Ahmet Türk: Cudahiya di navbera guhartoyan de
BKurteya guhartinê tine |
B Ahmet Türk çû cihê Ehmed Turk |
(Cudahî nîne)
|
Guhartoya 19:27, 24 adar 2009
Ehmed Turk (bi tirkî: Ahmet Türk) (* 1942 li Mêrdînê) yek ji siyasetmedarên Kurd, serokê DTPyê yê niha ye. Di nava refên CHPyê de dest bi polîtîkayê dike û di sala 1973'an de dibe parlamenterê CHPyê yê Mêrdînê. Di cûntaya leşkerî ya 1980'î de tê girtin û di zîndana Amedê de dimîne. Di sala 1987'î de dikeve Sosyal Demokrat Halk Partisi û wekî parlamenterê Mêrdînê tê hilbijartin. Saleke şûnde ew û çend parlamenterên bingeh-Kurd ji vê partiyê ji ber ku li Ewropa tevlî cîvînekê derbarê pirsgirêka Kurd bûne tên avêtin. Türk di nava HADEP û DEPê de polîtîkayê dike.
Di sala 1994'î de bi tevî hin parlamenterên Kurd tê girtin û 22 meh li girtîgehê dimîne. Bi damezrandina DTPyê ve ew dibe yek ji serokên vê partiyê.