Şêx Adî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
VolkovBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: ka:შეიხ ადი
DirlBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot guhêrandin: tr:Adi bin Musafir
Rêz 19: Rêz 19:
[[ka:შეიხ ადი]]
[[ka:შეიხ ადი]]
[[ru:Шейх Ади]]
[[ru:Шейх Ади]]
[[tr:Şeyh Adi]]
[[tr:Adi bin Musafir]]

Guhartoya 15:02, 28 adar 2009

Gora Şêx Adî

Şêx Adî ji aliyê êzîdiyan ve weke pêxember û reformatorê ola êzîdîtiyê tê xebûl kirin.

Jinenîgarî

Li ser bûyîn û nijada Şêx Adî tiştên ji hev cuda tên gotin. Hinek dibêjin, Şêx Adî li Colemergê ji dayîk bûye, hinek jî dibêjin li Lubnanê. Bi gor cîhê dayîkbûna wî jî, hinek dibêjin Şêx Adî kurd e, hinek jî wî ereb dihesîbînin. Dema dayîkbuna wî jî bi tevayî ne eşkereye. Lê bi gor piraniya nivîskaran û pêşkeftiyên Êzîdiyan, Şêx Adî di navbera salên 1073 û 1078 de, li gundekî Lubnana îro, li Beytfarê, li Deşta Bekaayê hatiye dinê. Navê bavê wî, Musafîr e. Bavê wî ji malbata Benî Umeyên Emewî ye ku ev malbat li Şama Suriyê dijîn. Bi vê nêrînê jî diyar e ku, Şêx Adî ereb e, lê tevayî jiyana xwe di nav kurdan de wek kurdekî êzîdî domandiye. Gora Şêx Adî, li mintiqayê Şêxan, di Geliyê Laleş de ye. Hemû Êzîdiyên cihanê, Geliyê Laleş, bi taybetî gora Şêx Adî tewaf dikin û piştî tewafê dibin hecî.

Rola Şêx Adî di ola Êzîdîtiyê de

Êzîdîtî, ji alî gelek lêkolîneran ve, wekî dumahîka ola Zerdeştîyê tê dîtîn. Hin esasên di navbera her du olan de ne wek hev bin jî, tê zanîn ku ev esasana piştî Şêx Adî derketinin holê. Şêx Adî, esasekî li pîle û îbadeta êzîdiyan danaye û ev esasên Şêx Adî hîn jî berdewam e. Lê dîrokê de tesîra herî mezin a li ser Êzîdiya, tesîra Şêx Adi ye. Şêx Adî, bi bîr û ray û raman, tu car negotiye ku "Ez Êzîdî me.". Lê tevayî Êzîdiyan bawerî bi Şêx Adî tînin, wî wek pêxemberê êzîdiyan dizanin; ruhê Melekê Tawûs di şexsiyeta Şêx Adî de dibînin. Belgeyên nivîskî ku îro gêhîştiye destê lêkolîneran jî, pirtûkên Şêx Adî nin. Pirtukên nivîskî ên êzîdiyan jî bi destê Şêx Adî hatine nivîsîn. Her du pirtukên pîroz ên Êzîdiyan ku Şêx Adî nivîsandiye, dişibihin Zend-Avestaya Zerdeştiyan. Wekî tê zanîn du pirtukên êzîdiyan hene: Yek ji wan Cilwe, ya din jî Mishefa Reş e. Orjînala Mishefa Reş, piştî koça Şêx Adî, di sala 1743'ê zayînî de hatiye dîtin. Zimanê Mishefa Reş kurdî ye.

Çavkanî