Riya Teze (rojname): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1: Rêz 1:
[[Image:Hejmara rojnema RYA TEZE ya yekemin, sala 1930.jpg|thumb|250px|Hejmara rojnemeya Riya Teze ya yekemîn, 1930, bi tîpên latînî hate çapkirin]]
[[Image:Hejmara rojnema RYA TEZE ya yekemin, sala 1930.jpg|thumb|250px|Hejmara yekem a rojnemeya Riya Teze, 1930, bi tîpên latînî hate çapkirin]]





Guhartoya 08:02, 18 hezîran 2009

Wêne:Hejmara rojnema RYA TEZE ya yekemin, sala 1930.jpg
Hejmara yekem a rojnemeya Riya Teze, 1930, bi tîpên latînî hate çapkirin


Riya Teze (carina wek Rya Teze tê nivîsandin) yekemîn rojnameya kurdî ye ku bi tîpên latînî hatiye çap kirin. Rya teze di 1'ê avrêla sala 1930'î de li Sovyetistanê bi alfabeya kurdî ya Şemo-Marogûlov ku di sala 1928'a de bi biryara dewleta Sovyeta berê hatibû amade kirin, dest bi weşana xwe kir û destpêkê heftê du caran bi çar rûpelan derdiket. Bi vî awayî Rya teze beriya kovara Hawar dest bi weşana kurdî bi tîpên latînî kir û rojnama kurdî ya herî jîyandirêj e li cihanê.

Rya teze hetanî hilweşandina Sovyetistanê di sala 1992'a de dengê kurdên Sovyetistanê bû û niha jî dengê kurdên Ermenîstanê ye. Rya teze bi tevayî ji 50 salan zêdetir ji alîyê dewletê, weke organa Komîtêya Navendî ya Partiya Komûnîst ya Ermenîstanê, parlamênê û hukumeta komarê bi fermî hate weşandin û niha jî bi awayekî serbixwe weşana xwe didomîne. Rya teze li Ermenîstanê yek ji çar rojnamên sereke bû.

Di salên destpêkê de Harûtyûn Mkirtçyanê ermenî, paşê jî Cerdoyê Gênco yê kurd berpirsyarîya rojnamê kiribûn. Bi biryara Stalîn weşana rojname ji sala 1937'a heta 1955'a hate rawestandin. Piştî mirina Stalîn di sala 1955a Rya teze dîsa dest bi weşana xwe kir, lê vê carê bi tîpên kîrîlî ku ji aliyê Heciyê Cindî ve hatibûn amade kirin. Berpirsyarê rojname ji 1955a hetanî 1989'a, ango 34 salan, Mîroyê Esed bû.

Rya teze li ser rojnamegerî û hişyarkirina hestên netewî ên kurdî bandoreke mezin kir. Di rojname de hin kesên ku xebitîn ev bûn: Qaçaxê Mirad, Şekroyê Xudo, Xelîlê Çaçan, Babayê Keleş, Tîtal Mûradov, Elîyê Ebdilrehman, Egîtê Xudo, Hesenê Qeşeng, Pirîskê Mihoyî, Porsora Sebrî, Tîtalê Efo, Karlênê Çaçanî, Şerefê Eşir, Egîtê Abasî, Paşayê Erfût, Letîfê Emer, Gayanê Hovhannîsyan. Di van salên dawî ku rojname ji ber rewşa aborî carcaran mecbûr ma ku navber bidê weşana xwe. Niha berpirsyarên rojnamê Emerîkê Serdar, cîgirê wî Grîşayê Memê û nûçagîhanê giştî jî Rizganê Cango ne. Girîşayê Memê herwiha sernivîskarê Rya teze ye jî.

Çavkanî

Rezan MAD: Riya teze