Begzade: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Rêz 38: Rêz 38:
== Mîremadîn (Mîr ’Imadedîn II ) ==
== Mîremadîn (Mîr ’Imadedîn II ) ==


Mîremadîn (Mîr ’Imadedîn II ) navbenda sala 1810-1814-ê zayînî, paşi Birahîm Xanê I, yê bûye Mîrê Beresori. Bigotina ridînsipîyêt Begzada navê bavê Mîremadîn, Qelender Beg bûye, lê belê ew hind rohna nîne û ez li ser wê bawerîyême ku ew wê gotinê tehnê li ser berê dîrokî, ku li ber derê ķelata Beresori bû, diînin û dibêjin.
Mîrê Rewandizê Mîr Miĥemed Paşa fermana girtina herêmêt Mukrîya û Lacanê (Pîranşarê) dabû serdarê xwe Şa Murad Beg, û ewi jî heta Nexede girtibû destê xwe. Li sala 1832-ê zayînî Kurdêt Deşt û Tergewer li gel Kurdêt Serdeşt, Şino, Soma û Biradosta pêkwe, bo alîgirîya Şa Murad Begê serdarê Rewandizê, şorişek mezin kirin.


Mîremadîn pênc kur û du kiç hebûne. Kurêt wi, Hesen Beg, Cangîr Beg, Temir Paşa, Meĥmed Se’îd Beg û ’Ebdal (’Evdal) Beg bûne. Kiçêt wi, Riĥevza Xanim, ku xêzana Birahîm Xanê II yê kurê Mihmed Begê I Begzade, û Miĥteber Xanim, ku xêzana mezina Şêx Ubeydula yê Nehrîyê û dayîka Şêx ’Ebdulqadiri û Şêx Meĥmed Sidîqi bûye.
Li sala 1832-ê zayînî Kurdêt Deşt û Tergewer li gel Kurdêt Serdeşt, Şino, Soma û Biradosta pêkwe bo alîgirîya Şa Murad Beg şorişek mezin kirin.

Hizretê Şêx Seyîd Tehayê navdar, bi gazîkirina Mîremadîn, li navbenda sala 1810 ĥeta 1818 yê hatîye Beresori û li Beresori xwendegehek (medreseyek) yê danay. Ĥizretê Şêx Seyid Teha du cara, hem pêşi çona nik Şêx Mevlana Xalidê Naqşbendî bo terîqet wergirtinê, û hem jî paşi terîqet wergirtinê, çend saleka li Beresori nik Mîremadîni yê jîy û li sala 1235-ê koçî (1819-ê zayînî), demê mamê wi Şêx Seyid ’Ebdula koça dûwayî kiri , yê çoy bo Nehrîyê, ku paş mamê xwe bibîte şêx. Mîremadîni paşî Kiça xwe didete Şêx Ubeydula yê kurê wi.

Li sala 1820-ê zayînî Marşîmun ê Asurî bi navê Yuna (yan jî Nunah, Jonan) jîyana xwe li dest da. Qirar ew bû ku paşi wi birazayê wi Moxatîs (Mixaîl, Mikaîl) ê kurê Qeşe Mêku bibîte Marşîmun, lê belê xelkê Asurî xwast, ku Auraham, birazayek dî yê Yuna, bibîte Marşîmun. Moxatîs li Qudçanîsê sil bû û hate Şemsdîna. Felêt Şemsdîna, Gewerê, Dêrê (Mar Bîşo) û Tergewer pişta wi girtin û bi arîkarîya Mîremadîn, ku Metranê fele mecbûr kir, ew Moxatîsi jî bikete Marşîmun. Li naw ĥemû Asurîyêt dinyayê her carê yêk kes bo rutbeya marşîmunîyê dihelbijartin. Ewe cara yêkê bû ku Asurîya du Marşîmun dihebûn.

Mîrê Rewandizê Mîr Miĥemed Paşa fermana girtina herêmêt Mukrîya û Lacanê (Pîranşarê) dabû serdarê xwe Şa Murad Beg, û ewi jî heta Nexede girtibû destê xwe. Li sala 1832-ê zayînî Kurdêt Deşt û Tergewer li gel Kurdêt Serdeşt, Şino, Soma û Biradosta pêkwe, bo alîgirîya Şa Murad Begê serdarê Rewandizê, şorişek mezin kirin.


Mîremadîn li sala 1844-ê zayînî jîyana xwe yê li dest day û ew li gundê Dêmanê li Şemsdîna yê hatîye weşartin.


