Epîlepsî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: nds:Epilepsie
DirlBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: bat-smg:Epėlepsėjė
Rêz 38: Rêz 38:
[[ar:صرع]]
[[ar:صرع]]
[[ay:T'uku usu]]
[[ay:T'uku usu]]
[[bat-smg:Epėlepsėjė]]
[[bg:Епилепсия]]
[[bg:Епилепсия]]
[[bn:মৃগী]]
[[bn:মৃগী]]

Guhartoya 14:14, 29 adar 2009

Epîlepsî (bi Grekî: επιληψία, bi Latînî: epilepsia) yek ji nexweşiyên neurolojîk e.

Ji sedemên tevlîhev ên mejî tê. Zêdebûna elektrîkê di fonksiyonên mejî û xerabûn di têkiliyên navbera beşên mejî bingeh in. Di hinek mînakan de sedî sed sedem û çareserî nayê zanîn. Nexweşî xwe bi krîzên nebirêkûpêk ên ji nişka ve rûdidin dide der. Pirranî nexweş bo demekê ji hişarê dikeve, jixweve diçe. Di hin mînakan de dipelpite û kef ji dev tê.

Li Kurdistanê di krizên epîlepsiyê de pîvazê didin ber pozê nexweş daku li hişarê vegere. Ev rêbaz çendîn bikêr e nayê zanîn.

Hin sedemên ku epîlepsiyê ditetikînin

  • Kêmasiya vîtamîna B6
  • Kronîk zêdebûna tîna laş
  • Menenjît hwd nexweşiyên neurolojîk ên piştî jidayîkbûnê
  • Hin cureyên tûmorên neurolojîk
  • Sawên mezin
  • Îşemî ya mejî, angi kêmxwîngirtina mejî
  • Di bicanîbûnê de bikaranîna elementên nelirê ya dê
  • Bûyerên bixetere, nelirê yên di jidayîkbûnê de, wekî kêmgirtina oksîgenê hwd

Epîlepsî pirranî di 6 saliyê de destpêdike. Hin nexweş dema bêhneke biyan digirin dikevin pêla krîzê. Hin jî dema televizyonê temaşe dikin, krîz destpêdike. Lê ev mînakan ne standart in.

Terapî

Heger krîz li pey hev tên û ji 20 dq zêdetir didomin divê sedî sed mirov bang li ambûlansê bike. Bijîşk bo terapiya destpêkê ji koma Antikonvulsiva ya ji malbata Benzodiazepine dermanan bikartînin. Nirxên EEG dide, rêbaza terapiyê kivşe dike.

Heger ev şertana hebin, serkeftin di terapiyê de 70 % ´î zêdetir e

  • Nirxên EEG û testên din dide nîşandan ku derman bikêr tên
  • Heger li nexweş tenê cureyekê pêlên krîzê peyda ye
  • Heger ji 2-5 salan virde ye êdî krîz nayên
  • Heger piştî ewçend krîzan di hiş û sîstema neurolojîk a nexweş de xerabûn nîne

Heger hîç rêbazek bikêr nayê û prognoz nebaş e, hin operasyon tên kirin. Bo mînak bi hêza elektrîkê hin cihên kana problemê ne tên tunekirin hwd.

Şablon:Link FA