Margîse: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
SieBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: te:ఊసరవెల్లి
B robot serzêde kirin: br:Kameleon
Rêz 57: Rêz 57:
[[ar:حرباء]]
[[ar:حرباء]]
[[bg:Хамелеони]]
[[bg:Хамелеони]]
[[br:Kameleon]]
[[cs:Chameleonovití]]
[[cs:Chameleonovití]]
[[da:Kamæleon]]
[[da:Kamæleon]]

Guhartoya 08:19, 12 tîrmeh 2009

Margîse, bûkelemûn
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Reptilia
Kom: Squamata
Binekom: Iguania
Famîle: Chamaeleonidae
Cinsên margîseyan

Bradypodion
Calumma
Chamaeleo
Furcifer
Kinyongia
Nadzikambia
Brookesia
Rieppeleon
Rhampholeon

Margîse, bûkelemûn, pîrika melekdas an (bi soranî) têrtêre (Chamaeleo) pir bi giranî tevdigerin, li ser çilo û daran dijîn. Ji ber ku pir bi giranî tevdigerin nikarin ji dijminê xwe birevin, lê ji bo vê kêmasiya xwe ji holê rakin taybetiyeke wan a harîka heye. Ev taybetî jî guherîna rengan e.

Margîse weke gelek zindiyên li xwezayê li gorî hawirdorê reng diguherîne. Ev reng guherîna wan bûyereke estetîk e û mirov matmayî dihêle. Li cihên ku lê dijîn bi guherîna rengan xwe hem ji dijminên xwe diparêzin û hem jî bi vî rengî bi hêsanî nêçîra xwe digirin.

Mekanîzmeya parastinê guherîn

Lê baweriyek heye ku margîse li ser kîjan cihî be ji bo hevsengiyekê pê re çêbike reng diguherîne şaş e.

Li gorî baweriya heyî guherîna rengan bi tevahî ne di bin kontrola wan de ye. Yanî kengî bixwazin dikarin xwe bixin her şeklê rengî ne rast e.

Margîse guherîna reng bi saya germ û ronayiyê bi pîgmentên rengan diguherîne. Di çermê margîseyê de pîgmentên hucreyên cuda hene. Ev hucre li gorî germahî, ronahî û kîmyasalên di bedenê de li gorî guherînan mezin dibe an jî biçûk dibe. Mînak madeyên rengên zer dema mezin dibin tîrêjên rojê ku dikeve ser bedena wê û margîse di rengê zer de xuya dike. Di nava rojê de li gorî tîrêjên rojê rengê wê tê guhartin. Guherîna rengan mekanîzmaya herî ewlekar a margîseyê ye. Ev taybetiyên wê ji aliyê sîstema sînîrê ve tê kontrolkirin.

Çend sedemên reng guherînê

Ji bo germahiya bedena xwe eyar bikin reng diguherînin. Hemû ajalên(heywan) marîjok ji ber xwînsar in, germahiya bedena wan girêdayî derve ye. Rengên tarî germahiyê bêtir dikişîne û ji bo germahiya bedena xwe zêde bikin rengê çermê wan tarî dibe.

Li gorî tevgerê jî guherîna reng mimkûn e. Bi taybetî dema rastî margîseyeke din tên, ji bo herêma xwe biparêzin, raqîbê xwe an jî dijminê xwe bitirsînin di çermê xwe de noqte an jî xêzan çêdikin û bi vî rengî reng diguherînin.

Di dema tirs, êrîş an jî parastinê de margîse heta jê tê devê xwe vedike û kezeba xwe bi hewayê tijî dike û xwe mezin nîşan dide.

Her wiha ji bo margîse li hemberî hev cîlweyan bikin, li ser hemcinsê xwe bandorê bike reng diguherîne û bi zimanê xwe têkiliyê datîne, bi rengên ku bandorê dike hestên xwe vedibêje.

Margîse bi vê taybetiya xwe ya guherînê ji geşedanên teknolojîk re jî bûye mînak. Heta fabrîkayeke alman a caman ji vê taybetiya margîseyan camên ku reng diguherîne çêkirine.

Hêlên xurt ên qels temam dike

Hêlên qels ên margîseyê bi taybetiyên xurt ji holê hatiye rakirin. Mesele çavên wê… Qapaxa çavên wê pir stûr e û dema çavên xwe digire di nava wê de valahiyek dimîne. Çavên xwe bêyî hev her çavek bi serê xwe dikare hereket bike. Ev yek jî taybetiyeke margîseyan e. Ji çavên wan tu kitekit nareve; yek dema li pêş dinihêre, yê din dikare paşiya xwe kontrol bike.

Margîse nêçîra xwe bi zimanê xwe ku wekî tîrekê diavêje digere. Di serê zimanê wê de hicameke (vantuz) taybet heye. Dema zimanê xwe diavêje, bi nêçîrê ve dizeliqe û dikêşe devê xwe, mirov bi çavên xwe nikare bibîne. Ev hemû di demeke pir kin de pêk tê.