== ’Elî Eşref Beg ==
== ’Elî Eşref Beg ==

Guhartoya 21:39, 29 adar 2009

Begzade mîrêt qela Beresori û Kelêge, hakimêt Tergewer û Mergewer bûne. Ew li binemala mîrêt Hekarîyê û Şemzîna bûne. Ew heta dumahîka sedsalêt 19-ê serokêt ‘eşîrêt wan herêma bûne.


Lêkolîn

Civaknasê Kurda Martin van Bruinessen li bara Herkiya û Begzada wiha dinivîse: Li nav ’eşîrêt mezin weku Herkî rewşa hêzî, kêm û zor, sabit bû. Her tayife û binemalekê serokê xwe hebû lê belê serokê hemîyan û yê here mezin li binemala Begzada bû. Begzada serokatîya xwe bi ĥikmê hêzek taybet , ku li baştirîn çekdarêt hem li ’eşîrê hem jî li derwey ’eşîrê pêk dihat, dikir. Serokatîya wan çekdara jî deba li binemala Begzada biba û diba ew serokatî li wê binemalê jî maba, ku ew binamale li ’eşîra Herkîya nebû.

Bigotina Minorsky, pêş hatina Begzada bo navça Deşta Mergewer û Tergewer, beşek li Mîrêt Hesenvahî li wêderê ĥikim dikirin û dijîn. Mexseda Mînorsky ‘eşîra Biradostîya ye. Ewi ‘eşîra Biradostî çoqek li binamala mîrêt Hesenwayhidi (Hesnevîya) yê nasîy.

Bigotina Minorsky, Kalandar Beg (Qelender Beg) li Berde Suri (Beresori) hikim dikir. Qelender Beg koka Begzadêt Urmîyê, li sala 1562-ê zayînî, li dûwahîya dewrê Şa Ŧehmasib ê Sefevî ķelata Beresori awa yê kiri.

Bigotina Mîrza Reşîdi Edîb-ol-Şo’era, li dewrê Şa Soltan Miĥemedê Sefevî (“Şa Mihemedi Xweda Bendê“ 1577-1587-ê zayînî, bavê Şa ’Ebas I), Tergewer bin destê Mîrê kurda ’Emer Begê Mêhranî bûye.

Bigotina Vasilie Nikitine li kiteba Ansiklopediya Islamê Bîglerbîg ê Efşara li dewrê Şa ’Ebasê I (yêkê) Sefevî (1587 – 1629 zayînî) demê Mîr Imadedîn li Şemzînan hatîye Urmîyê her du navçêt Tergewer û Deştê (Beresori) dane Mîr ‘Imadedîni, li gundê Erzînê li navça Tergewer heta Sêgirkan û Girik-Nasiri li Mergewer, ku 62 gund bûn.

Li sala 2006-ê zayînî, 3 li wan gunda li navça Mergewer in (Sêgirkan, Giriknasir û Nêrgi), 3 li navça Berandizê ne (Corni, Çereş û Mendedol) û sê li navça Rozê ne (Xelifetan, Kanîye Sipî û Kanîqizan). Li wan gunda 7 yêt ķavil bûy (Cêrmê, Bêtkar, Sêvikê, Rezga nik Beresori, Keçele Misto, Şalûna û Kelêge) û yêk jî paşi hingî yê awabûy (Helefele). Herweto paşi çêkirina awbenda rubarê Beresori 4 gundêt dîjî yêt ķavil bûy (Mîrawa, Xirê, Dolepêsan û Pîrhedî).

Navça Deştê yê li navbenda navçêt Tergewer û Mergewer da, lê belê Kurd navça Deştê qet bi kar naînin û li wê navçe pişkek kêm li ser Mergewer û pişkek zor jî li ser Tergewer hesab diken. Li rastî da navça Deştê tinê li nav Îranîya yê hatîye baskirin û bikar anîn. Ber wêhindê nivîskarêt Kurd navça Deştê yan li gel Deştebêlê yan jî li gel Serdeştê tewîhew diken. Ew navçe carcar li dîrokê da bi navça Beresori jî yê hatîye baskirin.

Dr. (Doktor) Cochrani (Kakrani), misîonerê Emrîkî li Urmîyê, yê goti ku serokêt Kurdêt navçêt Tergewer û Deştê hêzek zor nînin, lê belê, car li dû carê da, ewan aşkera şorişêt çekdarane li hember dewleta Îranê yêt bi rê êxisti û her car ķelat û sitarêt wan li çîya yêt hatîye xirab û wêran kirin û cezayêt giran ji bo wan yêt hatîye danan.

