li Münchenê mirîye. Ji layê gelek kesan ve, mîna H. J. Eysenckî di Encyclopedia of Psychologyyê da, wekî hîmdanerê psîkatriya zanistî, dermanzanizta psîkatrîk û genetika psîkatrî dihêt pesinandin. Kraepelinî hizirand ko sedema hemî nesaxîyên psîkatrîk hokarên bîyolocik û genetîkî in. Ramanên wî jordestîya xwe li tevaya sedsala 20ê li ser psîkatrîye da parast. Bervajî wî Zîgmond Froydî hizir dikir ko nesaxîyên psîkatrîk ji ber sedemên psîkolocîk peyda dibin. Li 1886ê, tenê piştî 8 salên rahînanê, ew li Zanîngeha Tartuyê (hingî Dorpat) li Estoniyaya niha bû profesor û bû rêveberê dermangeheka (klînîkeka) 80 textî. Li wêderê ew şiya gelek serhatên nesaxan bi hûrî û kûrî tomar bikit û bixwînit û "têderbiînit ka giringîya rewşa nesaxîyê li goreyî polandin an sinfandina nesaxîyê çend e." Deh salan piştra, wî ragehand ko rêyeka nû ji bo nihêrîna li nesaxîyên revanî vedîtîye. Wî ji nihêrîna kevneşopî ra digot "berjengkî" anko "sîmptomatîk" û ji rêya xwe ya nû ra digot "Balgehîn" anko "Klînîkal". Ev bû rêbaza wî ji bo şirovekirina sinfandina bi sedan nesaxîyên revanî yên ko heta sedsala 19ê hatbûn niyasîn. Wî nesaxî li goreyî sinfandina paternên berjengan anko sîmptoman vebeşîn, ne li goreyî wekhevîya berjengên serekî, ko berî wî dihat kirin. Dirist hema jiber wan astengan bû ko Kraepelinî şêwazê xwe jibo veniyasîna nesaxîyên revanî pêşkêş kir. Ji ber sinfandina nesaxîyeka ko bi awayê yek nesaxî wekî psîkosîs dihat niyasîn pesnên Kraepelinî dihên dan. Wî ev nesaxî dabêşî du nesaxiyan kir: 1. Manic Depression ko ew bi xwe niha bû ye komeka nesaxiyên mîna Depressiona mezin û nesaxiya ducemser ank bipolar disorder. 2. Dementia Praecox anko skitzoferenyayê. Li ser bingehê lêkonînên wî yên dirêjdem, û li goreyî saloxetên rewşan, encam û verêja talîya (anko prognosisa) nesaxiyan, wî çemk anko konsepta Dementia Praecoxê pêk anî. Li goreyî wî Skitzoferenya "werara nepirr kurt dema rewşeka nemazeyî ya kêmbûna hêza revanî ye ko li jîyekê kêm dest pêdikit." Wî li ser patologiya mejî xebat kirine û cara yekemîn balê kişandiye ser bandorên patologiya li ser kesayetî û nexweşiyên psîkiyatrîk. Wî cara yekemîn pirsgirêkên tevgerê binav û kom kiriye. Ji cureyên din ên zanîstiyê sûdwergirtiye û nexweşiyên kesayetiyê jî wekî yên organîk dîtiye.