Midyad: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
FlaBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: fr:Midyad
Rêz 289: Rêz 289:
[[de:Midyat]]
[[de:Midyat]]
[[en:Midyat]]
[[en:Midyat]]
[[fr:Midyad]]
[[nl:Midyat (stad)]]
[[nl:Midyat (stad)]]
[[pl:Midyat]]
[[pl:Midyat]]

Guhartoya 02:08, 29 adar 2009

Midyad
Midyad li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Midyad
Midyad
Midyad (Tirkiye)
Kargêrî
Welat Kurdistan
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn (parêzgeh)
Serbajar Mêrdîn
Demografî
Gelhe 56.669 (2000)
Erdnîgarî
Koordînat 37°25′00″Bk 41°21′11″Rh / 37.4167°Bk 41.3531°Rh / 37.4167; 41.3531
Dem (UTC) UTC+2
Nexşe
Wêne:776px-Mardin districts ku.PNG
Wêne
Wêne:Midyat-Mardin.jpg
Midyad

Midyad (bi tirkî: Midyat, bi turoyo, ܡܕܝܕ Mëḏyaḏ; bi turoyoya Midyadê, Miḏyôyo) bajarekî biçûk li Bakûrê Kurdistanê ye. Midyad ser bi Parezgeha Mêrdînê ye. Li rojavayê Midyadê bajarokê Hezexê heye, li başûrê wê Nisêbîn, li rojava Mehsertê heye û li bakûrê wê Kercews û Kerboran hene. Midyad navenda herêma Torê ye, ku bi taybetî di dîroka Xiristiyaniyê de cihekî girîng digire. Ji Midyadê re ji ber zêdebûna dêrên bajêr Bajarê heft dêran jî tê gotin.

Civak

Li navenda bajêr û gundên derûdorê bi piranî kurd dijîn, lê hejmarek biçûk asûrî-suryanî û ereb jî dijîn. Li vî bajarî ji alîyekî ve dengê naqosên dêra, ji alîyê din ve bangên melayan di heman demê de tên bihîstin. Îro Midyad ji du beşan pêk tê. Yek jê Êstil e ku piraniya şêniyên wê Mehelmî ne, ya din jî Midyada kevin e ku piraniya şêniyên wê kurdên sunî û xirîstyaniyên aramî–suryanî ne. Li gundên derdora Midyadê heta beriya çend salan gelek gundên kurdên êzîdî jî hebûn, lê niştecihên wan gundan ji ber zilma dewleta tirk û cahşên herême neçar man û di salên heşteyî û nodî de warê xwe terk kirin û koçî Ewropa kirin. Ji ber heman sedeme piraniyê rûniştvanên xirîstiyanî jî Midyad û gundên derdorê terk kirin û wan jî koçî rojavayê Tirkiyê - bi taybetî Stembolê - Ewropa û welatên din kirin. Îro hejmarek kem xirîstiyanî û kurdên êzidî li Midyadê û gundên derdorê wê mane. Li gor serjimartinên şêniyan di sala 1997'a de 61.378 kes li Midyadê dijiyan.

Dîroka Bajêr

Wêne:Midyat.jpg
Bajarê kevn ê Midyadê

Belgeyên nivîskî yên pêşî derbarê Midyadê de digihêjin sedsala 13'an B.Z. (Beriya Zayînê), evder herêmek e ku divê ji bo keyayên Asûrê were talankirin. Aşûrnasîpalê Duyemîn bi gewzî di 879'an de dibêje wî ev herêm xistiye bin desthilatdariya xwe. Midyad di serdema Hz. Omer de dikeve bin hikmê Îslamê de (640).

Ajalên herêma Midyadê

Jîyana Sosyolojîk

Wargehên Midyadê

Pîşên Midyadê

Li Midyadê cûrbecûr kar û pîşeyên herêmê yên bi nav û deng hene: 1. Zîvkerî 2. Cumik 3. Kevirbirîn 4. Kurtankerî 5. Hekîmtî 6. Hosteyî ya kevira 7. Hedadî 8. Terzîti

Gundên Midyadê

Navê fermî (1928)
Qeza: Midyat
Nahiye: Midyat (navend)
Navê kurdî (2008) Navê bi tirkî (2008)
Bacîn Bacin Güven
? Baqisyan Alagöz
Batî Batê Bardakçı
Behwar Behwar Gülveren
? Dênwan Çörekli
? Dibenê İkizdere
Ernas Ernas Bağlarbaşı
? Êwert Gülgöze
? Hax Anıtlı
Helex Helex Narlı
? Hêştirek Ortaca
? Kefnas Çayırlı
Kefrî Kefrê Arıca
Kefseng Kefseng Dolunay
Kerşaf Kerşaf Budaklı
? Kevirzê Altıntaş
Mesken Mesken Çamyurt
Mezîzex Mizîzex Doğançay
? Qertmîn Yayvantepe
? Pîrkan Doğanyazı
Selhî Selhê Barıştepe
Sîtî Sîtê Çalpınar
? Zaxuran Başyurt
? Zazê Izbırak
? Zivinga Dirêj Otlukköy
Taqo Taqa Oyuklu
? Xerabya Yenice
Xerab Kefrî ? Elbeğendi
? Xanika Hanlarköyü
Ebşî Ebşî, Ebşê? Şenköy
Estil ? ?
Enhel Enhel Yemişli
Berbûnes Berbûnes Pelitli
Binkelb ? ?
Bîder Mehmed (Bîder Meno, Bîder Memo?) Bîder Mehmed Harmanlı
Hebisnas Hebisnas? Mercimekli
Dalîn ? Sivrice
Dîrezbin (Dêrezbin?) ? Acırlı
Dîrîndîr (Dêrîndîr?) ? ?
Rîş ? Düzoba
Zernûqe ? Düzgeçit
Ziyare ? Ziyaret
Serî ? Sarıköy?
Şaqûlîn ? ?
Sewaz ? ?
Qestelûnî ? ?
Keferzote ? Kayalar
Keferhewar ? Gelinkaya
Qeferelab ? Yolbaşı
Kele Kercos ? ?
Kenderîb ? Söğütlü
Kûze ? Üçağıl
Kûcan ? ?
Meqrî ? Kayalıpınar
Nibil ? Toptepe
Heweyrîn ? Çaldere

Gundên Xirbe

Xirbê Ilto, Dêrhadet, Kûndelê, Xerabê Fêro, Qêsra Jêrî, Qêsra Jorî, Qûzre, Xirbê Koçek, Xirbê Diza, Bamered, Mamûsiva û Qiryasa.