Kurdêt Begzadêt serokêt Tergewer û Mîrêt Beresori (Deştê) li 1760-ê heta 1965-ê ewe bûne:


Mistefa Beg

Mistefa Beg heta sala 1789-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye, ku wê salê li gel Îranîya li şer da bû û bi destê 'ecema hate kuştin. Serêt birîyêt Mistefa Beg û Qadir Begê serokê Herkîya ku li gel Mistefa Beg hatibû kuştin, 3 roja li ber derê mizgewta Bazarbaşa Urmîyê, 'ecem didanêne pêşangehê. Dîwarê şûra bajêrê Urmîyê bi bêgarî, li êxsîrêt Tergewer û Beresori didene çêkirin.


Birahîm Xanê I

Birahîm Xanê I Begzade paşi Mustefa Beg dibîte mîrê Begzada li Deştê û Tergewer. Dibêjin ku Birahîm Xani gelek keyf bi nêçîri dihat û ew neçîrwanek baş û navdar bûye.

Birahîm Xani tenê kurek bi navê Miĥemed Beg I hebûye, ku paşmayî lê mabin.

Birahîm Xanê I heta navbenda sala 1810-1814-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye.

Mîremadîn (Mîr ’Imadedîn II )

Mîremadîn (Mîr ’Imadedîn II ) navbenda sala 1810-1814-ê zayînî, paşi Birahîm Xanê I, yê bûye Mîrê Beresori. Bigotina ridînsipîyêt Begzada navê bavê Mîremadîn, Qelender Beg bûye, lê belê ew hind rohna nîne û ez li ser wê bawerîyême ku ew wê gotinê tehnê li ser berê dîrokî, ku li ber derê ķelata Beresori bû, diînin û dibêjin.

Mîremadîn pênc kur û du kiç hebûne. Kurêt wi, Hesen Beg, Cangîr Beg, Temir Paşa, Meĥmed Se’îd Beg û ’Ebdal (’Evdal) Beg bûne. Kiçêt wi, Riĥevza Xanim, ku xêzana Birahîm Xanê II yê kurê Mihmed Begê I Begzade, û Miĥteber Xanim, ku xêzana mezina Şêx Ubeydula yê Nehrîyê û dayîka Şêx ’Ebdulqadiri û Şêx Meĥmed Sidîqi bûye.

Hizretê Şêx Seyîd Tehayê navdar, bi gazîkirina Mîremadîn, li navbenda sala 1810 ĥeta 1818 yê hatîye Beresori û li Beresori xwendegehek (medreseyek) yê danay. Ĥizretê Şêx Seyid Teha du cara, hem pêşi çona nik Şêx Mevlana Xalidê Naqşbendî bo terîqet wergirtinê, û hem jî paşi terîqet wergirtinê, çend saleka li Beresori nik Mîremadîni yê jîy û li sala 1235-ê koçî (1819-ê zayînî), demê mamê wi Şêx Seyid ’Ebdula koça dûwayî kiri , yê çoy bo Nehrîyê, ku paş mamê xwe bibîte şêx. Mîremadîni paşî Kiça xwe didete Şêx Ubeydula yê kurê wi.

Li sala 1820-ê zayînî Marşîmun ê Asurî bi navê Yuna (yan jî Nunah, Jonan) jîyana xwe li dest da. Qirar ew bû ku paşi wi birazayê wi Moxatîs (Mixaîl, Mikaîl) ê kurê Qeşe Mêku bibîte Marşîmun, lê belê xelkê Asurî xwast, ku Auraham, birazayek dî yê Yuna, bibîte Marşîmun. Moxatîs li Qudçanîsê sil bû û hate Şemsdîna. Felêt Şemsdîna, Gewerê, Dêrê (Mar Bîşo) û Tergewer pişta wi girtin û bi arîkarîya Mîremadîn, ku Metranê fele mecbûr kir, ew Moxatîsi jî bikete Marşîmun. Li naw ĥemû Asurîyêt dinyayê her carê yêk kes bo rutbeya marşîmunîyê dihelbijartin. Ewe cara yêkê bû ku Asurîya du Marşîmun dihebûn.

Mîrê Rewandizê Mîr Miĥemed Paşa fermana girtina herêmêt Mukrîya û Lacanê (Pîranşarê) dabû serdarê xwe Şa Murad Beg, û ewi jî heta Nexede girtibû destê xwe. Li sala 1832-ê zayînî Kurdêt Deşt û Tergewer li gel Kurdêt Serdeşt, Şino, Soma û Biradosta pêkwe, bo alîgirîya Şa Murad Begê serdarê Rewandizê, şorişek mezin kirin.

Mîremadîn li sala 1844-ê zayînî jîyana xwe yê li dest day û ew li gundê Dêmanê li Şemsdîna yê hatîye weşartin.

’Elî Eşref Beg

’Elî Eşref Beg heta sala 1855-ê Mîrê Beresori û Tergewer bûye.

’Elî Eşref Beg têkeli şorişa Bedir Xan Beg bû. Nûrula Begê Mîrê Hekarîyê, ku yêk li hevkar û alîgirêt Mîr Bedirxan Begê Botanê bû, paşi têkçona Mîr Bedirxan Beg li sala 1846-ê du sala, li sala 1848-ê zayînî, dewam da şorişê. Lê belê li dumahîkê ewi taba artêşa Osmanîya ne anî û li dewrê ’Elî Eşref Beg pena bo Beresori îna. ’Elî Eşref Beg şerek zor li ser Nûrula Beg li gel Îranîya kir.


Perev Xan

Perev Xan heta sala 1857-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye, li gel Îranîya da şer da bû û bi destê wan hate girtin.

Cirikow Perev Xani mîrê Somayê dizanît û bigotina wi Perev Xani li sala 1851-ê Biradosta, li bakurê Tergewer, yê girtîye bidestê xwe.


Hesen Beg

Hesen Beg kurê Mîremadîni û heta sala 1883-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye, hevkar û bûrayê Şex Ubeydula bû ku arîkarîya şorişa wi kir û paşi şorişê 3 sala dewan da şorişê û paşi 3 sala şerê li gel Îranîya hate girtin û li girtîgeha 'ecema da li sala 1883-ê hate jehir dan û koça duwahî kir.


Mîrĥac Beg

Mîrĥac Beg kurê mezinê Hesen Beg, heta sala 1906-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye. Dewrê wi birayêt wi li hember Îranê şoriş kirin. Xalfîn li kitêba xwe da dibêjît: Duway awarekirina Şêx Ubeydula, li Kurdistana Îranê li dehsalêt ĥeştê (80) li sedsalêt 19-ê da şorişa hêzêt Kurda û şerê wan li gel hêzêt Îranî hêşta duwahî nehatibû, bitaybet salêt 1886 ĥeta 1888-ê. Xalfîni herweto yê goti: Hasso Beg (gel Hisên Beg bûye) û Bedrî Beg (gel Bedirxan Beg bûye), kurêt Hesen Begê serokê hêzêt Deştê, ku babê wan li girtîgeha Îranê jîyana xwe li dest dabû, hêzek pêkwe înan û dest hawêtne şer û hêrişê li ser hêzêt Îranê û tirsek zor êxistine nav dilê ĥakimê Urmîyê.

Yêk li bûyerên dewrê Mîrĥac Beg Mîrê Beresori (Tergewer û Deştê) çêbûna gera Dêrê bûye. Li meha gulana sala 1896-ê li dangu gundê Dêrê çîya hilweşîya û qolupî ber rûbarê Erzînê û 8 roja ava rûbari pengorî. Paşî xelkê gundê Dêrê ber wê ku av gundê wan neraket berayîka avê kolan, ku ew ava pengurî weresîya û dar li reheve li bax û baxçêt li ser rêyê derêxistin, parêz, zevî û dirang jorda şoştin û 5 gundêt li qeraxa rubari li deşta Urmîyê wêran kirin. Li ava pengorî golek (gerek) çê bû, ku paşi 111 sala hêşta jî yê may. Ew gere nêzîkî yêk hiktara gewreye!


Gorgîn Beg

Gorgîn Beg kurê Hisên Beg û birazayê Mîrĥac Beg, ku bi navêt Sertîp, ber wê ku dereca sertîpîyê li dewleta Îranê wergirtibû, Qurto Beg û Kurdo Beg jî navdar bibû heta sala 1917-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye. Dewrê Gorgîn Beg kurdêt Tergewer û Beresori li gel Asurîya, Misîonerêt Emrîkî ber wê ku alîyê Asurîya digirtin, Urisa ew jî her li ser Asurîya û dewleta Îranê, şer da bûn!


Nurî Beg

Nurî Beg birayê Gorgîn Beg, heta sala 1965-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye, arîkarîya şorişa Simayil Axa Simko û komara Mehabadê kir, Li komara Mihabadê dereca Serhengîyê hebû û yêk li wan serokêt kurda bû ku ser li Baku yê day. Paşi komara Mihabadê li gel Mela Mistefa Barzanî şer hat û çend çekdar li her dû alîya hatine kuştin.